Pervîn Buldan: Darbeya 4'ê Mijdarê Planê Şark Islahatê ye

  • 15:11 3 Mijdar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ya di civîna koma xwe de axivî, diyar kir ku darbeya 4’ê mijdarê li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatiye û ev tişt got: “Pêvajoya darbeya siyasî bi Planê Têkbirinê” dest pê kir. Ev plan; 2’emîn Planê Şark Islahatê ye.”
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Pervînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erdheja Îzmîrê û ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest û derbarê mijarê de wiha axivî: “Erdheja Îzmîrê careke din rastiya erdehejê ya Tirkiyeyê raxist ber çavan. Ne erdhej û kareset negirtina bergiriyan a di dema xwe de dibe sedema mirina mirovan. Ne jiyan, rant esas tê girtin. Zihniyeta rantxwar dibe sedema giranbûna encamên erdhejê.”
 
'Erdogan xwe berpirs nabîne'
 
Pervînê, rexneyên xwe yên ji ber erdhejê yên li desthilata AKP’ê domand û diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê yên rantxwur civakê bi karesetên mezin re rûbirû dihêle û wiha got: “Erdogan berpirsyariyên xwe datîne aliyekî û hin kesan din berpiryar dibîne. Divêqê ew ne hinekin din li desthilatê ne. Em ji vir pirs dikin; ji bo amadehiya erdhejê heta niha wê çi kiriye? We kîjan bergirî girtine? Bacên erdhejê li kurt ên xerckirin? Heke pereyên we ji bo Qenala Stenbolê hene, hûn çima ji bo erdhejê xerc nakin? We ji bo Stenbolê çi kiriye? Hûn neçarin bersiva van pirsan bidin. Gel li benda derketina ji bin kavilê ye wezîrê wan li pêşberî qamereyan bi telefonê şovê dike. Mirov di heyra canê xwe de ne lê ew li pey şovê ne.”
 
'Gelek kes hatin binçavkirin'
 
Di berdewama axaftina xwe de Pervînê, bal kişand ser operasyonên ku di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî parlamenter û hevserokên giştî yên demê yên partiya wan pêk hatibûn û wiha pêde çû: “Darbeya 4’ê mijdarê ya li hemberî parlamenter û hevserokên giştî yên partiya me li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatin. Em çima ji 4’ê Mijdarê re dibêjin darbeya siyasî? Lewre ev operasyona derveyî ya hiqûqê ya dîl girtinê li dijî siyaseta demokratîk û demokrasiyê pêk hatiye. Darbeya 15’ê Tîrmehê bi destê AKP’ê werguherî derbeya siyasî. Ev dîrok jî 4’ê Mijdarê ye. Di nav 4 salan de hevserokên me yên giştî, parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên me jî di nav de nêzî 20 hezar kes hatine binçavkirin û nêzî 10 hezara ji wan bi awayekî bêhiqûq hatine girtin. Şaredariyên me yek bi yek hatin xespkirin. Ev ne bes in, em her roj bi agahiyên binçavkirina şiyar dibin.”
 
'Plan sazîbûna faşîzmê ye'
 
Pervînê, destnîşan kir ku biryara operasyonên li hemberî partiya wan di 30’ê cotmeha 2014’an de di civîna MGK’ê de bi Planê têkbirinê re dest pê kiriye: “Ev plan; 2’emîn Planê Şark Islahatê yê AKP-MHP’ê ye. Plan sazîbûna faşîzmê û înşakirina pergala yekperestiyê ye. 6 sal in li Tirkiyeyê vê planê pêk tînin. Ne tenê li dijî HDP’ê, li dijî hemû hêzên demokrasiyê û civaka sivîl a demokratîk dorpêçkirineke darbeyê heye. Di heman demê de em bi planeke ku hemû civakê kiriye hedef re rûbirû ne.”