Feleknas Uca qedexekirina mafê telefonê bir rojeva Meclîsê

  • 13:11 10 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Piştî qedexekirina çûyîna parêzeran a 6 mehan, vê carê jî mafê hevdîtina telefonê bo 6 mehan hat qedexekirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca mijara qedexeya telefonê bir rojeva Meclîsê. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li cem wî tên ragirtin. Hat zanîn ku hevdîtina wan bo telefonê hatiye qedexekirin. Hat zanîn ku biryara sînorkirina hevdîtina telefonê ji aliyê Serokatiya Desteya Çavdêrî û Îdareya Miduriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê ve hatiye girtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca mijara qedexeyê bir rojeva Meclîsê. Feleknes pirsnameyek da Wezîrê Edalêtê Abdulhamît Gul.