Leyla Guven: Ji bo edaletê divê em serî rakin

  • 12:28 1 Îlon 2020
  • Ramyarî
Berîtan Canozer - Medya Uren
 
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku AKP girtîgehan bi siyasetmendar, akademisyen, rojnamevan û xwendevanan tijê kir û got: "Muxalefet ji van yekan re deng dernexist. Lê divê bê zanîn ku AKP bi qeyranê re hat dê bi qeyranê ne re ji biçe. Ev çûyîn ji gelek nêze. Her wiha ji bo edaletê divê me serî rakin."
 
Li Tirkiyeyê bi hezaran kes ji ber fikr û ramanên xwe hatin girtin û niha di nava şert û mercên ne baş de dijîn. Rê li ber siyaseta Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê girtin û bi rêya binçavkirin û girtinan dixwazin bêdeng bikin. Her wiha nahêlin ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê. Nîqaşên li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê didomin û her roja ku derbas dibe jî êrîş, taciz û tecawiza li hemberî jin û zarokan didomin. Qeyrana aborî û siyasî jî mijarên herî girîng ên Tirkiyeyê ne. Derbarê wan mijaran de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ajansa me re axivî. 
 
* Di meha gulanê de li hemberî KCD’ê operasyonke pêk hat. Bi dehan kes ji ber beşdarbûna çalakiyên KCD'ê hatin binçavkirin û hatin girtin. Hemû xebatên wan hatin krîmînalîze kirin. Hûn operasyonên li hemberî KCD'ê çawa dinirxînin? 
 
KCD di sala 2007’an de bi beşdarbûna hezaran delegeyan ve hat avakirin. Gelek siyasetmedarên navdar ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin û beşdarî pêvajoya siyasî bûn. Di kongreyê de berfirehî pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin û pirsgirêk hatin aşkerakirin. Pirsgirêkên gel dijîn hatin nirxandin hatin raporkirin. Lewra kongreyekî ku jiyana civakê ji nêzve dişopîne bû. Bi rêya komîteyan xebat hatin meşandin. Komîteyên weke komîteya aborî, tendirustî, ekolojî û sosyolojiye hatin avakirin. Herkes di demên dawiyê de bû şahîdê xebatên komîteya tenduristiyê. Ji ber ku komîteya tendûristiyê xebatên girîng dan meşandin. Her wiha komîteya perwerdeya zimanê zikmakî gelek kêd da. Her wiha qada jinê jî gelek xebatên girîng dan meşandin. Qadên ku pêdiviyên civakê hene li vir xebatên serkeftî hatin meşandin. Ji ber vê sedemê jî gel kongreya me hembêz kir. Dewlet jî kongreya me muhatap girt û hevdîtinan pêk dianî. Wezîrê Karê Hindir Cemîl Çîçek bi daxwaznameyekî fermî me vexwend meclîsê û derbarê mekezagonan de fikrê me xwest. Bi erêkirina dewletê re kongreya me di Şandeya Îmraliyê de cih girt. Dewlet jî dizane ku em ji bo çareseriya demokratîk xizmetê dikin.
 
Lê di pêvajoya dawiyê de gelek hevalên me bi awayek dijqanûnî hatin binçavkirin û ceza li wan birîn. Gelek kesên weke Makbule Ozbek ya 72 salî ji ber xebatan hatin darizandin. Avahima me hat mohrkirin. Ev êrîş li hemberî ziman, nîjad, nasname û çanda kurd bû. Her tim me berjewendiyên Gelê Kurdistanê parast ji ber vê jî êrîşê li me kirin. Me her tim têkoşîn da û em ê dê her tim jî têbikoşin.
 
* HDP bi dirûşmeya “Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê” ji du milan ve hevdîtina gel pêk anî. Ji bo piştgiriyê weke Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û KCD hûn ji beşdarî meşê bûn. Armanca vê meşê çibû û di hevdîtinan de bêtir çî derketin pêş? 
 
Ji bo em piştgiriyê bidin meşa HDP'ê em tevlî xebatan bûn. Di vê pêvajoyê de bi taybetî TJA û DBP'ê jî li gel me bû. Em bi hev re çûn serdana gelek partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl. Di her hevdîtînên ku pêk hatî de gel li gel me bû û xwe di nava wan nîqaşan de dîtin. Ev meş wekî şahiyek û coşek mezin dida me. Me gelek nîqaşên girîn kirin. Me dît ku daxwaz û hêviyên Gele Kurd ên demokrasî û aştiyê mezin bûye. Ji ber vê yekê jî armanca me di eslê xwe de vekirina rêya aştî û demokrasiyeyê. Gelê me weke her carî xwedî li têkoşîn û mafên xwe derdikevin. Ji bo vê têkoşînê bedelên mezi hatin dayîn. Em ê hewil bidin ku layiqê van keda wan bin.
 
* Li hemberî girtina KCD'ê û gefên li hemberî KCD'ê hûnê rêyekî çawa bişopînin? Bi taybet jî li herêmê hûnê xebatên çawan birêve bibin?
 
Ya girîng ne navê komeleyê. Em li ku bin ferq nake. Ya girîng têkoşîn e. Di nava vê têkoşînê de hinek tişt hatin afirandin û her wiha xwe gihandina serkeftinê jî girîng e. Em weke KCD soz didin gelê xwe û rê hevalên xwe yên li ser vê rêyê ked dane û niha di girtîgehan de ne. Em ê têkoşînê mezin bikin. Ev deynê me ye. Bi dawî anîna tecrîdê ji me xala herî girîng e. Ji bo şikandina tecrîtê ji wê xebatên me berdewam bikin. Azadiya Abdullah Ocalan ji me re destpêk e. Di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de em ê bibin dengê hemû girtiyên azadiyê. Heya ku Gele Kurd nasnameya xwe negire em ê ranawestin. Faşîzm bi rêbazên cuda êrîşa Gelê Kurd dike û dixwaze tunebike. Lê em destûr nadin vê yekê û dê têkoşîna me bi ser keve.  
 
* Parêzer Ebrû Tîmtîk bi daxwaza “Dadê” greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger da destpêkirin û di roja 238’an de jiyana xwe ji dest da. Hûn têkoşîn û daxwaza Ebrûyê çawa dinirxînin?
 
Ji bo hemû Gelên li Tirkiyeyê widahiyek mezin e. Lewra ev pêvajo bi endamên Koma Yorûmê dest pê kir. Di serî de Hêlîn û Îbrahîm ji bo darizandinekî edalane û stranên xwe bi azad bêjin canê xwe feda kirin. Destpêkê Hêlîn, Îbrahîm û Mustefa ji bo jiyanekê azadtir di nav bêdengiyê de, bêyî ku werin piştgirî kirin canê xwe dan. Niha ji jinek, parêzerek, kurd û kesek Dêrsimî li hemberî zilma desthilatdaran serî netewand û cane xwe da. Jina serhildêr digot 'Ez ê li hemberî zilma we serî netewînim û ez dixwazim bi awek adilanê bêm darizandin'.
 
Em dizanin ku bi dehan kes ji bo darizandina edilanê li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev dîmen di eslê xwe de rewşa Tirkiyeyê û rewşa dadê nîşan dide. Ger li welatekî mirov ji bo dadê canê xwe bidin, tu nikarî li vir qala dadê, hiqûqê û mafê mirovan biki. Ger ji bo daxwazên van kesan muxalefetekî bi hêz bihata afirandin îro me wan windane dikir. Ev ji bo me hemûyan êşekê giran e. Van mirovan ji bo darizandinekî edîlana bedena xwe feda kirin. Her wiha di pêvajoya niha de mafên mirovan tê binpêkirin, cenazeyên zarokan bi kargoyan dişînin dayikan re, goristan tên texrîpkirin, jin û zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin û xebatkar, karker, kedkar bi rêya KHK'ê ji kar hatin derxistin. Dad ji hemû mijaran berpirse. Ev pêvajoyekê asayî nîne. Bi edîlanê darizandin mafê hemû zindiya ne. Ebru bi peyamekî girîng ji me veqetiya.
 
Di vê têkoşînê de kêmasiyek mezin tê jiyîn. Rêhevalên me ji bo min, ji bo we, ji bo hemû gelan têkoşînekî didin. Lê mixabin dengek têr û tijî belav nebû. Li ser medyaya civakî parvekirin hatin kirin. Raste bûyerek bi parvekirinan kirin rojevê lê negihaşt encamê. Divê em di van rewşan de bêhtir bi rêxistin bin û serî hildin. Niha birêz Aytaç di grevê de ye ji bo ew bijî divê em hewil bidin. Di pêvajoya grevên birçîbûnê yên li hemberî tecrîtê de hûn ji bûn şahîd, em yek bûn, bûn hezar, ji hezaran bûn 10 hezaran kesî. Têkoşîna ku bi yek kesî dest pê kir li hemû girtîgehan belav bû. 7 hezar û 500 girtiyên azadiyê piştgirî dan têkoşînê. Li kolanan dayik destê hev girtin. Me bi hev re serhildanekî mezin li pêş xist. Dewlet ji neçar bû ku hevdîtinê pêkbîne. Lê di vê têkoşîna niha de em kêm man, em parçe bûn. Hîna ne dereng e. Rêxistin bibin, bibin yek û dakevin kolanan. Ji bo dadê divê em tev serî hildin.
 
* Demeke di rojevê de Peymana Stenbolê heye. Tirkiyê dixwaze peymanê betal bike. Li hemberî vê yekê li kolanan jinan çalakî li dar xistin û bi êrîşên polîsan re jî rûbirû man. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin? 
 
AKP ji îqtidara xwe ya 18 salan vir ve di derheqê jinan de yekem car biryarek erênî digire. Hemû jin girtina vê biryarê erênî pêşwazî kirin. Lê niha jî ev peymana ku îmze kiriye dixwaze betal bike. Ji ber ku AKP xwedî hişmendiyek wisa ye ku ferqa wê ji DAÎŞ’ê tune ye. Dixwaze civakê, jinê di paş de bihelê û mehkumê hişmendiya xwe ya tarî bike. Niha ji ev hişmendî bi AKP’ê re şer dike. Dibêje ‘te şaşitî kir, ji wê rêyê veger.’ Lê çawa erênî hat pêşwazîkirin, îro jî betalkirina wê tê şermezarkirin. Li hemberî vê nêzîkatiyê bersivekî bi hêz tê dayîn. Jin li hemû qadan dibêjin 'Peymana Stenbolê dide jiyîn’.
 
Ez dixwazim têkildarê hişmendiya îqtidara AKP’ê mînaka Îpek Er bidim. Yek ji bûyerên ku di demên dawî de rû dayî ye. Ji aliyê çawişekî pispor ve tê radestgirtin û bi tecawizê re rûbirû dimîne. Li aliyekî jinek biçûk ya kurd û li aliyekî ji mêrê bi çek yê dewletê heye. Her tişt di vê tabloyê de xuyaye û şerê taybet yê tirkiye dide meşandin vedibêje. Di pêvajoya şerê 40 salan de dewleta Tirkiyeyê ji bo şkandina vîna Gelê Kurd her tim rêbaza tacîz û tecawizê bikar aniye. Vê ji bi destê payedar ango kesên weke wan dan kirin. 
 
* Li Tirkiyeyê pêvajoya siyasete çawa pêş dikeve? Qeyrana aborî û siyasî wê bandorek çawa biafirîn e?
 
Ji bo em rewşa Tirkiyeyê fêr bibin divê em li jiyana jinan, girtîgehan, rêjeya bê kariyê, pergala perwerdeyê binêrin. Ev pirsgirêkên mezin wekê ji rêze tên jiyîn. Di salên 2002’yan de qeyrana aborî hebû. AKP siyaseta xwe ya çareseriyê pêşkêş kir û hat îqtîdarê. Ji roja destpêke heta îro li Tirkiyeyê rewş ber bi xirabûnê ve diçe. Mafê girtiyan, jinan û zarokan li Tirkiyeyê tê binpêkirin. Li vî welatî siyasetmendarek ji bo fikr û ramanên xwe tê girtin û lê belê bi hezaran qatîl û tecawizkar tên berdan. Mirov ji ber birçîbûnê dawî li jiyana xwe tînin. AKP bi qeyranê re hat wê bi qeyranê ne re ji biçe. Ev çûyîn ji gelek nêz e.
 
* Li hemberî polîtîkayên îqtîdarê gelo muxalefet berpirsayariyên xwe tîne cih?
 
Di pêvajoya îqtidara AKP’ê ya 18 salan de muxalefet ji tu zilma wan re nebû asteng li dijî wê bûn rêyek. Dil dixwest ku muxalefetek rojevên xwe diyar bike lê belê li pêy rojeva îqtîdarê çû. AKP çi rojev da pêşiya wan, muxalefet jî erê kir û jêre bêdeng ma. AKP bixwaze hilbijartin e, nexwaze ji tune ye. AKP mafê kedkaran gasp kir, bi hezaran kesan bi KHK’yê ji kar dûrxist, AKP girtîgehan bi siyasetmendaran, akademisyenan, rojnamevanan û xwendevanan tijî kir. Muxalefet ji van yekan re deng dernexist. Li hemberî van yekan yê ku deng derxistiye jî tenê HDP’e bû. 
 
* Geşedanên siyasî yên li Rojhilat Navîn hûn çawa dinirxînin û her wiha tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorekî çawa li Tirkiye û Rojhilata Navîn dike? 
 
Rewşa Rojhilata Navîn hewara şerê 3’yem ê cîhanê ye. Her wilat pergala xwe ya heyî dinirxîne. Li Rojhilata Navîn ji Sedam, heyanî Esad û Erdogan hemû welatên ku rejîma yek zilam lê tê meşandin e. Em dizanin ku êdî ev gel vê rêveberiyê erê nake. Divê li vir bingehek ya çawa were avakirin ku hemû gel bi awayek azad bijîn? Ev pirs gelan ber bi lêpirsînê ve dibe. Di vê xalî de em weke gele kurd bi şans in. Ji ber ku Abdullah Ocalan salên borî vê yekê dîtibû û çareserî afirandi bû. Li hemberî dewletan Projeya Neteweya Demokratîk e li pêş xistibû.