Ayşe Acar Başaran: Îqtîdar xwedî li Mûsa Orhan derdikeve

  • 13:33 3 Îlon 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî rojeva jinan civîna çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku îqtîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî rojeva jinan civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîn3e de bal kişand ser bêcezahiştina Mûsa Orhan. 
 
Ayşe, di destpêka axaftina xwe de 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got herî zêde şer bandorê li ser jinan dike. Ayşe bal kişand ser berdana tecawizkar çawişê pispor Mûsa Orhan ê bû sedema mirina Îpek Er û got: “Ev rewş rewşek meyldariya taybet e. Di encama vê yekê de pêk hatiye. Li dijî berdana Orhan nerazîbûn û hêrsa jinan bilind dibe. Lê mixabin em dibînin ku çapemeniya nêzî îqtîdarê û berdevkên îqtîdarê xwedî li Mûsa Orhan derdikevin û wî diparêz in. Hema bêje her roj hin nivîsên ku Îpek Er sûcdar dikin û didin nîşandan û Mûsa Orhan jî mexdûr didin nîşandan tên nivîsandin. Em baş dibînin ku ev yek tê birêxistinkirin.” 
 
Ayşe, anî ziman ku îqtîdar dixwaze kiryar Orhan bê ceza bimîne û wiha axivî: "Em dibînin ku kiryar diparêz in û li derdora wî mertalan çê dikin. Wî bi xwe gotibû ‘tiştek bi min nayê.’ Tiştek ji Mûsa Orhan nebû, tevî ku di dosyeyê de sûcê wî eşkere ye û sabît e jî lê dîsa hat berdan. Ji wezîfeyê hat girtin lê bes dest û milê xwe dihejine û digere. Îqtîdar xwedî li tecawizkar Mûsa Orhan derdikeve û îqtîdar ji bo Nadîr Kadirova ya bi guman li mala Parlementerê AKP’ê Şîrîn Unal hat dîtin çi kiriye gelo? Dosye bê dozvekirinê bi encam bû.”