Parlamenterên HDP'ê bertek nîşanî fezlekeyan dan

  • 09:04 21 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
ŞIRNEX/AMED - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, têkildarî êrîşên li dijî partiya xwe û fezlekeyên derbarê parlamenterên wan de hatine amdekirin ji ajansa me re axivî. Nuranê diyar kir ku AKP'ya kaosa siyasî dijî siyaseta kurd tune dihesibîne û her gava ku diavêjin di be fezleke. Herwiha parlamentera Amedê Remziye Tosun jî got ku ji bo wan tu wateya fezlekeyan tune ye.
 
Îktîdara AKP her roj bi rêbazên cuda cuda êrîşî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike. AKP'ya ku dixwaze pêşiya HDP'ê bigire vê carê jî dixwaze destnedayîna parlamenterên HDP'ê rabike. Di vê çarçoveyê de derbarê 5 parlamenterên HDP'ê de bi daxwaza rakirina destnedayîna parlamenteriyê 9 fezlekeyên nû hatin amadekirin û fezleke pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatine kirin. Fezleke vê carê derbarê Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan, ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari,  ya Amedê Remziye Tosûn,  yê Agirî Abdullah Koç û yê Şirnexê Hasan Ozguneş de hatin amadekirin. Her wiha derbarê Remziye Tosûn de ne tenê fezlekeyek 5 fezleke hatine amadekirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê  Nuran Îmîr û ya Amedê Remziye Tosun têkildarê fezlekeyên hatin amadekirin û êrîşên li dijî partiya xwe ji ajansa me re axivîn.
 
Nuranê, anî ziman ku ji Partiya Kedê ya Gelan(HEP) heta HDP'ê nêzî 30 salan e siyaseta kurd li Tirkiyê tune hatiye hesibandin û  dixwazin gel bê vîn bihêlin. Nuranê, got ku parlamenterên ku nûnertiya molyoan mirov dikin li hemberî wan darazê wekî tehdît bi kar tînîn û ev tişt got: "Li dijî hilbijêr û parlamenteran bi salan e polîtîqayên kirine dewerê. Ev polîtîqa heta girtin û qetilkirinê çûne. Îqtîdara ku zordestiyê li hilbijêran dike, parlamenteran jî bi fezlekeyan asteng dike. Her gava ku em davêjin li me  wekî fezleke vedigere. Ev jî tê wateya înkar û bêtehemûliyê. Di dema Partiya Kedê ya Gel (HEP) de jî destnedayîna Leyla Zana, Orhan Doganan hat rakirin û ji meclîsê hatin derxistin. Piştre jî cezayê bi salan ê girtîgehê li wan hat birîn.  Ev pêkanînên antî demokratîk ên li hemberî siyastea kurd nayên qebûlkirin.  Kurd bi syaseta xwe daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd û Tirkiyeyek demokratîk dikin."
 
‘AKP'ya kaosa siyasî dijî êrîş dike'
 
Nuranê, got ku bi kesên bi HDP'ê bawar re dikevin pêvajoyeke nû ya têkoşînê û wiha berdewam kir, "Di sala 2016'an de dîroka îmha û înkara Gelê Kurd dûbare bû. Li bajêran aktorên siyasî yên kurd hemû hatin beralîkirin û di qada siyasetê de gelek hevalên me yên xebatkar hatin girtin û qetilkirin. Bi hêstên faşîzan kevneşopiya îmha û înkarê dane berdewam kirin. Em bi dewleteke ku naxwaze tiştan bigûherîne re rû ne. Dixwazin qada siyasetê li HDP'ê qedexe bikin û dema em li kolanan digerin dibe sedema fezlekeyan. Bi polîtîqayên bêrûmetkirin, nenasîn û tunehesibandinê re ji gel re peyama 'ger hûn hilbijêrin  dê wiha be didin. Îqtîdara AKP'ê ku kaosê dijî bi van polîtîqayan nîşan dide ku ber bi tunebûne ve diçe û êrîşî HDP'ê dike."
 
‘Her gavek ji bo me fezleke ye'
 
Nuran, bal kişand ser fezlekeyên di derbarê parlamenterên HDP'ê de hatine amadekirin û wiha got: "Ev fezleke carna bi awayek trajîk dertên pêşiya me. Ev fezleke gelek caran bi naverokên vala tên pêşberî me. Mînak carna dema em parlameter tevlî daxûyaniyên hevserokên xwe dibin û bertek nîşanî wan nadin derbarê me de fezleke tên amde kirin. An jî li ser medyaya civakî ji ber em parvekirinên Navenda Giştî ya HDP'ê diecibîn derbarê me de fezleke tên amadekirin. Gelek mînakên bi vî rengê û trajîkomîk hene. Ji bo ku em bibin dengê gelê xwe me li qada siyasetê cih girt. Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gel.  Daxwaza gel ji bo me wek talîmatekê ye. Em li Tirkiyê partiya 3'emîn in û ev êrîş nikarin gavê bi me paşve bidin avêtin. Em dengê jinan, ciwanan, kedkaran û kesên tune tên hesibandinan in. Em hemû kes in.  Avabûna HDP'ê ji hemû gelan re bû hêvî. Bingeha gûhertinê amade kir."
 
‘Siyaseta AKP'ê di şexsê Musa Orhan de yekker bûye'
 
Nuranê, di derbarê lêpirsîna kesên heqaret lê kiribûn de jî wiha got: "Ji ber ku em pêkanînên îqtîdarê nas dikin tişta dike me matmayî nahêle. Dîtina Serdozgerê Komarê ya Enqereyê piştî dawetê li qesrê  nîşan dide ku daraz ne serbixwe ye.  Bi taybet êrîşên ku li herêmê li ser jinan pêk tên û tecawiza li wan tê kirin polîtîkayên tên pêkanîn aşkera dikin.  Siyaseta AKP'ê bi kesayeta Musa Orhan re bûye yek.  Biryara bêşopandinê ya ku derbarê dozê de hat dayîn şerma AKP'ê ye. Lê em jin li hember van hemû pêkanînan qadên têkoşînê naterikînin." 
 
'Fezleke ji bo min bê wate ne'
 
Remziye Tosun a ku derbarê wê de 43 fezleke hatine amadekirin jî li ser fezlekeyan ev nirxandin kir: “AKP û MHP bi polîtîkayên faşîst dixwazin pêşiya hemû siyasetên muxalîf û demokratîk bigirin. Tenê serdestiya xwe dikin. Derbarê min û hevalên min de fezleke hatin amadekirin. Sedema amadekirina fezlekeya beşdarbûna min a cenazeya şehîdên demokrasiyê ye. Ez fezlekeyên ji bo min hatine amadekirin nas nakim  û bêwate ne.”
 
 ‘Em ê li kolanan bin’
 
Remziye, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mezinkirina têkoşînê û wiha axivî: “Niha di rojeva me de kampanyaya TJA’yê ‘Em xwe diparêzin’ heye. Jin tenê xwe ji tacîz û destdirêjiyê naparêzin, jin xwe ji hişmendiya îqtîdar û binbeşên îqtîdarê diparêze. Niha em xebatên xwe li kolanan dimeşînin û xebatên me jî rastî eleqe û xwedîderketineke mezin tên. Mînaka vê ya herî dawî jî salvegera damezirandina HDP’ê bû. Divê bê zanîn ku em ji fezleke, binçavkirin, girtin û sirgunan natirsin.”