'Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk yekitiya kurd hewce ye'

  • 09:07 27 Tebax 2020
  • Ramyarî
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen diyar kir dewleta tirk bi polîtîkayên taybet hem kurdan hedef digire û hem jî dixwaze di navbera gelên ku li Sûriyeyê dijîn de nakokiyan derxe û got: "Divê Gelê kurd li dijî polîtîkayên taybet hebûna xwe bi avakirina yekitiyê biparêz e. Bi yekitiyê jî em dikarin Sûriyeyek demokratîk biafirînin."
 
Nîqaşên derbarê avakirina yekitiya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi her awayî didomin. Partî, sazî û dezgehên kurdan demeke dirêje ji bo yekitiyê di nava kar û xebatan de nin. Endama Desteya Rêveber û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Hesen mijarên wekî, pêwistiya yekitiya kurdan, demokratîkbûna Sûriyeyê, armanca ferzkirina koçberiyê ya li herêmê û pratîzekirina Projeya Neteweya Demokratîk ji ajansa me re nirxand.  
 
Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora dagirkirinê ya li ser gelê herêmê û got: "Pêvajoya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav re derbas bû, bi taybet êrîşên dewleta tirk û dagirkirina Serêkanî û Girê Spî ya qaşo bi armanca avakirina herêmeke bi ewle, bandoreke neynî li ser gel çêkir. Tevî hemû şert û mercan  gef û êrîşan, gelê me dest ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê bernedan. Mînaka vê yekê jî mayîna li ser vê axa xwe bûn. Gelê li herêmên Rêjîma Baasê dijîn ji ber şer koçberê Tirkiyeyê bûn. Dewleta tirk jî wan koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Her wiha bi navê avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî koçberiyê ferz dike. Bi taybetî welatiyên Heleb, Bab, Cereblûs û Şamê berê xwedan Tirkiyeyê, nê welatiyên Serêkanî û Girê Spî ye. Dewleta tirk dixwaze bi wan polîtîkayan di navbera gelên ku li Sûriyeyê dijîn nakokiyan derxe û projeya Netewa Demokratî hilweşîne. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSD'ê li ber çavên gel reş bike." 
 
'Yekitiya kurd girîng e' 
 
Berîvan, destnîşan kir ku li herêmê hebûna Gelê Kurd hedef tê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî Partiya PYD'ê pêwistiya xwe di avakirina yekitiya kurdan de dibînin. Piştî xebateke dewlemend me pêvajoya yekem bi dawî kir û niha jî me dest bi xebatên pêvajoya duyem kir. Di vê qonaxa hesas de divê em kurd zêdetir nêrîn û polîtîkaya xwe bikin yek. Di pêvajoya yekemîn de  kombûna hemû partiyên kurd û qebûlkirina wan bi pêşniyara me bû. Niha di gava duyemîn de gelek hevdîtin pêk tên û xebatên avakirina yekitiya kurdî bê navber didomin. Di pêvajoya duyemîn de pirsgirêkên kûr û xalên girîng di çarçoveya leşkerî, siyasî, perwerdeyî, civakî, rêxistinî û xizmetguzariyê de tên guftogokirin."
 
'Pergala teng dibe sedema hilweşandina zû...!'
 
Bêrîvan, da zanîn ku avakirina yekitiya kurd avakirina Sûriyeya demokratîk e û mijar wiha şîrove kir: "Rêveberiya Xweser di rêziknameya xwe de Netewa Demokratîk bingeh digre. Raste Gelê Kurd ev proje ava kir, lê rêveberiyeke wiha ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi ziman, çand û bawerî û rengên cuda hembêz dike. Ji bo vê divê ku partiyên kurdî li ser vî bingehî bifikirin. Beriya me kesên ku teng fikirîne û pergala xwe teng avakirine zû hilweşiyan. Lewra divê ku em berferh bifikirin. Herêmên rizgarkirî ku niha xwe bi pergala Rêveberiya Xweser xwe bi rêve dibin. Projeya me temenê wê 8 sal e, tevî hemû êrîşên heyî jî xwe berhevkiriye û li gelek herêman jî rêveberiya xwe avakiriye. Xizmetê dide gel û hewil dide ku hemû kêmasiyan çareser bike. Em di nava vê projeyê de weke kurd hebûna xwe biparêzin ku ev hebûn bikeve xizmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Armanca xebatên yekitiya kurd, avakirina Sûriyeke demokratîk e ku hemû netew û pêkhateyên li Sûriyeyê bikaribin xwe bi nasnameya resen beşdarî pergalê bibin."
 
'Divê kurd xwedî li projeyê derkeve' 
 
Bêrîvan diyar kir ku divê her kurdek xwedî li vê projeyê derkeve û wiha bi lêv kir: "Bê guman ev li hevkirin û proje li ser gelek dewletan xeteriye. Dewletên hegomonîk û sermayedar ji despêka aloziya Sûriyeyê de, xwe li herêmên cur bi cur bi cih kirin. Rûsya, Îran, Tirkiye û çeteyên xwe bi salane dest davêjin li ser pergal û Gelê Sûriyeyê. Bi wateyeke din dixwezin aloziya Sûriyeyê kûr bikin û berjewendiyên xwe bi dest bixin, desthilatdariya xwe mayînde bikin. Ji ber vê cîhan hemû li ser me siyasetê dike."
 
'Zarokên bajarê me dikin sîxur'
 
Berîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşî li me dike. Di van demên dawiyê de jî ligel şerê leşkerî zarokên bajarê me weke sîxur li dijî me bi kar tîne. Ji bo vê jî hêviyên me ji gel heye ku bi van polîtîkeyan neyên xapandin û hişyarbin. Her wiha her kurdek, partî, rêxistin û bi taybet jî jin xwedî li projeya xwe derkevin û xebatên yekitiya kurd bi serxin."