Meral Daniş Beştaş: Qedexekirina şanoya 'Bêrû' sosret e

  • 16:16 14 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê de bal kişand ser geşedanên di rojevê de û got: "Qedexekirina lîstika şanoyê ya 'Bêrû' sosret e. Lîstik ji ber ku bi kurdî ye hat qedexekirin."
 
Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Meral bi bîr xist ku ji 65 şaredariyên wan 6 şaredarî di destê wan de mane û got: “Ev yek êrişa li dijî îradeya gel e. Li dijî destkeftiyên me darbeyek mezin tê kirin.” 
 
Meral bal kişand ser binçavkirina Dayikên Aştiyê yên li Rihayê û got: “Binçavkirina dayikan nîşaneya neheqiyê, bêhiqûqiyê û tundiyê ye. Wê nikaribin ser vê tundiyê bigirin.” Meral bal kişand ser krîza aboriyê jî û got: “Rojeva sereke ya Tirkiyê krîza aborî ye. Bi daneyan dileyizîn. Dixwazin tabloya felakete biguherînin. Dixwazin tabloyek wek cejnê çê bikin. Her ku krîza aborî kûr dibe gotinên rayedarên îqtîdarê jî cuda dibe. Aborî felaketê bi xwe re tîne. Yek ji krîzên dîrokî pêk tê. Ji bo başkirina rewşa aborî bang li muxalefetê dikim, divê muxalefet krîza aboriyê, hejarî, birçîbûn û feqîriya xelkê bike rojeva sereke." 
 
Meral, bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên derbarê guhertina odeyên pîşeyî û got: “Îqtîdar dixwaze di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe ava bike. Îqtîdara ku di her mijarê de tekperestiyê dike lê radibe odeyên pîşeyî dabeş dike. Hûn ji odeyên pîşeyî çi dixwazin? Beriya AKP’ê jî odeyên pîşeyê hebûn. AKP biçe jî wê odeyên pîşeyê hebin. Derdek mezin ê vê îqtîdarê bi rêxistinên sivîl re heye. We pîşeyan qedand niha jî dorê anîne ser odeyên pîşeyê. Ne wê baro serê xwe deyne û ne jî wê odeyên pîşeyê serê xwe bitewînin. Hûn di vê mijarê de dawî li xwe tînin." 
 
Meral, destnîşan kir ku qedexekirina lîstika şanoyê ya “Bêrû” ya aydê Teatra Jiyana Nû ya ji aliyê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve pêk hatiye sosret e û got: “Lîstik ji ber ku bi kurdî ye qedexe kirine. Angaşt kirine ku wê pergala cemaweriyê xera bike. Wê çawa xera bike? Ji serî heta binî cahîltî, nezanî, nijadperestî û dijminatî ye. Em bi tabloyek wiha re rûbirû ne. Heke hinek rûyê wan hebe bila Waliyê Stenbolê û Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî lêborînê bixwazin. Em bang li wan dikin ku îstafa bikin.”