Hevşaredarên HDP'yî: Carek din jî hilbijartin pêk bê dê HDP bi ser keve

  • 09:04 17 Tebax 2020
  • Ramyarî
Medya Uren
 
AMED -  Di 19'ê tebaxa sala 2019'an de qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdin û Wanê kirin û piştre jî gav bi gav qeyûm tayînî 51 şaredariyên HDP'ê kirin. Hevşaredarên ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin diyar kirin ku HDP'ê bi têkoşînê bi ser ket û gotin: "Tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ye. Lê belê carek din hilbijartin pêk bê em ê dîsa bi ser kevin."
 
Îqtîdara AKP-MHP’ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê OHAL îlan kirin û gelek Qerernameya Hikmê Qanûnê (KHK) derxist. Li gorî qanûna jimara 6734’an a KHK’ê qayûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) kir. Di sala 11'ê îlonê sala 2016'an de qeyûm tayînê 28 şaredariyan kir. Piştre jî qayûm tayînê 95 şaredariyên DBP’ê kirin. Her wiha bi KHK'ê 300 keya hatin îxraçkirin, 93 hevşaredar û bi sedan endamên meclîsên şaredariyan û meclîsa giştî ya bajar hatin girtin.
 
Beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê 2019’an serokkomar derbarê hilbijartinê de wiha got "Ew şaredariyan bistînin, em ê dîsa qayûm tayîn bikin.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî hemû hîle, zext û astengiyan jî bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Di 19’yê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên wekî Amed, Wan û Mêrdinê kirin. Di nava salekî de qeyûm tayînî 51 şaredariyên HDP kirin û her wiha bi sedan xebatkar ji peywira wan hatin dûrxistin. Di salvegera tayînkirina qeyûman de hevşaredarên HDP'ê ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser feraseta qeyûman. 
 
'HDP bi têkoşînê bi ser ket' 
 
Hulya Alokmen Uyanik di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de ji sedî 62.25 deng girt û li Amedê bi ser ket û bû hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Lê bi hinceta ku bi KHK'ê ji peywîrê hat dûrxistin mazbata nedan wê. Hulya niha hevseroka HDP'ê ya Amedê ye. Hulya destnîşan kir ku bi hinceta OHAL'ê qeyûm tayînî şaredariyan kirin û got: "Bi OHAL'ê qeyûm tayîn kirin û gelek hevalên me ji kar dûrxistin. Îro jî heman polîtîka tê meşandin. Beriya hilbijartinê jî gotin heke hûn serbikevin jî em ê qeyûm tayîn bikin. Lê gel li dijî gotinan dîsa di sindoqan de vîna xwe nîşan dan. Di hilbijartinê de têkoşîna HDP'ê bi ser ket. Di nava demekî kurt de qeyûm tayînî şaredariyan kirin û bi qasî 200 kes binçav kirin."
 
‘Li gorî hişmendiya xwe pergal guhertin' 
 
Hulya di axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya qeyûman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meclîsên me yên gel hebûn û li meclîsê ji bo hewcedariyên gel nîqaş dihatin kirin. Piştî qeyûman meclîs ji holê hatin rakirin. Ji bo berjewendiyên xwe ji gel re tiştek nehiştin. Qeyûm pergala şaredariyê li gorî hişmendiya xwe guhertin û têkiliya gel ji şaredariyê birîn. Alîgirên xwe girtin kar. Vîna gel tune hat hesibandin. Niha kesên ku birêve dibin ne hilbijartî ne. Naxwazin Gelê Kurd di hêla siyaset û civakê de pêş bikevin. Her roj bi dehan siyasetmedarên kurd tên binçavkirin û girtin. Her wiha ne tenê di hêla siyasetê de di hêla xebatên jinan de jî êrîşek heye û destkeftiyên jinan hedef hatin girtin, gelek komeleyên jinan hatin girtin."
 
‘Qayûm darbeya siyasî ye’
 
Hevşaredara Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Songul Korkmaz jî bal kişand ser polîtîkayên qeyûmê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Qeyûm di serî de êrîşê vîn, ziman, çand, nîjad û nasnameya kurdan kir. Qayûm tê wateya tune hesibandina mafê gelan. Bi tayînkirina qayûmê re me dît ku di serî de êrîşê komeleyên jinan û destkeftiyên jinan kirin. Mêr tayînî rêveberiya komeleya jinan Êlihê kirin. Li vir feraset û dijminatiya li hemberî jin û civakê bêtir derket holê. Wekî her derê li şaredariyê jî dixwazin hişmendiya zayendperestiyê bimeşînin. Dixwazin rêveberiyekî bê jin ava bikin. Dema rewş wisa be ji bo jinan xebat jî nayê kirin."
 
'Carekî din jî hilbijartin pêk bê em ê bi ser kevin' 
 
Songul, da zanîn ku HDP'ê her tim ji bo gel dixebite û wiha bi lêv kir: "Di hilbijartinê de HDP'ê 65 şaredarî bi dest xist. Lê belê îqtîdar tehemûlê wê yekî nekir û di 19’ê tîrmehê de bi darbeyek siyasî qayûm tayînî şaredariyan kir. Hevşaredarên me niha girtî ne, lê belê piştrî 19'ê tîrmehê jî tayînkirina qeyûman dom kir. Îqtîdar pêvajoya vîrûsa koronoyê ji xwe firsend dît û êrîşê hemû şaredariyên me kir. Qeyûm niha projeyên me wekî projeyên xwe ji raya giştî re aşkera dike û gel dixapîne. Lê belê sibêhê carek din hilbijartin pêk bê dê dîsa HDP bi ser bikeve. Ji ber ku HDP’e partiya jin, ciwan û hemû rengan e.”
 
'Gel dê bersiva xwe bide...' 
 
Hevşaredara Lîceya Amedê ya ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Rûken Yilmaz, destnîşan kir ku bi qeyûman armanc dikin ku vîna gel tune bikin û wiha bi lêv kir: "Bi qeyûman dixwazin rêveberiya Gelê Kurd ji holê rakin. Xizmeta ku ji bo gel tê kirin asteng bikin. Bi her awayî êrîşê dikin. Êrîşê çand, ziman û pergala hevserokatiyê dikin. Çawa ku qeyûm hat tayînkirin di serî de êrîşê  xebatên jinan kirin. Di sala 2016'an de jî qeyûm hatibû tayînkirin û şaredarî hatibû talankirin û wêrankirin û xebatkar ji kar hatibûn derxistin. Niha jî heman rêbaz tê bikar anîn. Her wiha hemû projeyên ku me amadekirin qeyûm wekî projeyên xwe ji raya giştî re ragihand. Lê divê baş bê zanîn ku gel dê carek din bersivê bide."