'Îro jî hilbijartin bê kirin wê gel hevserokatiyê hilbijêre'

  • 12:01 2 Mijdar 2020
  • Ramyarî
Safiye Alagaş
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Nevîn Gîrasun diyar kir ku pergala hevserokatiyê ji aliyê pergala mêr ve hedef hatiye girtin û got, "Di hilbijartina 2019'an de jî gel dîsa dengê xwe dan pergala hevserokatiyê. Ji ber ku gel wekheviyê dixwaze. Ger ku îro jî hilbijartin bê kirin wê gel dîsa pergala hevserokatiyê hilbijêre. Em  jî dest ji pergala hevserokatiyê bernadin."
 
Piştî di 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) hatin kirin û di Adara 2019'an de bi hilbijartina ku hat kirin re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 65 şaredarî bi dest xistin vê carî jî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin û tenê 6 şaredarî hatin hiştin. Qeyûmên ku hatin tayînkirin jî wekî qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin jî di serî de êrîşî saziyên jinan kirin û ev sazî girtin. 
 
'Mafê jinê jî heye ku li bajarê lê gotina xwe bibêje'
 
Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê Nevîn Gîrasun, hevserokatiya ku di bin êrîşa îqtîdarê de ye nirxand. Nevînê diyar kir ku ji sedî 50'yê civakê ji jinan pêk tê, lê tevî vê jî civak di bin serweriya mêran de ye.  Nevînê diyar kir ku di civakeke bi serweriya mêr bê birêvebirin de jî qet girîngî ji fikr û nêrîna jinan re nayê dayîn. Lê mafê jinê jî heye ku li bajarê lê dijî gotina xwe û fikra xwe bibêje. 
 
'Jinan li qada siyasetê jî cihên xwe girtin'
 
Nevînê diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya jina ye û wiha berdewam kir, "Ji 1930'î heta 2009'an tenê 85 jin bûne şaredar. Lê piştî sala 2014'an li hemû şaredariyên herêmê pergala hevserokatiyê hat pêkanîn. Hejmara jinên li şaredariyan hatin xebitandin zêde bû.  Jinê dest avêt hemû karî. Li hemû qadên rêveberiyên herêmî jinan cih girt û hatin şaredariyan. Bi pergala hevserokatiyê re jinan ji malê derketin û li qada siyasetê cihê xwe girtin. Nêrîna jinê û ya mêr herdem ji hev cuda ye.  Pergala hevserokatiyê tê wateya ku jin û mêr nava siyaseteke hevpar de cih bigirin. Bi polîtîkayên ku mêr pêş dixin jiyana me tê biteşekirin. Lê bi pergala hevserokatiyê re jinan jî dest bi polîtîkayê kir. Bi vê pergalê re derket holê ku jin çi dixwazin û çi difikirin."
 
'Fikrên jinan jiyanî bûn'
 
Nevînê got ku mêr saziyên pêdiviya jinan bi wan heye tune dikin, piştî pergala hevserokatiyê, strargehên jinan, qadên îstihdamê, navendên piştevaniyê û park ji bo jinan hatin vekirin. Nevînê wiha berdewam kir, "Fikrên jinan jiyanî bûn. Gel li bajêr ev pergal bi xweşbînî pêşwazî kir û piştgirî dayê. Jinan jî dît ku fikrên wan jiyanî dibin. Piştî ku jinan dît fikrên wan jiyanî dibin xwe baş hîskirin û ji malên ku tê de hatibûn hepiskirin derketin."
 
'Hevserokatî ji îqtîdarê re berevajî tê'
 
Nevînê diyar kir ku di pergala hevserokatiyê de biryar hevpar tên girtin û vê pergalê bi xwe re siyaseteke şefaf anî. Nevînê diyar kir ku ji ber  pegala hevserokatiyê bi xwe re demokrasî û siyaseteke şefaf anî ji aliyê zîhniyeta mêr ve nayê qebûlkirin û ev tişt got,"Ji ber ku ev pergal ji aliyê jinan ve hat pejirandin êrîşî jinan tê kirin.  Ev êrîş li dijî destkeftiyên jinê ne. Ji ber ku pergala em tê de dijîn naxwaze jin bibin xwedî gotin û nûnertiyê bikin. Piştî ku qeyûm hatin tayînkrin û şûnde di hefetya yekem de  êrîşî destkeftiyên jinan  kirin, saziyên jinan girtin û mêr tayînî muduriyetê jinan kirin. Herwiha destkeftiyên jinan hedef hatin girtin ji ber ku hevserokatî ji îqtîdarê re berevajî tê."
 
'Pergala hevserokatiyê tevahiya civakê elqedar dike'
 
Nevînê got ku pergala hevserokatiyê tevahiya civakê eleqeder dike  û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Piştî hilbijartinên 2016'an  qeyûm hatin tayînkirin. Lê di hilbijartinên 2019'an de jî disa gel dengê xwe da pergala hevserokatiyê. Ji ber ku gel jinê li wê dixwaze û di baweriya ku divê jin li wê be de ye. Îro dîsa hilbijartin bê kirin wê dîsa gel pergala hevserokatiyê hilbijêre.  Em jî dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Ji ber ku em partiyeke siyaseta şefaf dimeşînin e. Ji ber vê jî em ê bi pergala hevserokatiyê rêya xwe berdewam bikin. Dibe ku ji îqtîdarê re ters be lê xîtabî hemû civakê dike .Civak hevserokatiyê dixwaze .Heta em dibêjin ku divê di partiyên din de jî pergala hevserokatiyê bê pêkanîn."