‘Kolan bi kolan hevdîtina bi jinan re berdewam e’

  • 09:06 27 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
WAN - Hevseroka HDP’a Tuşbayê Edîbe Babur da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê de gelek bername pêk anîne û got piştî kampanyayê jî wê bi jinan re bên cem hev.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî şîdet û kuştinên li hember jinan û îstîsmara zarokan di 8’ê Adarê de starta kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ da destpêkirin û fînala wê di 28’ê Tîrmehê de wê li Enqereyê pêk bê. Jinên seranserê kampanyayê polîtîkayên li hember jinan teşhîr kirin wê hevdîtinên xwe ji vir şûnde jî bidomîne. Hevseroka HDP’a Tuşba ya Wanê Edîbe Babur û endama meclîsa jinan a HDP’ê ya şaredariya Tuşbayê Devlet Çîftçî pêvajoya kampanyayê nirxand.
 
‘Em dibînin ku ji bo jinan hiqûq pêk nayê’
 
Edîbe Babur, bal kişand ser êrîşên zayendî yên leşkeran yên li herêmê yên li hember jin û zarokan û wiha pê de çû: “Sedema zêdebûna îstîsmar û kuştinên jinan encama polîtîkaya desthilatdariyê ye. Polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê şîdeta mêr rewa dike. Ji serî de em dibînin ku ji bo jinê hiqûq pêk nayê. Em dizanin ku mafê zarokek rastî îstîsmarê hatiye nayê pirsîn. Dikarin zarokan bikujin, îstîsmar bikin. Lê em Meclisa Jinan a HDP’ê û wek TJA van polîtîkayan qebûl nakin.”
 
‘Sedema kuştinên jinan hêza ku desthilatdarî dide mêr e’
 
Edîbeyê der barê kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ de axivî û wiha pê de çû: “Me li seranserê Wanê kampanya xwe bi meşa li Agiriyê bi dawî kir. Sedema li Agiriyê pêk hatin ev bû ku li wir 6 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Sedema mirina 6 jinan jî encama nêrîna dewletê ya li hember jinan e. Îro qetilkirina evqas jinan ji hêza ku desthilatdarî dide mêr pêk tê. Jin bi giştî wek malê mêr tê nîşandan.”
 
‘Em ê destûrê nedin ku pêşerojê tarî bikin’
 
Edîbeyê bi lêv kir ku bidawîbûna kampanyayê re wê li malê xwe nemînin û wiha dawî lê anî: “Em ê mal bi mal bigerin û mafên wan vebêjin. Em ê nîşan bidin ku jin tu car ne tenê ne û em ligel wan e. Zîhniyeta qirêj ya AKP-MHP’ê wê bi têkoşîna jinê bi dawî be. Em efûya ji bo îstîsmara zarokan tê jî tu car qebûl nakin.”
 
‘Em dest ji vê têkoşînê bernadin’
 
Devlet Çîftçî jî diyar kir ku wê hevdîtinên jinan bidomînin û wiha pê de çû: “Divê em hemû jin bibin yek û destûrê nedin qetilkirina jinan. Jinên ji bo mafê jin û zarokan têdikoşin tên binçavkirin û girtin. Bi vê dixwazin bitirsînin. Em tu car dest ji vê têkoşînê bernadin.”