Pervîn Bûldan: Me têkoşîneke bi hêz derxist holê

  • 15:01 20 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Di civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldar axivî û got: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz bi jinan re ava kirin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Di civîna koma HDP’ê de, dowîzên “Peymana Stenbolê dide jiyîn” ên bi kurdî û tirkî li salonê hatin daliqandin. Parlamenterên jin ên HDP’ê jî, rûpoşên xemrî yên li ser “Peymana Stenbolê pêk bînin” nivîsandibû dan ber rûyê xwe. 
 
Pervîn di civînê axivî û bal kişand ser 8’emîn salvegera avakirina HDP’ê û diyar kir ku HDP ji bo çareseriya pirsgirêkan, modela herî girîng e. Pervîn, di axaftina xwe de bal kişand ser xespkirina destkeftiyên jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me siyaset û têkoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin. Em di her qadê de pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Li dijî zayindperestiyê, HDP û siyaseta wê veguherî rengê jinê. Di hemû hilbijartinên welat de, di partiya me de jin bûn parlamenter û hevşaredar. Li tevahiya cîhanê, yekemîn car me di parlamentoyê de, Koma Jinan ava kir. Vaye îro ev koma parlamentoyê, civîna koma jinên azad li dar dixe. Em jî di vê çarcoveyê de avakirina xwe silav dikin.
 
Êrişê destkeftiyên jinan dikin
 
Ji ber vê tifaqa zilam a AKP û MHP’ê bi taybetî êrîşê têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan dike. Bi pêkanînên xwe yên xespkar, armanc dikin ku pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev holê rabikin. Pergala hevserokatiyê di encama têkoşîna jinan de hatiye qezenckirin. Bi vê pergalê jin beşdarî pêvajoya siyasî û polîtîk dibin. Ji ber vê hevşaredarên me binçavkirin, ji peywirê girtin û kirin girtîgehan. 
 
Em ê teqez hesabê bipirsin 
 
Lê em baş dizanîn ku hevserokatî ne sûce. Mafê nûnertiya wekhev a jinê tu carî ne sûce. Yên ku dixwazin vê yekê ji holê rakin, bixwe sûc dikin. Operasyonên wan ên bêmaf û bêhiqûq sûc in. Em dixwazin bînin bîra kesên dixwazin hevserokatiyê rakin; Bi vê yekê hûn di heman demê de, îdîanmeyên xwe û dosyayên xwe yên sûc amade dikin. Bi rastî jî hûnê li hemberî edaletê hesab bidin jinan. Teqez emê van rojan bibînin. Em li hemberî vê zordestiyê bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe ya îtîrazê mezintir bikin. Teqez em ê hesap ji dagirkeran bipirsin. Çawan ku me dest ji jiyanê berneda, em ê wisan jî dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Em ê vî welatî, teslîmê yek serokatiyê nekin.
 
Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin
 
Hêza guhertine û cesareta tê xwestin, bêguman li gel me heye. Hêza derbaskirina siyaseta zilam, li gel me jina ne. Çi dema ku em jin li dijî vê tifaqa zilam a faşîst bibin yek, wê demê dê jiyan qezenc bike, azadî pêk bê, paşeroj wê qezenc bike û hemû welat dê qezenc bike. Rizgarî bi hêz û biryardariya jinê ve girêdayî ye. Çi dibe bila bibe, teqez em ê vê yekê bi ser bixin û em necarin bi ser bikevin.”