HDP ji bo asta 3'yem a Bernameya Têkoşîna Demokratîk civînek li dar xist

  • 16:59 16 Tebax 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Meclîsa HDP'ê derbarê amadekariyên asta sêyemîn ên Bernameya Têkoşîna Demokratîk de civîn li dar xist. 
 
Civîna Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber şewba vîrûsa koronayê bi awayekê onlîne hat lidarxistin. Civîn dibin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan de pêk hat. Di civînê de pêvajoya siyasî hat nirxandin û derbarê amadekariyên asta sêyemîn ên "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de nîqaş hatin kirin.