Ji bo serdana girtîgehên li Îzmîrê HDP'ê daxwazname da

  • 13:12 2 Mijdar 2020
  • Ramyarî
 
ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyigit a HDP'yî ji ber erdheja li Îzmîrê, ji bo serdana girtîgehan bê kirin daxwazname şand ji Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê, Gulîstan Kiliç Koçyigit, ji ber erdheja bi pîleya 6.8 ya di 30'yê Cotmehê de li Îzmîrê pêk hat girtîgehên li bajêr bir rojeva meclîsê. Gulîstanê ji bo serdana girtîgehan bê kirin daxwazname şand ji Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan. 
 
Di daxwaznameyê de hat gotin her çiqas jî Dadgeha Edaletê daxuyanî dabe û gotibe rewşa girtiyan baş e jî xizmên girtiyan bi fikar in û hat gotin divê komîsyon demildest tedbîrê bigire.