Ebrû gunay: Mirovên me nexapînin

  • 14:50 21 Tebax 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, bi civîneke çapemeniyê mijarên di rojevê de nirxandin. Ebrû bang li AKP'ê kir  û got, "Bi dîrok û projeyên ne diyar mirovên me nexapînin."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Ebru Gunay, derbarê pêşketinên di rojevê de li Avahiya Giştî ya partiya xwe civîna heftane ya asayî pêk anî.  
 
Ebru Gunay, di serî de 56 welatiyên li Dîlokê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn û wiha got: "Li Dîlokê komkujî bi destê DAIŞ'ê li Tirkiyeyê pêk hat. Bi dehan komkujiyên bi heman awayî pêk hatin. Ev tenê ji komkujiyan yek bû. Komkujiya herî bi êş bû. Ji ber ku di navde zarok, jin ciwan, kal û pir hebûn. Jin di govenda dawetê de hatin kuştin. Wekî komkujiya li Enqereyê ku ji bo aştiyê govend girtibûn. Wekî komkujiya li Amedê ku di mîtîngê de hatin kuştin. Wekî komkujiya Pirsûsê ku ji bozarokên Kobanê pêlistok dibirin Kobanê. Duh salvegera komkujiya Dîlokê bû. Parlementerên me duh li Dîlokê bûn. Hem çûn serdana malbatan û hem jî kesên ku hatin kuştin bi bîr anîn. Ez jî cardin wan qurbaniyan bi bîr tînim û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Diyar e ku ew êriş bi destê DAIŞ'ê pêk hat lê mixabin, esas ew e ku yên ku destûr didin van qetlîaman, piştgirî didin wan nas dikin. Mixabin hin jî Tirkiye bi vê zihniyetê bi rê ve diçe. Em vê zihniyetê qebûl nakin, em ê li hemberî vê zihniyetê têkoşîna xwe bidomînin."  
 
'Yên rê nîşandan dijminê aştiyê bûn' 
 
Ebru, anî ziman ku komkujî li dijî kurdan û hêzên muxalif pêk tê û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî piştî pêvajoya çareseriye ya 2015'an bi dawî kirin, balkêş e komkujî zêde bûn. Taşeronê komkujiyan DAIŞ bû, lê yên rê nîşan didan û heta Enqereyê hevkarî bi wan re dikirin, dijminê aştiya vî welatî bûn. Çareseriya pirsgirêka Kurd li pêş xwe pirsgirêk dîtin. Ji wê rojê heta niha ji ber dijminantiya kurdan û dijminantiya li hemberî kurdan bi hezaran kes hatin kuştin." 
 
'Bi darê zorê şaredarî ji destên gel girtin'
 
Ebruyê, bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û wiha berdewam kir: "Bi tayînkirina qeyûman dijminantiya li hember kurdan dewam dikin. Piştî hilbijartinê dîsa qeyûm tayînî 53 şaredariyên HDP’ê kirin û bi darê zorê şaredarî ji destê gel derxistin. Bi destê qeyûman hem şaredarî kirin qada rantê, hem jî êrîşî çand, ziman û nasnameya gel kirin. Hişmendiya tayînkirina qeyûm a 19'ê tebaxê û hişmendiya komkujiya 20'ê tebaşê ya Dîlokê heman hişmendî ye. Encama feraseta AKP’ê ya dijminantiya Kurdan e." 
 
'Bêyî pirsgirêka kurd tu pirsgirêk çareser nabin'
 
Ebruyê, bal kişand ser niqaşên hêz, partî û rêxistinên cuda yên ku pirsgirêka kurd ji nû ve dixin rojeva xwe û wiha got: "Niqaşa li ser çareseriya pirsgirêka kurd gavek erênî ye. Ger ku em dixwazin siyasetê bikin û cihê pirsgirêka kurd lê niqaş bikin cihê ewil meclîs e. Lê Tirkiye sed salin di rêya bê çareseriyê de ye. Divê amura ku diçe armancê rast bê hilbijartin. Dîsa armanc rast bê diyarkirin. Heta ku hişmendiya demokratîk pêş nekeve bi gotina demokrasiyê rastî nayê veşartin. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabin. Dema em qala xwişk û biratiyê dikin, em qala wekheviyê dikin. Em qala hurmet û rêzgirtina ji hevre dikin. Em qala bişaftin, înkar, îhma, kuştin, binçavkirin û girtinê nakin. Em dibêjin siyaseta demokratik, muzakereyên demokratîk, aştiya bi rûmet. Em qala lihevkirinek demokratîk û siyaseta azad dikin." 
 
'Îqtîdarê vîna muxatabiyê winda kiriye'
 
Ebru, polîtîkayên îqtîdarê yên li dijî çareseriya pirsgirêka kurd bi bîr xistin û wiha axivî: "Îqtîdarê ji ber polîtîkayên xwe vîna muxatabiyê winda kiriye. Êdî îqtîdar ne muxatabê çareseriyê ye. Li şûna çareser bike, bêtir ketiye şopa dengan û hilbijartinê. Partiyên din jî hêj nebûne muxatab. Di vê mijarê de HDP xwedî zanîn, tecrûbe û danehevek mezin e." 
 
'Pêdiviya gel bi aramiyê heye'
 
Ebruyê, li ser mizgîniya Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî rawestiya û wiha got: “Êdî zikê gel ji van gotinan têr bûye. Bi rastî pêdiviya gel ji aramî, pêşketin û aboriyek baş a vî welatî heye. Eger yên bi rastî li aramî û pêşketina vî welatî difikirin em dikarin rê nîşanî wan bidin. Berî her tiştî şerê li Libya, Iraqê, Sûriyeyê, Derya Spî rawestînin. Dest ji polîtîkayên talankirin û wêrankirinê berdin. Dawî li nelirêtî û diziyê bînin. Dest ji tayînkirina qeyûman berdin." 
 
'Li herêmê vîrus her ku diçe belav dibe'
 
Ebru, li ser belavbûna şewba vîrûsa corona jî rawestiya û got: "Di serî de li Amed, Êlih, Riha û Mêrdînê li gelek bajarên herêmê  belavbûna vîrusê pir zêde bûne. Li Rihayê rojê 350 kes bi şewbê dikevin.  Li Amedê rojê 400-450 kes bi şewbê dikevin. Dîsa li Enqere şewb gelek zêde bûye. 
 
Ebru, li ser bernameya Têkoşîna Demokratîk jî rawestiya û got: "Me Bernameya xwe ya Têkoşîna Demokratîk a asta 3'emîn eşkere kir. Roja 19'ê Tebaxê li Mêrdin û Stenbolê ev pengav bi daxuyaniyê hate destpêkirin. Ji ber ku ew roj salvegera xesbkirina îradeya Gelê Kurd bû  û ew roj wekî diyarkirina xesba qeyûman bû. Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke pir taybet e. Ji ber ku îktidarê cardin diyar kir û got ku ‘ez mafê hilbijartinê yê gelê Kurd nas nakim, ez bi riya qeyûman bi xesbkirina îradeya gel ez ê van bajaran bi qeyûman bi rê ve bibim’. Pêngava me ya 3'yemîn roja  1'ê Îlonê dê bi dawî bibe. Em ê li 9 bajaran bi xeleka mirovan ya aştiyê Bernameya xwe bi dawî bikin. Ez bangî her kesî dikim, werin em di xeleka mirovan de bi hev re bin. Di 1'ê Îlonê de em ê li 9 navendan zincîra mirovan ava bikin. Em dikarin bi Zincîra Aştiyê faşîzma îqtîdarê girê bidin û rawestînin."