'CPT di raporên xwe de ne samîmî ye'

  • 09:02 14 Tebax 2020
  • Ramyarî
AMED – Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyen xwe li hemberî tecrîdê bêdeng in. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Seval Gulmez jî destnîşan kir ku CPT di raporên xwe de ne samîmî ye helwestekî dualî nîşan dide. 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 5’ê tebaxa 2020’an de jî rapora derbarê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT'ê di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Her wiha CPT’ê di rapora xwe de diyar kir ku divê rejîma girtîbûnê ya li Îmraliyê careke din di ber çavan re bê derbaskirin. Derbarê mijarê de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajarê Amedê Seval Gulmez nirxandin kirin.
 
‘Raporên CPT'ê têrî nake’
 
Hulya diyar kir ku serlêdan û raporên CPT'ê têrî nake û wiha got: “ CPT bi awayekî rêk û pêk diçe Îmraliyê qontrol dike, pêşniyarên xwe pêşwazî dike lê wan pêşniyar û peywirên xwe bi cih nayîne. Saziyeke ku peywira wê pêşîlegirtina îşkenceyê be, divê ji vê mijarê re jî xemsar nemîne. Diyarkirina raporê girîng e lê herî girîng ew e ku guherandina şert û mercên Îmraliyê ye. Ji ber ku CPT di heman demê de tecrît û îzolasyona ku li Îmraliyê heye dipêjirîne her wiha îşkenceya nav xweyî de jî dipêjirîne lê ger ku ji bo guherandina şert û mercan tiştek neke wê demê divê li ser helwestên CPT bê sekinandin. Ji ber ku berpirsyariya wê ya herî esas e ku bîne cih.”
 
‘Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng in’
 
Hulya anî ziman ku divê hemû saziyên navneteweyî wê polîtîkaya tecrîdê bibînin û ev tişt got: "Dewletên navneteweyî tecrîda li ser Îmraliyê dibînin. Rastiya kurd û Kurdistanê ber çavên dewletên navneteweyî ye. Wan dewletan jî polîtîkayên xwe li ser Rojhilata Navîn dimeşînin loma nêçareserkirina pirsgirêka kurd jî wan dewletan dispêrînin. Ne tenê helwesta dewleta tirk di heman demê de helwest û rolên dewletên navneteweyî jî di mijara Îmraliyê de heye û naxwazin pirsgirêka Îmraliyê bê çareserkirin. Ji ber vê yekê li hemberî tecrîda li Îmraliyê bêdengiya xwe diparêzin."
 
‘CPT di raporên xwe de ne samîmî ye’ 
 
Seval Gulmez jî diyar kir ku rapor tenê li ser kaxizan dimîne û wiha berdewam kir: “Binpêkirinê mafên wê kî kontrol dike û bandora raporan çiqas heye? Ger ku CPT raporên mafên binpêkirinê aşkere bike û li hemberê vê guherandinek pêk neyne wê demê di raporên xwe de ne samîmî ne. Gelo aşkere kirina raporan tecrîtê ji holê radike? Divê em van tiştan binirxînin. Belê rapor girîng in lê ger ku pêvajoya pêşiya me re bibe rêya çareseriyekê wê demê girîng e.”  
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Seval anî ziman ku perqal bi gotinên maf û hiqûqê her tim gelan dixe di nav hêviyek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cîhanê bandora raporên CPT heye lê em li ser erdnigariya Kurdistanê dijîn wê demê ev tişt tê hişê me. Heke em ji pergala modernîteya kapîtalîst re xizmetê nekin wê demê çi were serê me jî mubah tê dîtin. Ger em wekî wan nefikirin, wekî wan tevnegerin tu mafên me jî namîne û bi wî awayî her tim mafên me yên bingehîn tê binpêkirin. Di heman demê de tê xwestin ku hêviya gel jî wê were şikandin. Wekî ku tê zanîn tecrît sûcek mirovatiyê ye. Ger ku îro CPT raporên li ser navê sûcên mirovatiyê parve bike û wan binpêkirina mafan dawî neke wê demê helwestekê bi dualî dimeşîne.”