Leyla Arzu Îlhan: Bi hevpeymanê amadekariya fermaneke nû dikin

  • 09:05 21 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
Leyla Ozçuk 
 
MEXMÛR - Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku hevpeymana Bexda û Hewlêrê tê wateya amadekariya fermanek nû û got: "Bi tifaqên qîrej, li hemberî Şengalê bûn yek, li pişt deriyan biryar girtin û dixwazin çand û hebûna Êzidiyan tune bikin." 
 
Di navbera hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de li ser Şengalê di 9'ê Cotmehê de hevpeymanek hat îmzekirin. Derbarê hevpeymanê de heta îro gelek şîrove û nirxandin hatin kirin. Sazî, dezgeh û rêxistinên sivîl bertek nîşanî hevpeymanê dan. Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzu Îlhan mijara hevpeymanê ji ajansa me re nirxand. 
 
'Êrişê nirx û hebûna Gelê Kurd dikin' 
 
Leyla Arzu Îlhan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li hemberî her çar parçeyên Kurdistanê û got: "Gele Kurd û tevahî mirovahiyê di sala 2020’an de pêvajoyekê pir dijwar û hesas jiyan. Pergala kapîtalîst niha li tevahiya cîhanê di nava krîzê de ye. Dema em bûyer û lîstokên di sedsala 21’an de dinirxînin em dibînin ku pergala kapîtalîst li hemberî Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê di nava lîstîkon de ne. Bi van lîstokan xwe didin diyar kirin ku paradîgmaya netewî ya demokratîk a Rêber Apo bi tu awayî qebûl nakin û êrişê dikin. Mirov dikare beje hewldana dagirkirina xaka Kurdistanê û qirkirina jin û zarokan berdewam dike. Bi destdirejiya li hemberî jin û zarokan nirx û hebûna Gele Kurd tûne dikin."
 
'Em êdî di bin siya mirinê de najîn..!'
 
Leyla Arzu, nêzîkatî û helwesta hikûmetên Bexda û Hewlêrê ya li hemberî Şengalê wiha şîrove kir: "Dema mirov êrişên dijmin a li hemberî rojavayê Kurdistanê dibîne, mirov dikare bêje ku Gelê Kurd ji neteweyên cuda qut dikin. Mirov dikare mînaka Şengalê bide, tifaqên qîrej li hemberî Şengalê bûn yek û li pişt deriyan biryaran digirin. Êrişê çanda Êzidiyan dikin û dixwazin civakê tune bikin. Civaka Êzidî heta 2014'an her tim di nava tirs û fikara qirkirin û fermanekê nû de dijiyan. Çeteyên ku ji aliye hêzên hegemon ve hatî avakirin êrişê başûr û rojavayê Kurdistanê kirin. Civaka Êzidî jî di vê salê de bi fermana 73’yan ve rûbirû man. Di êrişê de bi hezaran kes hatin kuştin û gelek jin û zarok hatin revandin. Lê piştî fermanê Êzidî gotin 'Em ne amûrên desthilatdariyê ne. Em êdî di bin siya mirinê de najîn, em ê li ser xaka xwe bi pêşengiya fikr û ramanê Rêber Apo de azad bijîn.' Ev helwestek zelal û girîng bû." 
 
'Êrîşên li hemberî Mexmûr û Şengal ji hevdû qut nîne'
 
Leyla, diyar kir ku niha amadekariya fermanek din dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî êrişê Şengalê kirin berê xwe dan Wargeha Penaberan a Mexmûrê. Ji ber ku Mexmûr û Şengal ji hevdû qut nagirin dest. Mirov nikare hevpeymana PDK’ê û Îraqê ya ser Şengalê û êrişên sala 2014'an ji hev cuda binirxine. Ger mirov ji hev qut bigre, tifaqên qirej yên li hemberî Şengalê nebîne. Hezên dagirker û emperyal bi hinceta parastina Şengalê dixwazin berdewamiya fermana 73'yan pêk binin. Her wiha niha bingeha amedekariya fermana 74'an a li hemberî Şengalê dikin. Lê şêniyên Şengalê ew 6 sal in ji xwe li ber xwe didin."