Ji Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê ya HDP'ê: Em ê bi hev re bi ser bikevin

  • 15:58 31 Tebax 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Encama "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a HDP'ê li meclîsê bi "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" hat weşandin. Di deklarasyonê de hat diyar kirin ku ji bo çareseriyê û pêkhatina aştî û demokrasiyê divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encama "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a ku bi armanca hemû beşên civaka demokratîk ên li Tirkiyeyê bîne gel hev dest pê kiribû, bi "Deklarasyona Banga Ji Bo Aştiyê" berî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê aşkere kir. Deklarasyona ji aliyê Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hat xwendin. Ji bo vê jî li Meclîsê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Parlamenterên partiyê jî beşdarî civîna daxuyaniyê bûn. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê hat pîrozkirin. Di deklarasyonê de li ser şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê hat rawestandin û hate destnîşankirin ku ev stratejiya şer û aloziyê welat dikeve nava paşerojeke nediyar e.
 
'Divê li vî welatî pirsgirêk bê çareserkirin'
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Israra di polîtîkayên şer de, her wiha neceribandina polîtîkayên aştiyê şaşitiyeke mezin e. Pêwîsteiya me ne bi şer lê bi aştiyê, bi diyalog û danûstandinan heye. Mîna xaka ku bi hesreta avê ye, welatê me jî bi hesreta polîtîkayên aştiyê ye. Asta heyî ya meseleya kurd êdî çareseriyê ferz dike. Mirovên demokrat û yên li paşeroja hevpar a vî welatî difikirin, nabe ku vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Weke ku bûyerên diqewimin nîşan didin, pirsgirêk êdî ji sînorên welat jî derbas kiriye, bûye xwedî aliyekî herêmî û global. Heta ku neçareserî dewam bike, heta ku dînamîka şer zindî be wê Tirkiye her tim ji aliyê siyasî û aborî ve bi hêzên global ve girêdayî be, hewcedarê wan be. Halbûkî ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me ye û divê li vî welatî bê çareserkirin.
 
Lewma em ji Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke wisa de ne ku kêr gihîştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin."
 
'Kurd alîgirê maf û azadiyê ne' 
 
Di deklarasyonê de ji bo çareseriyê çar made hatin destnîşankirin: 
 
* Em bang li desthilatdariya AKP-MHP'ê û aqlê dewletê dikin ku dest ji israra di şer de û polîtîkaya neçareseriyê berdin. Tirkiyeya ku pirsgirêka kurd çareser kiriye û dawî li şer aniye wê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt. Rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û pêkhatina aştî û demokrasiyê girîng e û divê dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.
 
* Ji bo çareseriya pirsgirêkê berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî, ji ber ku meseleya kurd meseleyeke jiyanî ye ku nabe ji însafa desthilatdarî û dewletê re bê hiştin. Partiyên muxalefetê divê daxwazên Gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibîne.
 
* Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka kurdan û HDP'ê bê dîtin. HDP di çareseriya pirsgirêka kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDP'ê rola me diyalog û danûstandin e, em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin bixebitin.
 
* Di meseleya kurd de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. Ji bo vê jî divê hemû alî li paşeroja gelên Tirkiyeyê bifikire û bi fedakarî berpirsyariyên xwe pêk bînin, gavan biavêjin.
 
* Partiya me ji polîtîkaya xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyê, ji perspektîfa jiyana wekhev û hevpar, ji israra gelê me ya di aştiyê de, ji hêza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe bawer dike."
 
'Em ê bi hev rê bi ser kevin'
 
Di dawiya deklarasyonê de wiha hat gotin: "HDP di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk de amade ye berpirsyariyên xwe pêk bîne. Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re têkoşîn nedin em nikarin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Di mijara meşa bi hev re de em tu carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin."