Şandeya KCD'ê û DBP'ê li Colemêrgê hevdîtinên xwe didomînin

  • 17:07 22 Tebax 2020
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Hevdîtinên Şandeya KCD û DBP'ê li Colemêrgê didomin di hevdîtinan de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bal kişand ser rêxistinbûna civakê. 
 
Di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk û parlamenterên HDP'ê pêk dihat li Colemêrgê civiyan. Şande çû serdana Rêxistinên HDP'ê yên Gever, Şemzînan û Çelê. Li vir hem bi rêveberiya rêxistinan re û hem jî bi gel re hevdîtin pêk anîn. 
 
Di serdanan de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz axivî û bal kişand ser zextên li hemberî Gelê Kurd. Salîha wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çend dewlet di nava civakê de bêje ez demokratim, lê di esasê xwe de her kes dizane ku tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Mirov dema dîroka dewletê ya sed salan dinêre feraseta yek dewlet û yek netewê baş dibîne. Lê belê li Tirkiyeyê gelek netew û bawerî hene. Ji bo civak hebûna xwe nîşan bide divê derkeve pêş û divê di her helê de gel xwe bi rêxistin bike." 
 
Salîha, di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser arman û avakirina KCD'ê û da zanîn ku ji bo çaresiya pirsgirêka Tirkiye û Rojhilata Navîn KCD hat avakirin.