‘Hevpeymana Bexda û Hewlêrê pêşeroja Şengalê dixe metirsiyê’

  • 09:03 19 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
Raperîn Bekir 
 
ŞEHBA - Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Efrînê Eyşe Sîdo bal kişand ser hevpeymana ku di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê pêk hatî û got: "PDK'ê û hikûmeta Îraqê bi hevpeymanekê dixwazin carek din serweriya xwe li ser Şengalê bikin, lê Şengal wê tu carî vê hevpeymanê qebûlnekin û bi îradeya xwe bijîn." 
 
Di 9'ê Cotmehê de di navbera hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ve derbarê Şengalê de peymanek hat amadekirin. Ev peymana ku hat amadekiri bi bertek û nerazîbûnan ve rûbirû ma. Derbarê mijarê de jî sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên xwe anîn ziman. Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Efrînê Eyşe Sîdo jî mijara peymanê ji ajansa me re nirxand. 
 
Eyşeyê di destpêka axaftina xwe de fermana sala 2014'an ku bi hezaran mirovên Şengalê ber bi komkujiyan ve rû bi rû hiştibû şermezar kir û wiha got: "Mirov di dîrokê de dibîne ku hikûmeta Iraqê her tim li hemberî Şengalê heman rêbazên tunekirinê pêk aniye. Di sala 2014'an de tevî ku bi hezaran leşkerên hikûmeta Iraqê li Şengalê bi cih bibûn, lê bi êrîşên komên çeteyên DAIŞ'ê re Şengal û civaka Êzidiyan radest kirin. Fermana ku di sala 2014'an de li Şengalê pêk hatibû bi rêya îxaneta hikûmeta Iraqê jî bû. Her wiha piştî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî Şengalê bûn, Êzidiyan ji komên çeteyên DAIŞ rizgar kirin û bi rêxistinkirin. Niha ji dixwazin carek din li Şengalê qirqirinek din pêk bînin." 
 
'Bê îradeya Şengalê hevpeymanan çêdikin'
 
Eyşe, da zanîn ku hikûmeta Iraqê bi hinceta ku dê Şengalê rizgar bike ket hewldanekê wisa û wiha pê de çû: "Bi êrîşên ku di sala 2014'an de li ser Şengalê de pêk hatine, leşkerên Iraqê ji Şengalê reviyan. Bi hezaran hêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê canê xwe ji bo rizgariya Şengalê feda kirin. Îro piştî 6 salan hikûmeta Iraqê bi armanca pêkanîna planên xwe yên serweriya li ser Şengalê, carek din bi hinceta rizgarkirina Şengalê bê îradeya gel, hevpeyman bi PDK'ê re dide meşandin. Hevpeymana ku di navbera Iraq û PDK'ê de rewşa Şengalê dixe metirsiyê de." 
 
'Şengalê wê pilanên PDK'ê û Îraqê vala derbixîne'
 
Eyşeyê di nava axaftina xwe de tekez kir ku tenê bi projeya netewa demokratîk civaka Şengalê wê her parastî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi felsefeya netewa demokratîk ya ku ji ramanên Rêber Apo hatiye pêşxistin, gelê me rêya azadiyê û xelasiya ji qirkirinan ji xwe re hilbijartin. Ji ber ku tenê parastin û rêxistinbûyina civaka Şengalê bi felsefeya netewa demokratîk misoger dibe. Li hember plan û hevpeymanên hikûmeta Îraq û PDK'ê Şengalê dê van planan vala derbixîne û bi rêxistinkirinê wê xwe ji qirkirinan biparêze." 
 
'Li cihê ku îradeya gel lê hebe hewce bi hikûmetan tune ye'
 
Eyşe wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hikûmeta Iraqê qebûl nake ku Şengalê xwe bi rêve bibe, gelek hewildan û planan dike da ku dîsa serweriya xwe li ser Şengalê bike. Li cihê ku îradeya gel lê hebe hewce bi tu hikûmetan dê tune be. Di nava tevlîheviya ku tê jiyîn de ji bo ku em xwe ji lîstokên dijmin biparêzin xwedîderketina li keda 6 salan, meşandina siyaseta rast û yekîtiya Gelê Kurd bi taybet kurdên Êzidî girîng e."