'Aloziya Sûriyeyê veguherî şerê navneteweyî'

  • 09:02 6 Îlon 2020
  • Ramyarî
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya herêma Firatê Fewze Ebdî diyar kir ku ketina hêzên desthiladar di nava axa Sûriyeyê de gelek bandorên neyinî çêkir got: "Siyaseta hemû dewletên desthiladar li Sûriyeyê tê meşandin siyaseteke çewte û wisa kir ku aloziya Sûriyeyê vegere qeyranekî mezin."
 
Dewletên desthiladar li gor berjewendiyên xwe dixwazin li Rojhilata Navîn serdes bin. Ji ber vê jî polîtîkayên cur bi cur li herêmê tê meşandin. Di sala 1980'î de hevpeyman di navbera hêzên Rûsya û Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û li gorî hevpeymanê Rûsya dikare derbasî nav axa Sûriyê bibe, lê di 30'ê Îlona 2015’an de hêzên Rûsya û Sûriyê bi rêya hevpeymana qaşo parastina axa Sûriyê bê kirin, hêzên Rûsya berê xwe dane Sûriyeyê û navendên xwe yên leşgerî di nava axa Sûriyê de avakirin. Piştre Rejîma Sûriyê piştevanî ji Moskova xwest ji bu ku li hemberî oposîsyon şer bike û axa Sûriyê biparêze. Di 21'ê hezîranê de Rejîma Sûriyeyê parçeyek ji axa Sûriyê li paytexta Latqiyê bi awayekî fermî radestî hêzên Rûsyayayê kir û di 30'ê tîrmehê de hevpeyman li Moskova hat imzekirin. Têkildarî vê mijarê Endama giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Herêma Firatê Fewze Ebdî ji ajansa me re axivî.
 
'9 sal in li Sûriyeyê pêvçûn heye’ 
 
Fewze balkişand ser bêdengiya Rejîma Baasê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji holê rabûna desthiladariya Sadam Huseyîn wekî erhêjê bû ji bo Rojhilata Navîn. Zêdetirî 9 sal in li ser axa Sûriyeyê şer û pêvçûn heye. Rêjîm jî li hemberî vê bêdeng e û dûr ve temaşedike. Hêdî hêdî axa Rojhilata Navîn ji aliyê desthiladaran ve hat parçekirin. Ji ber ku Rojhilata Navîn cihekî girîng e lewra ev dewlet di  nava axa Rojhilata Navîn de tevdigerin û siyasetên xwe didin meşandin.”
 
‘Li herêmê şerê 3’yemîn a cîhanê’
 
Fewze,  da zanîn ku li Rojhilata Navîn şerê cur bi cur tê meşandin, lê di vê demê dawiyê de xwestin rê û rêbazên şer biguherînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Îro li şerê cîhanê yê sêyemîn li ser axa Rojhilata Navîn pêk tê û bi taybet lûtkeya herî jorîn jî li Sûriyê sekinî. Her wiha dema bihara gelan dest pê kir wê demê Sûriyê jî para xwe jê girt. Ev bihara gelan bi rengekî lez û bez ji Tunis, Lîbya, Misir û li Sûriyeyê dest pê kir. Hemû hêzên serwer xwestin projeyên xwe di nava axa Sûriyeyê de bidin meşandin. Di heman demê de stratêjiya Sûriyê ji bo hêzên Nato yê girîng e, ji ber vê dixwezin axa Sûriyê desteser bikin. Dewleta tirk dixwaze mîsaqa milî li Sûriyeyê pêk bîne û sînorên xwe bi Sûriyeyê re bike yek. Lê rejîmê rola xwe ya sereke nelîlst, lewra hişt ku destê hemû dewletan bikeve nava axa Sûriyeyê."
 
'Li Sûryeyê siyaseta çewt tê meşandin’ 
 
Fewze destnîşan kir ku ketina hêzên desthiladar di nava axa Sûriyeyê de gelek bandorên neyinî çêkir  got: "Piştî ku ev hêzên derva ketin nava Sûriyeyê û roj bi roj rewşa Sûriyê ber bi xirabûyinê ve çû. Di  di heman demê de gelek komên çete yên wekî  Cibhet- El Nûsra, Artêşa azad û DAIŞ’ê. Bi ketina van hêz û koman gel neçarî koçber bûn. Hêzeke wek Îran rehên xwe di aliyê birdozî û siyasî de bi kurahî di nava Sûriyê de çêkiriye, di aliyê din de Rûsya jî bi hevpeyma qaşo wê axa Sûriyeyê biparêze, lê li ber çavên hemûyan jî dewleta tirk bi hêsanî axa Sûriyê dagir kir. Van nakokiyan hişt ku rejîm bê deng be û îradeya xwe tune bibe. Heya ku hêzên Emerîka û Rûsya li Sûriyeyê de bin wê demê nerîna Rejîmê tuneye. Careke din parçeyek ji axa Sûriyeyê bi awayekî fermî radestî hêzên Rûsya hat kirin. Ev jî dide diyar kirin ku wê kêlî bi kêlî axa Sûriyê bê firotin û dagirkirin, ji ber nêrîna rejîmê tuneye. Ev hemû hevpeymanên ku tên kirin jî ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne û di heman demê de siyasetên çewt li ser axa Sûriyê tê meşandin."