Serokwekîla HDP'ê Meral: Hûn dixwazin tola çi ji me bigirin?

  • 16:34 28 Îlon 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Derbarê operasyona “Lêpirsîna Kobanê” de serokwekîlên HDP'ê li meclîsê daxuyaniyek dan. Meral Daniş Beştaş, di daxuyaniyê de got: "Em baş dizanîn ku bi vê operasyonê hûn dixwazin tola çi ji me bigirin. Ev tolgirtina 7’ê Hezîranê ye, 1’ê Mijdarê ye, 31’ê Adarê ye û 23’yê Hêzîranê ye."
 
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, derbarê operasyona “Lêpirsîna Kobanê” de ku li dijî endam û rêveber û parlamenterên berê yên partiya wan pêk hatibû, li meclisê daxuyanî dan. 
 
Sarûhan, bertek nîşanî dirêjkirina dema binçavkirina siyasetmedaran da û got: “ Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Ne hiqûq û ne jî darazê li holê hiştine. Her tişt bi biryarên dadgehên ku bûne komîsyonên hiqûqê yên qesrê tên kirin. Ev desthilat desthilateke tasfiyekar e. Ev desthilat, hevrika xwe ya siyasî HDP’ê nikare bi rêya siyasete têk bibe. Ji ber vê sedemê darazê bi kar tîne û hewl dide HDP’ê tasfiye bike. Ev pêkanîneke derveyî hiqûqê ye. Ev operasyoneke tolhildana siyasî ye. Tola 7’ê hezîranê dixwazin îro bigirin. Konjoktura îro pêwîstî bi tolhildana vê dibîne.”
 
Meral jî diyar kir ku bi girtina 29 kesan hûnê nekarin HDP’ê bêdeng bikin û wiha got: “Çawan ku heya niha hemû operasyonên we pûç bûn, wê ev operasyona we jî têk biçe. Hûn li dû xeyalane. Em baş dizanîn ku bi vê operasyonê hûn dixwazin tola çi ji me bigirin. Ev tolgirtina 7’ê Hezîranê ye, 1’ê Mijdarê ye, 31’ê Adarê ye û 23’yê Hêzîranê ye. Duh bi şev 3 siyasetmedarên dibin çavan de jehrî bûn. Ev hevalên me rakirin nexweşxanê, lê destûr nehat dayîn ku parêzar biçin hevdîtina wan. Ev nêzîkatiyek dijî mirovahiye û ne hiqûqiye. Ev rewşekê îşkencê ye. Divê tavilê hevalên me bên berdan. Em ê weke HDP’ê, hîn zêde xwe pêş de bibin.”