Ayşe Acar Başaran: Em starta 25'ê Mijdarê didin

  • 14:35 4 Mijdar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr dewletê em têkoşîn in' di 7'ê Mijdarê de li bajarên pîlot ew ê starta 25'ê Mijdarê bidin û got ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û ew ê li dijî rejîma qeyûmê dengê xwe bilind bikin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li avahiya navenda giştî ya partiya xwe bi civîna çapemeniyê nirxandinên derbarê rojevê de kir. 
 
'Tenê erdhej nakuje'
 
Ayşe bi bûyera erdhejê dest bi axaftinê kir û wiha got:"Tenê erdhej nakuje polîtikayên tê meşandin jî mirovan dikuje. Em ji malbatên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin."
 
'Serîhildana jinê zihniyeta reş a ÎŞÎD'ê serobina kir'
 
Ayşe bal kişand ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê û wiha got:"Em şoreşgerên li Kobanê dîrok nivîsandin bi bîr tînin. Çeteyên ÎŞÎD'ê li dijî têkoşîna jinê têk çûn. Serîhildana jinê zihniyeta reş a ÎŞÎD'ê serobina kir. Jin îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyana nû pêşengiyê dikin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li dijî ÎŞÎD a ku li Fransa û Viyanayê êrişan pêk tînin, serî hildidin. "
 
'Darbeya 4'ê Mijdarê plana sazîbûyina faşîzmê ye'
 
Ayşeyê bal kişand ser darbeyê û wiha dewam kir:"Îro 4'emîn salvegera darbeya li ser partiya me ye. Li dijî partiya me darbeyeke siyasî pêk hat. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê çar sal berê îro hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û gelek rêhevalên me di encama darbeyekê de bi awayekî ne hiqûqî rehîn girt. Darbeya 4'ê Mijdarê plana sazîbûyina faşîzmê ye. Ev êriş hem li dijî gelan û demokrasiyê bû û di heman demê de li dijî partiya me ya ku partiya jinê ye. Em ji rêhevalên xwe Sebahat, Gulten, Gulser, Figen, Çaglar, Aysel, Ayla yê di zindanan de ne slavên germ dişînin. Em dîsa dibêjin tu mafê kesî tune ye ku ji ser bedena me ji me re gotinan bibêjin." 
 
'Bila AKP serê we bi 'ew ê jin çend zarokan bîne' re neêşîne'
 
Ayşeyê wiha dewam kir:"Bila AKP serê we bi 'ew ê jin çend zarokan bîne' re neêşîne. Bila zarokên di bin kavilê de maye biparêze. Bila ji bo zarokên xizan in sîstema perwerdeyek wekhev ava bikin. Bila dev ji hewildana anîna zagonên îstismara zarokan rewa dike berde."
 
Zanîngehên Jinan
 
Ayşe da zanîn ku armanca avakirina zanîngehên jinan ne ji bo xebatên xweser ên jinan e û wiha dewam kir:"Armanca fikra avakirina Zanîngehên Jinan ew e ku saziyeke yekperest, olperest ava bikin. Dixwazin jinê terkî însafa mêr bikin. Daxwaza jinan a ji bo Zanîngeha Jinan tune ye. "
 
Ayşeyê bal kişand ser tundiya li ser jinê tê kirin û wiha dewam kir:"Çawişê Pispor ê bi navê Mûsa Orhan ê ku bû sedem Îpek Er xwe întihar bike tevî ku sûcê qebûl kir dîsa jî nehatiye girtin. Ev yek bi alîkariya dewlet îktidarê tê kirin."
 
'Em ê 365 rojî têkoşîna xwe mezintir bikin'
 
Ayşe da zanîn ku jinên têkoşîna jinê dide meşandin jî dibin hedef û wiha pê de çû:"Vê hefteyê li Mêrdînê tevî Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan 14 kes hatin binçavkirin. Îktidar topyekun êrişî îrade û têkoşîna jinê dike. Em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî desthilatdariya mêr 365 rojî têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'Em starta 25'ê Mijdarê didin'
 
Ayşe da zanîn ku di 7'ê Mijdarê de li bajarên pîlot ew ê starta 25'ê Mijdarê bidin û ew ê bi dirûşma "Li dijî tundiya mêr-dewletê em têkoşîn in" li qadan bin. Ayşe got:" Em ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û em ê li dijî rejîma qeyûmê dengê xwe bilind bikin. Em ê li mîrateya Xwişkên Mîrabel, Patria, Minerva û Maria  yê li dijî dîktatoriyê li berxwe dane, xwedî derkevin."