Tulay Hatîmogullari: Em ê ji bo eniya demokratîk têbikoşin

  • 09:07 5 Cotmeh 2020
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Cîgira Hevserokên HDP'ê Tulay Hatîmogullari li ser "operasyona Kobanê" û têkoşîna ku wê di pêşerojê de bidin nirxandin kir û got, "Me biryar da ku em hemû xebat û bernameyên xwe ji bo eniyeke demokratîk a li dijî faşîmê ku ava bikin bimeşînin." Herwiha Tulayê diyar kir ku ew hewl didin bernameyeke li dijî tundiya li ser jinê jî amade bikin.
 
Di çarçoveya "lêpirsîna Kobanê" de li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku hat destpêkirin 20 siyasetmedar hatin binçavkirin û ji wan 17 kes hatin girtin. Cîgira Hevserokên HDP'ê Tulay Hatîmogullari derbarê nexşerêya HDP'ê, têkoşîna wê û planên ku dikin de ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Dosyayaya hesap pirsînê ye'
 
Tulayê got ku siyasetmedarên di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin di serdemên berê de îfadeya wan derbarê mijarê de hatiye girtin û wiha berdewam kir, "Ev dosya ne dosyayek hiqûqî ye. Divê ev dosya wekî dosyaya hesap pirsînê ya îqtîdara AKP-MHP'ê ku lidijî HDP'ê vekirine bê destgirtin. Tê dîtin ku AKP bi rêya hilbijartinê nikare HDP'ê li paş bihêle û herkes jî dizane ku rola HDP'ê ya di muxalefetê de girîng e. AKP êdî di ferqa ku nikare bi tena  serê xwe bibe îqtîdar de ye û ji bo wê jî dixwaze muxalefeta heyî parçe bike."
 
'Îradeya gelan tune dihesibînin'
 
Tulayê diyar kir ku wê tundî û operasyon berdewam bikin û wiha berdewam kir, "Em dizanin ku wê AKP ji ser ya xwe danekeve, ji ber ku rejîma îstîpdatê ava dikin û dixwazin faşîmzê li vî welatî mayînde bikin.  Pilanê wan ê li dijî HDP'ê yê krîmînalîzekirinê, tehdît û rehîngirtinê di destên wan de ma. Ger îro HDP'yek ku bi hezaran endamên wê di girtîgehan de ne hîna jî hebûna xwe berdewam dike wê demê êdî ew bûye gel.  Ji ber ku hêza xwe ji gel digire .Di rojên borî de serokomar got,'hebûna wan û tunebûna wan ferq nake'. Em dizanin ku ev gotin tenê ji bo kadroyên HDP'ê nehatiye gotin. Di heman demê de ji bo 5-6 milyon hilbijêrên wê hatiye gotin. Ji ber ku HDP nûnertiya bi milyonan dike. Îqtîdar bi vê helwesta xwe hemû hilbijêrên wê tune dihesibîne."
 
'Dibe ku destnedayîn bên rakirin'
 
Tulayê got ku ji aliyê Serdozgerya Komarê ya Enqereyê ve derbarê 7 parlmenteran de fezleke hatine madekirin, li bendê ye ku di rojên pêş de van fezlekeyan bişînin meclisê û ev tişt got, " Tê gotin ku ji van fezlekeyan yek jê derbarê Hevseroka Giştî ya DHP'ê Pervîn Buldan de ye. Li gel vê dibe ku derbarê parlamenterên din de jî fezleke bên meclisê. Dema ku fezleke bên meclisê jî wê rakirina destnedayînê bê rojevê."
 
'Li dijî tezkereyên şer sekna me diyar e'
 
Tulayê anî ziman ku çawa meclis vebûye tezkere anîne ber wan, lê sekna HDP'ê ya di vî warî de jî net e û wiha berdewam kir, "Em partiyeke ku hem li Tirkiyeyê hem li herêmê û hem jî li cîhanê aştiyê diparêzin.  Ji bo tezkereyên ku bên berê me helwesteke çawa nîşan da em ê dîsa heman helwestê nîşan bidin û em ê ji tezkereyên şer re jî bibêjin 'na'. Di van rojan de li bendê ye ku tezkereyê n ji bo Sûriye, Iraq, Lîbya û Malîyê bên. Lê herkesî ji ber şerê li Sûriyeyê rewşa şer ji nêz ve dît."
 
'Em ê li dijî siyaseta şer siyaseta aştiyê bimeşînin'
 
Tulayê anî ziman ku ew li dijî şerê li Iraqê û li başûr tê meşandin jî û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Dibêjin 'em şerê PKK'ê dikin'  lê li wê gundan topebaran dikin. Lê tehemûla me ji kuştina tu kesî re nemaye. Tirkiyeyê ji bo Lîbyayê jî şeşkerên xwe şandibûn û niha jî dişîne Azarbaycanê. Ji bo şerê Azarbeycan- Ermenistanê jî heman rewş mijara gotinê ye. Em vê rewşê nikarin qebûl bikin. Em ê li dijî siyaseta şer siyaseta aştiyê pêş bixin."
 
Dîmenên ber şaredariya Qersê ku qeyûn tayînî wê kirin
 
Tulayê bal kişand ser nimêja ber Şaredariya Qersê ku piştî hevşaredar Ayhan Bîlgen hat girtîn jî û ev tişt got, "Ev rewş di mijara Ayasofyayê de ketibû rojevê. Ev rewşa belavkirina dîmenên nimêjê êdî bûye kevneşopiya AKP'ê.  Di serdema AKP'ê de ola Îslamê bûye amûrê siyasetê.  Lê em van li cihên cuda jî dibînin. Li hemberî jinan jî bi polîtîkayên derxistina fetwayên li ser bedena jinê, êrîşa zayendî li dijî zarokan re ku tên pêşxistin dîsa ol tê bikaranîn. Em êdî di ferqa ku rejîma îstîbdatê li di ser jinan re tê pêşxistin de ne. Divê herî zêde derdorên Îslamî bersîva van pêkanînan bidin." 
 
Niqaşên di MYK'ê de
 
Tulayê bal kişand ser niqaşên di Lijneya Navendî ya Rêveberiyê (MYK) de ên piştî gitinên ji ber Kobanê û wiha got, "Di  van niqaşan de derket holê ku ev pêkanînên ji bo amadekariya hilbijartinê ne û dewlet dixwaze dîsa bi darê zoarê di hilbijartinên bê de bi serkeve. Êdî tê dîtin ku AKP bi rêya hilbijartinê nikare HDP'ê li paş bihêle û herkes jî dizane ku rola HDP'ê ya di muxalefetê de girîng e. AKP êdî di ferqa ku nikare bi tena  serê xwe bibe îqtîdar de ye û ji bo wê jî dixwaze muxalefeta heyî parçe bike. Em li dijî van hemûyan banga eniyeke hevpar a demokratîk ya têkoşînê dikin û ji bilî vê jî tu rêyeke me ya din tune ye."
 
'Destkeftiyên ji dest me hatine girtin em ê paşve bigirin'
 
Tulayê herî dawî bal kişand ser Peyman Stenbolê û wiha axaftina xwe bi dawî kir, "Bi taybetî peymana stenbolê bûye rojeva serkeke ya îqtîdarê. Di bin navê 'em jinan diparêzin' de, daxuyaniyan didin. Lê em dizanin ku qirkirina jinan di serdema AKP'ê de gelek zêde bûye. Hemû destkeftiyên ku ji destên me hatine girtin hemê hemûyan paşve bigirin."