'Tayînkirina qeyûman bêçaretiya îqtîdarê ye'

  • 09:04 19 Tebax 2020
  • Ramyarî
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman a li hemberî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û got: "Tayînkirina qeyûman tê wateya bêçaretiya pergal û îqtîdarê. Bi qeyûman dixwazin vîna gel bin pê bikin. Lê belê îktîdar tu carî bi van êrîşan nagheje armaca xwe."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên heremî ya 31’ê adar a 2019’an de 3 bajarên mezin, 5 navend, 45 navçe û 12 jî bajarok û giştî 65 şaredarî bi destxistibû. Mazbatayên 6 hevşaredaran bi hinceta KHK'iyî ne nehat dayîn. Bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî bi awayê dijhiqûqî ji dest danin ser 51 şaredariyên HDP'ê. Di 19’ê tebaxa 2019’an qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdinê kirin û salek li ser derbas bû. Di 29'ê cotmehê sala 2019'an de qeyûm tayînî şaredariya Cizîra Şirnexê kirin. Hevşaredara ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Bêrîvan Kutlu behsa pêvajoya tayînkirina qeyûman kir. 
 
‘Tayînkirina qeyûman neyartî ye’
 
Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de talankirin û xespkirina vîna gel şermezar kir û tayînkirina qeyûman wek êrîşekî “hovane” pênase kir. Bêrîvan, anî ziman ku tayînkirina qeyûman tê wateya bêçaretiya pergal û îqtîdarê û wiha got: “Îktîdara ku nikare vîna gelan bi dest bixe bi tayînkirina qeyûman ev tiştê pêk tîne. Bi qeyûman dixwazin vîna gel bin pê bikin. Lê belê îktîdar tu carî bi van êrîşan negihişt armaca xwe. Di sala 2016’an de bi hinceta darbeyê qeyûm tayînkirin şaredariyên me kirin, lê di tebax a 2019’an de carekedin ev êrîş li bajarên me yên mezin dest pê kir. Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Tayînkirina qeyûman neyartî ye. Lê divê baş bê zanîn ku tu êrîş nikare gel ji vîna xwe dûr bixe. Gelê me dîsa di hilbijartinan de vîna xwe nîşan bide û em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin. Îqtîdar çi qas êrîşê li me dike em bêtir bi hêz dibin. "
 
'Siyaseta heyî hevserokatiyê qebûl nake' 
 
Bêrîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser pargala hevserokatiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Pegala hevserokatiyê ji bo wekheviya girîng e. Pergala hevserokatiyê di nava civakê û qada siyasî de mînakekî girîng e. Ji hêla gelek derdor ve pergalekî erênî hat dîtin. Lê belê siyaseta ku li Tirkiyeyê tê meşandin tu carî hevserokatiyê qebûl nekir. Îktîdar her tim êrîê pergalê kir."
 
'Serkeftina civakê dê bi destê jinê pêk bê'
 
Bêrîvan, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûm re gelek saziyên jinan û midûriyetên jinan hatin girtin û wiha pêl da axaftina xwe: “Êrîşên ku li dijî saziyan tên kirin li  dijî jinê tê kirin. Ji ber ku bi qeyûman jin hedef hatine girtin. Qeyûm bi taybetî jinê hedef digire. Dema jin li ber xwe dide û têdikoşe û heta negihîje armanca xwe nasekine. Dema jin rabe li ber xwe dide dibe hedefa îktîdarê. Ew jî gelek baş dizanin ku dema jin azad be dê civak jî azad bibe. Ji ber vî jî êrîşî jinê dikin. Di civaka Tirkiyê de jin wek kole tê dîtin. Koletiya jinê ya herî kûr jî di nava AKP’ê de heye. Lê dê azadî û serkeftina civakê bi destê jinê pêk bê."
 
‘Em serî natewînin' 
 
Bêrîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî vî pergalê û dagirkeriyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em bang li jinan dikin ku xwedî li keda xwe derkevin. Heta dawiyê me serî netewand û em ê natewînin. Heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin.”