Komîsyona Jinan a PE'yê û jinên HDP'î hevdîtin kirin

  • 13:05 23 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Dîplomasiya Jinan a HDP'ê û Seroka Komîsyona Wekheviya Jinê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Regner re hevdîtine kir.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca, endama Koordînasyona Jinê Feray Mertoglû û Nûnera HDP'ê ya li Elmanyayê Leyla Îmret bi rêya înternetê bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jinê ya Parlamenta Ewropayê (PE) Evelyn Regner re hevdîtinek çêkirin.
 
Ayşe bal kişand ser êrişên li dijî jinên kurd û got: "Bi taybetî destavêtin û destdirêjiya bi destê hêzên dewletê li bajarên kurdan tên kirin. Ev yek rêbaza şerê taybet e. Çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er li Êlihê hat berdan. Divê ew tevî jinên li cîhanê têkoşîna hevpar mezin bikin."
 
Evelyn jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê nîşan da.