Meclîsa Jinan a HDP’ê: Xwe û parastina xwe ya cewherî rêxistin bikin

  • 09:08 8 Îlon 2020
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got têkoşîna didin bi demekê an jî bi rojevekê sînor nîne û got ew di amadekariya kampanyayek nû de ne. Ayşeyê got di nîqaşên der barê kampanyayê de dirûşma ‘xwe û parastina xwe ya cewherî rêxistin bike’ derketiye pêş.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, xeta têkoşîna dema nû, helwesta wan ya li dijî şîdeta li ser jinê û xizaniya ku zêde bûye her wiha ‘Deklerasyona Aştiyê’ ya HDP’ê di 1’ê îonê de aşkera kiriye nirxand.
 
‘Têkoşîna me bi demekê ne sînore’
 
Ayşeyê bi lêv kir ku kampanya bi dirûşma ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ dane destpêkirin rastî pêvajoya pandemî hatiye û got: “Me çalakiyên girseyî ji ber vê pêk neanîn. Lê tevî vê me kampanya xwe bi îdiayek mezin dawî kir. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê tenê li ser rojevekê nasekinin. Dirûşmeya ‘têkoşîna jinê li her derêye’ carek din nîşan da ku têkoşîna me li her derêye. Em dizanin ku serdestiya mêr xwe li her hucreya civakê bi cih kiriye û bi atmosfera AKP’ê afirandiye di her qada jiyanê de tê dîtin.”
 
‘Hemû êrîş hinceta têkoşîna me ne’
 
Ayşeyê balkişand ser şîdeta li ser jinan a zêde bûye û got di Tebaxê de 27 jin hatine qetilkirin û 23 heb bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Di vê pêvajoyê de bi dehan jin rastî tacîz û tecawizê hatin. Bi sedan rastî şîdetê hatin. Ev tenê yên derbasî îstatîstîkan bûne. Hejmar bêguman zêdetire. Desthlatdarî serdestiya mêr li her derê rêxistin dike. Di darazêde, meclîsê de civakê de rêxistin bike. Ji ber vê jî her êrîş hinceta têkoşîna me ye.”
 
‘Bi rêxistinê bersiv’
 
Ayşeyê di berdewamiyê de wiha got: “Piştî kampanyayê me du tişt dan ber xwe. Ya yek xwe rêxistinkirin; li dijî her cureyê êrîşê xwe perwerdekirin, li her qadê nîşandana bertekê. Bêguman bi tena serê xwe bertek nabe. Li dijî êrîşek bi rêxistinkirî divê bersivek rêxistinkirî bê dayîn. Li Tirkyeyê gelek tevgerên xurt yên jinan hene. Tevî her tiştî em têdikoşin. Dema pêş de di vî alî de plansazî û xebatên me wê hebin. Ya duyem jî li dijî van êrîşan xwe û parastina cewherî rêxistinkirine.”
 
‘Jin kirdeya têkoşîna aştiyê ne’
 
Ayşeyê balkişand ser ‘Deklerasyona Aştiyê’ ya ku HDP’ê di 1’ê îlonê de aşkera kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên herî zêde ji şer bandor dibin jin in. Jin bi betaliyek mezin re rû bi rû ne. Hawira şer, bilindbûna mîlîtarîzmê, bilindbûna serdestiya mêr, rabûna aştiya civakî wek şîdet û tecawiz li jinan vedigere. Li aliyê din jî tecawiz û îşkence dibe alava şer. Niha tecawiz gelek zêde ye û bêcezabûn jî di asta herî jor de ye. Tê rewakirin. Ev jî encama siyaseta şer e. Mixabin bedena jinê dikin alava şer. Ji ber vê jî di têkoşîna aştiyê de derdikeve holê ku pêşengin û kirde ne. Li dijî siyaseta şer û pevçûnan zimanê jinan zimanê aştiyê ye.”
 
Ayşeyê her wiha bi lêv kir ku demên dawî de eniya desthilatdariyê jinên partiya wan û parlamenterên jin yên partiya wan hedef digirin û ev jî bi awayekî aşkera dûrûtiya desthilatdariyê nîşan dide.
 
‘Em ê li her derê têbikoşin’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser xizanî, betalî û şîdeta li ser jinan a zêde bûye û wiha dawî lê anî: “Divê li dijî şîdeta li ser jinan mekanîzmayên pêşgirtinê bên avakirin, li aliyekî jî rîskên xizanîbûnê bên kêmkirin û jin di hawirên azad de bikîn. Divê planeke çalakiyê ya bandor li her qada jiyana jinê dike bikeve jiyanê. Divê demildest ji meclîsê bê derbas kirin. Em wek meclîsa jinê wê li her derê têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bikin.”