Şandeya KCD û DBP'ê li Wanê hevdîtinên xwe didomînin

  • 13:13 26 Tebax 2020
  • Ramyarî
WAN - Şandeya KCD û DBP’ê li Wanê serdanên xwe didomînin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku ji ber tecrîdê li Tirkiyeyê krîzek heye.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de, tevî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz serdanên xwe yên li Wanê didomîne. Şande bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî civiyan. 
 
Di civînê de hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku pergala Tirkiyeyê dixwaze bi faşîzmê xwe li ser pêyan bigire û plansaziya çalakiyên HDP’ê li dijî faşîzmê dibe rêyek. Salîha, da zanîn ku li herêmê û bajarên Tirkiyeyê bi gel re dicivin û wiha got: “Sedema van civîn û hevdîtinan ev e ku li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me, em bibin yek. Îro pergala kapîtalîst xitimiye. Di pêvajoya pandemiyê de hemû cîhan bû şahidê vê xitimandinê. Îradeya Gelê Kurd di bin zextan de ye. Desthilatdarî li ser destkeftiyên Gelê Kurd her dem êrîşan dike.”
 
Salîha, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî demokrasî û yekîtiya neteweyî her dem darbeyan dike û yek ji darbeyên dawîn jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Aydenîz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tecrîda li ser rêzdar Ocalan îro li ser gelan didome. AKP û tifaqa wê îro pergaleke wisa ava kiriye ku ev pergal ne bi tenê saziyên Gelê Kurd, hemû mûxalifan qesrê dike hedef. Mirov nikarin derbarê aboriyê jî fikra xwe bibêjin. Krîza aboriyê, pirsgirêkên ciwanan, pirsgirêkên saziyan nayên çareserkirin. Faşîzm û kapîtalîzm xwe bi çaresernekirinan ava dike. Sedema van krîzan jî tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e. Bi vê tecrîda kûr re, çi kesên ku fikra xwe dibêjin, wekî ‘terorîst’an tên dîtin.”