Leyla Arzu Îlhan: Em agahî ji kesên ku hatine girtin nagirin

  • 09:11 4 Mijdar 2020
  • Ramyarî
MEXMÛR - Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan bal kişand ser girtina ciwan û karkerên wargehê û got: "Hemwelatiyên me bi qasî mehekî ye ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin. Ne em, ne malbat, ne jî parêzer dikarin agahî bigirin. Rewşekî pir bê pîvan û bê qanûnî tê meşandin. Em bang hikûmetan dikin ku derbarê mijarê de erka xwe bînin cih." 
 
Siyaseta ku li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin rojeva herî germ û Kurdistanê ye. Li hemberî herêmê polîtîkayekê giştî yê şer tê pêşxistin. Bi taybetî jî polîtîkayên xwe li hemberî Şengal û Mexmûrê didin pêşxistin. Mehek jortir e bi dehan penaberên li Wargehê li Hewlêrê bê hincet hatin girtin. Derbarê rewşa wan de heta niha tu agahî nehatin bi dest xistin. Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, derbarê pêvajoya siyasî ya li Herêma Federal a Kurdistanê û polîtîkayên li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tê meşandin de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekir. 
 
Leyla di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser planên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn û got: “Hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn li vê herêmê li pey berjewendiyên xwe ne û ji bo vê planan dikin dewerê. Dixwazin serweriya xwe li vê herêmê mayînde bikin û ji bo vê jî cihê herî stratejîk li vê herêmê Kurdistan e. Ji bo ku ev hêzên hegemonîk bikaribin li gor berjewendiyên xwe û li gorî xeta heyî civakê bi rêvebibin jî dixwazin  li ser Tevgera Azadiya Kurd û Gelê Kurd serwer bin. Lê bi perspektîfa Rêber Apo ya xeta sêyem re ev lîstik jî heta astakê vala hat derxistin. Gelê Kurd bi îradeya xwe, xeta xwe, bîrdoziya xwe, fikrên xwe yên siyasî û civakî di çerçeveya xeta sêyem de xwebûnekê xwe û şênberbûneke xwe da avakirin. Lê bê guman ev xeta sêyem a ku di pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurd de hatî avakirin ji bo Gelê Kurd divê bikaribe di sed sala pêşiya me de çarenûseke azad, demokratîk, wekhev a bê şer ava bike."
 
'Êrîşê destkeftiyên Gelê Kurd dikin' 
 
Leyla, destnîşan kir ku hêzên dagirker ên cîhanê êrîşek bê pîvan li hemberî Tevgera Azadiya Kurd pêk tîne û wiha axivî: "Weke hemû pêvajoyên dîrokî, careke din xeta hevkar û îxanetkaran ya di nava Gelê Kurd de îro carek din derket pêş. Hewl didin ku destkeftiyên Gelê Kurd, pêşveçûnên derbarê çarenûsa Gelê Kurd de hatî dîtin asteng bikin. Ev xeta hevkar ne li ser esasê berjewendiyên civaka kurd e. Serkêşiya vê xetê PDK dike û bi dewleta tirk re hevkariyekê dike. Êrîşê destkeftiyên Gelê Kurd dikin, ne tenê di şexsê heremekî, herêmekî çiya û yan jî beşekî civakê êrîşê Gelê Kurd dikin. Li Bakur êrîşê îradeya siyasî ya Gelê Kurd dikin, li hemberî Rêber Apo tecrîdekî girankirî heye û êrîşê Rojava dikin. Bê guman ev di hundirê çarçoveyekê yekpare de bi piştgiriya hêzên hegemon pêk tê. Îro hêza Başûr pêşengtiyê ji dewleta Tirk re dike ku xaka Başûr dagirbikin." 
 
'Projeyên me bûn hedefa xêrnexwezan'
 
Leyla diyar kir ku li Mexmûrê 27 sal in têkoşînek heye û tu carî gelê wargehê ji daxwaza azadî û demokrasiyê paşve gav neavêtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her tim me têkoşîna xwe domand û her tim jî projeyên me bûn hedefa dagirker û xêrnexwezan. Dorpêç, êrîş û zextên ku ev saleke li ser wargehê tên meşandin parçayek ji vê ye. Civaka ku dikare azad, bêyî îradeya pergala desthiladar ê netew-dewletê bijî Mexmûr e. Ji bo wê yekê wargeh hat dorpêçkirin. Li hemberî wargehê şerê derûniyê tê meşandin. Êrişên dewleta tirk ya li hemberî wargehê tê meşandin di esasê xwe de tê wateya binpêkirina pergala xwe yê netew-dewletê jî. Ji ber ku tirk netew-dewletek cudaye li gor netew-dewletan, tecawizê axa Iraqê ya netew-dewletê dike. Dewleta tirk û beşekî kurd weke PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe pîvanên heyî jî bin pê dikin. Pîvanên mirovahiyê, navnetewî û hem jî pîvanên pergala xwe ya ku qaşo diparêze bin pê dike."
 
'Dorpêç, êrîşên hewayî û DAÎŞ...'
 
Leyla di axaftina xwe de bal kişand ser cureyên êrîşan a li hemberî wargehê û wiha dom kir: "Em dizanin ku êrîşên ku li ser wargehê çiqas hedefên kûr in û çiqas projeyên kûr in. Her wiha ji bo têkbirîna civaka xwedî bi îrade her roj cureyên êrîşên xwe diguherînin. Bi rêya dorpêç, êrîşên hewayî, DAÎŞ'ê, şerê taybet û niha jî bi  girtina hemwelatiyên me. Bi taybetî ev saleke şêwazek bi vê rengî heye ku her carê hinekan li cihekê digirin. Li dijî pîvanên qanûn û pîvanên mirovî kes tên girtin. Ev şerekî taybet li hemberî wargehê tê meşandin. Lê dema em niha temaşe dikin jî êdî êrîş hatine asta herî jor lê beramberî wê jî berxwedana kurd jî hatiye asta herî jor."
 
'Em agahî ji kesên ku hatine girtin nagirin' 
 
Leyla, konsepta şer ên bê pîvan û diwar a li hemberî penaberan pêk tê wiha şîrove kir: "Hemwelatiyên me yên wargehê weke xwendevan û karker ku ev bi qasî mehekî ye ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin. Mirov nikare tenê ji van re bêje hatine girtin ji ber ku ne em, ne malbat, ne jî parêzvanên nikarin agahî ji wan bigirin. Ango rewşekî pir bê pîvan û bê qanûn tê meşandin. Bûyeran berovajî û manîpule dikin, her carê çapemeniya xwe bi ve şêwazî bi kar tînin. Bi xwîna şehîd, evladê başûrê Kurdistanê û bi piştgiriya hemû parçeyên Kurdistanê, başûrê Kurdistanê li Iraqê bû xwedî statu. Statuya ku li başûrê Kurdistanê hatiye bidestxistin weke destkeftiyekê em dibînin û pêwîste Gelê Kurd parêzvaniya wê jî bike."
 
'Bi seneryoyên cuda rastiya heyî vedişerin'
 
Leyla Arzu Îlhan destnîşan kir ku PDK niha bi senaryoyan dixwaze rastiya heyî veşere û got: "PDK ji ber berjewendiyên xwe yên bazîrganî, malbatî û kesayetî her tiştî pêşkêşî dewleta tirk dike. Ev destkeftiyên Gelê Kurd ji holê tên rakirin, PDK ji bo ev tişt neyê dîtin û bê ji bîrkirin rojane seneryoyan çêdike. Wan seneryoyan ji civaka xwe de didin qebûlkirin. Bê guman ev seneryo li ser wargehê jî tên çêkirin. Mînaka 20 kesî, ango 20 kesên ku em dizanin ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin. Şahîdê wan hene, êrişê malên wan kirine û di sayterê de hatin girtin. Lê belê em nikarin xwe bigihînin wan. Li gorî qanûnên navneteweyî, Irak û Herêma Kurdistanê dema kesek hat desteserkirin di nava rojek an jî du rojan de pêwîste dozger êdî rewşa wan bigire dest. An bi parêzerê re xwe re û an jî bi malbatê xwe re têkîlî danîn.  Lê hinek 20 roj, hinek 25 roj û hinek jî meha xwe temam kirine. Ligel hewildanên malbat û Komîteya Pêwendiyên Derve em negihiştin tu agahiyan. Parêzer tên astengkirin."
 
'Me agahî da Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî'
 
Leyla Arzu, wiha behsa hewldanên xwe yên derbarê dîtina kesên ku hatine girtin kir: "Em nizanin rewşa wan ê tenduristî, fîzîkî û derûnî çawa ne. Dema me agahiya girtina wan girt me agahî da Neteweyên Yekbuyî ya ku navendê wê li Musûlê ye. Her wiha me Xaça Sor a Navneteweyî jî agahdar kir. Xaça Sor xwest biçe serdena wan kesan lê ji hêla asayîşa PDK'ê ve hatin astengkirin. Em ji rewşa girtiyan bi guman in. Em bang hikûmetan dikin ku xwedî li erka xwe derkevin û berpirsiyartiya xwe bînin cih. Em dizanin ku asayîşa Hewlêrê tenê partî nîne, tenê PDK nîne. Asayîşa Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve tê rêvebirin û divê agahiya wan di vê derbarê de hebin."