'Ne tifaqa hilbijartinê tifaqa demokrasiyê hewce ye'

  • 09:06 25 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, bal kişand ser êrişên li hemberî partiya xwe û got: "Partiya me ji roja ku hatî damezirandin heta îro bi êrişan re rûbirû maye. Lê ligel êrişan HDP'ê bêtir xwe bi hêz kir û li ber xwe da. Tenê armancek me heye û ev jî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 8 saliya xwe temam kir û di nava 8 salan de bi gelek êrişan re rûbirû ma. Ji 2016'an heta îro derbarê parlamenteran gelek fezleke hatin amadekirin û parlamenteriya HDP'iyan hatin xistin. Rojên borî jî ji bo 5 parlamenterên din jî 10 fezleke hatin amadekirin. Bêtir jî derbarê parlamenterên jin de fezleke hatin amadekirin. Têkildarê mijarê de parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ji ajansa me re axivî. Semra di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî HDP'ê û berxwedana HDP'ê. 
 
'Me tu carî serî netewand'
 
Semra, destnîşan kir ku HDP partiyek muxalîf e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "HDP li dijî zilm û zardariyê tu carî serî netewand. Bi israr li ber xwe da, li kolanan bi gelê xwe re têkoşîna xwe meşand. Mirov dikare çalakiyên jinan mînak bide. Niha li hemberî jinan jî êrişek mezin heye. Lê jin ligel her tiştî li kolanan tekoşîna xwe meşandin. Çend êrişên li hemberî HDP'ê zêde dibin gel bêtir xwedî li partiya xwe derdikevin û hêza xwe nîşan didin. Me vê tiştî di meşa hezîranê de dît."
 
'Pirsgirêkên civakê nayên çareserkirin'
 
Semra, bal kişand ser îqtîdara AKP'ê û got: "Bi êrişan AKP dixwaze cihê xwe zexm bike. Di anketan de jî derket holê ku AKP êdî nikare li ser piyê xwe bisekîne. ji roja ku HDP hat avakirin heta îro her tim rêya demokrasiyê û wekheviyê da ber xwe. HDP tu carî dev jî mîrateya xwe tavîz neda. Niha li Tirkiyeyê pergala patiyek tenê heye. Êdi tu hikmê partiyên din nîne ji ber ku rexnekirin û pêşnûmeqanûn tên redkirin. Êdî pirsgirêka civakê nayê çareserkirin. Li cihê ku demokrasî tunebe li vir despotizm derdikeve holê. Îqtîdar bi siyasetê rêya demokrasiyê dixitimîne."
 
'Tifaqa demokrasiyê hewce ye'
 
Semra, diyar kir ku gelek endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û girtin û wiha axivî: "Ji hêla hikûmetê vê êrişek berfireh tê meşandin. Kesên ku di sala 2014'an de di Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de cih digirtin hatin girtin. Ev polîtîkayên çewisandinê ne, ev êrişên li hemberî pêkhatiyên partiyê ne û ev êriş li hemberî ol û baweriya ne. Lê em ê ne tenê tifaqa hilbijartinê em ê tifaqa demokrasiyê pêş bixin. 
 
'Divê muxalîf bibin yek'
 
Semra, da zanîn ku divê muxalif tenê di hilbijartinan de nebin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê pirsgirêkên bingehin hene ku divê demildest bên çareserkirin. Yek jî wan pirsgirêka kurd e. Çareseriya vê jî demokratîkbûyî ne. Divê daxwaz bên nirxandin û rêya çareseriyê bên dîtin. Ji bo muxalefetekî xurt em ê li kolanan hêza xwe mezin bikin."