Tulay Hatimogulları:Ew ê jin bi rejîma istibdatê li hev neke

  • 09:06 15 Tebax 2020
  • Ramyarî
Filiz Zeyrek
 
EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari anî ziman ku AKP rejîmeke nû ava dike û dixwaze jinan ji qada cemaweriyê dûr bixe. Tulayê bal kişand ser vê yekê ku pêvajoyeke ku diyanet tevlî siyasetê dibe heye û wiha got:"Ew ê jin bi rejîma istibdatê li hev neke." 
 
Îktidara AKP-MHP'ê nîqaşa planên vekişandina ji Peymana Stenbolê dike û li dijî vê yekê bi rojan e jin li kuçeyan li ser medyaya civakî çalakiyan li dijî nîqaşkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê dikin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari êrişên îktidarê yên li dijî destkeftiyên jinan û mijara îktidar çima dixwaze Peymana Stenbolê betal bike nirxand. 
 
'Diyanet hîn zêde tevlî siyasetê bû'
 
Tulayê bal kişand ser tevlîbûna diyanetê ya siyasetê û wiha got:"Ji ber ku AKP-MHP dixwaze li Tirkiyeyê guhertinê çêbike dixwaze Peymana Stenbolê betal bike. Dixwazin rejîma otoriter-totaliter, istibdatê ava bikin. Li ser bedena jinê tê xwestin kodên civakî yên nû bên afirandin. Girêdana nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê bi vê yekê girêdayîye. Di heman demê de diyanet hîn zêde tevlî siyasetê bû. Ev mijar ji hev ne qut in."
 
'Encamên feraseta paşverûtiyê ya ji ber AKP'ê ye'
 
Tulayê da zanîn ku Tirkiye tu carî nebûye welatî laîk lê belê bi AKP'ê re jiyana sekuler bêtir ketiye bin talûkeyê, li dijî jinan jî dijminatiyek tê afirandin û wiha got:"Dixwazin jinên li vir wekî yên Erebîstanê di nava çar dîwaran de bimînin û dernekevin. Naxwazin jin bibin xwediyê mafên gotinê. Dixwazin zarokan bidin zewicandin. Ev destdirêjî û tecawiz e. Jinan ji ber şort li xwe kirin, li parkan lîstin, ekegê kin li xwe kirin bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Çawişên pispor tecawizî zarokan dikin. Tecawiza çawişên pisporan jî mijara gotinê ye. Ev jî encamên feraseta paşverûtiyê ya ji ber AKP'ê ye."
 
'Tê xwestin ku tipolojiyeke malbatê bê avakirin'
 
Tulayê gotina Tayyip Erdogan a 'wekheviya jin û mêran li dijî fitratê ye' bi bîr xist û wiha got:"Em vî mafî nadin ku zihniyeta baviksarlî jiyana rojane ya jinê diyar bike. Em nadin jî. Erdogan dema serok bû got 3 zarokan çêbikin niha dibêje 5 zarokan çêbikin. Dawiyê mijara sezeryanê hat nîqaşkirin piştre dawiyê kurtaj hat qedexekirin. Dema em li vê dinihêrin tê xwestin ku tipolojiyeke malbatê bê avakirin. Ji bo hêza karê erzan dixwazin serjimara ciwanan zêde bibe. 
 
'Ew ê jin bi rejîma istibdatê li hev neke' 
 
Tulayê da zanîn ku ji her bejê mirov ji bo parastina Peymana Stenbolê li kuçeyan e û wiha got:"Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu jin wekî hedef nîşan da û got 'jin serkêşiya van rêxistinan dike' û piştre meclîsên jinan û Komeleya Jinê ya Rosayê bûn hedef. Li dijî rêxistina jinê gelek operasyonên polîsan hatin kirin. Em ê têkoşîna xwe hem li dijî xespkirina mafên xwe hem jî li dijî nîqaşên ji bo betalkirina Peymana Stenbolê bidomînin. Ew ê jin bi rejîma istibdatê li hev neke."