Ebrû Gunay: Dest ji sepanên xwe yên faşîzane berdin

  • 13:49 23 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku ew ê ne komplo ne jî faşîzma îqtîdarê nikaribin dengê HDP’ê qut bikin û wiha got:"Dest ji sepanên xwe yên faşîzane berdin. Yek ji me jî bimîne wê têbikoşe."
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Ebrû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdegirtina polîsan a duh li Amedê bi ser avahiyê wan de pêk anîn û got: "Îqtîdar li dijî siyaseta demokratîk sûckirina xwe didomîne. Heke hêj fêm nekiribûn em dîsa bêjin, hûn nikarin bi van operasyonên bêbinî û derew têkoşîna me têk bibin. Yek ji me jî bimîne wê têbikoşe. Wê ne komplo û ne jî faşîzma îqtîdarê nikaribin dengê HDP’ê qut bikin. Wê nikaribin dengê heqîqeta ku digihîje gelê me asteng bikin."
 
'Navê vê budçeyê jî talan û rantxwirî ye'
 
Ebrû derbarê budçeya sala 2021’an niha li Meclîsê ye jî got: "Li Tirkiyeyê ji her du kesan rojeva kesekî feqîrî û birçîbûn e. Halê esnafan û welatiyan di nava şerpezeyê de ye. Hejmara welatiyên icra li wan vebûye 3 milyon e. Tifaqa bêyom welat muhtacî nan kiriye û welat ber bi felaketê ve dibe. Senaryoya feqîriyê li ser xelkê ferz dikin. Ferqa budçeya sala 2020’an tenê ew e ku deyn çêkiriye. Navê vê budçeyê jî talan û rantxwirî ye. Em ê jî wek HDP’ê ji bo budçeya gel têbikoşin." 
 
'Hûn ê bibînin qeyûm çi talan kiriye'
 
Ebrû anî ziman ku ew ê nelirêtiyên qeyûman ên li ser şaredariyên wan her eşkere bikin û got: "Ji diziya li hundirê şaredariyên me têr nabin. Dest ji îlegalîzekirina xebat, xebatkar û partiya me berdin. Heke hûn li sûc digerin, tenê li kirinên qeyûmê Mêrdînê Mûstafa Yaman binêrin wê her tişt eşkere bibe û hûn ê bibînin qeyûm çi talan kiriye."
 
'Hiqûqek cuda tê sepandin' 
 
Ebrû da zanîn ku li ser siyasetmedarên HDP’yî hiqûqek cuda tê sepandin û got: "Her endamek darazê ku tayîn dikin, di hedefa wan ewil de HDP û nûnerên HDP’ê hene û krîmînalîze dikin û xebatên me sûcdar dikin. Lê em ji bîr nekin hiqûq ji bo me hemûyan lazim e. Hûn îro bi hêza xwe bawer in lê siberoja xwe ji bîra nekin. Dest ji sepanên xwe yên faşîzane berdin."
 
'Qebûl bikin ku hûn nikarin bi rê ve bibin'
 
Ebrû  destnîşan kir ku guhertina gelek pergalên li Tirkiyeyê nîşaneya krîza nebirêvebirinê ye û got: “Ez bang li tifaqa AKP-MHP’ê dikim; bi rastî jî hûn dixwazin Tirkiyeyê ji vê krîzê rizgar bikin û rêya xelasiyê digerin, ya îstîfa bikin ya jî qebûl bikin ku hûn nikarin bi rê ve bibin û biryara hilbijartina pêşwexst bigirin. Gelên Tirkiyê vê yekê ji we dixwaze û li benda we ye.” 
 
'Li dijî penaberan sûc tê kirin' 
 
Ebrû bal kişand ser pirsgirêka penaberan jî û got li dijî penaberan sûc tê kirin û xwest dawî li vî sûcî were anîn. 
 
Peymana Şengalê 
 
Ebrû  di dawiya axaftina xwe de ji bo Peymana Şengalê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de hatiye îmzekirin bi kurdî daxuyanî da û wiha got: 
 
“Bi peymana Şengalê dixwazin cardin gelê Şengalê bi fermanan re rû bi rû bihêlin
 
Ez dixwazim ji bo mijarekê jî bi kurdî biaxivim. Wek hûn jî dizanin, çend roj berê, derbarê Şengalê de peymanek hat îmzekirin. Ew peyman beriya her tiştî îradeya gelê Şengalê nas nake. Ew peyman, ji bilî nûnerên Êzidiyan û gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Dixwazin bi wê peymanê hêza xweparastinê ya Şengalê ji holê rakin. Gelê Şengalê cardin bi fermanan re rû bi rû bihêlin.
 
Êrişên qirêj ên li hemberî Şengalê li ber çavên dinyayê pêk hat
 
Belê, 6 sal berê, Şengal ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî ji aliyê dijminên mirovahiyê ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi hezaran jinên Kurd ên Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin û êrişeke mezin li dijî rûmeta Êzidiyan û hafizeya Êzidiyan hate pêkanîn. Ev êrişa qirêj li ber çavên dinyayê hat kirin.
 
Îradeya gelên Şengalê nas bikin!
 
Peymanên ku li ser maseyan û li pişt perdeyan hatine îmzekirin û îradeya Êzidîyan nas nakin, bi ser jî nakevin. Di 6 salên dawî de me dît ku Êzidî dixwaze bi hêza xwe ya parastinê, bi awayekî xweser xwe îdare bike. Em bang li hêzên ku peymanan li ser Şengalê îmze dikin:
 
Peymana Şengalê bi giştî Başûr dixe bin talûkeyê
 
Îradeya gelê Şengalê nas bikin, mafê xweseriya Êzidîyan nas bikin, qebûl bikin. Bi van peymanan Êzidî bi komkujî û fermanan re rû bi rû nehêlin. Û divê baş bê zanîn, ew hêzên ku îro li ser Şengalê bûne parçeyek peymanan, temamê Başûr jî dixin bin.”