'Êrîşa zayendî û tecawiz ên li herêmê polîtîkayên taybet ên şer in'

  • 09:04 25 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
WAN - Hevseroka Şaredariya Qeqelîyê Dîlan Orenci ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin diyar kir ku êrîşên li dijî zarok û jinan parçeyek ji polîtikayên şer ên taybet in û wiha got:"Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin." 
 
Li Tirkiyeyê di serdema AKP'ê de tundiya li ser jinê ji sedî hezar û çarsed zêde bûye. Her roj xebereke qetikirinê û tundiyê tê bihîstin. Di meha hezîranê de 27 jin hatin qetilkirin. Li Muglayê Pinar Gultekin, li Êlihê çawişê pispor M.O. tecawizî jineke ciwan a 18 salî kir. Li Şirnexê dîsa çawişê pispor êrîşa zayendî li zaroka 13 salî kir. Tevî vana îktidar hewil dide ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişîne. 
 
Van hemû polîtikayên li dijî jinan Hevseroka Şaredariya Qeqelîyê Dîlan Orenci ji me re nirxand. Dîlanê got:"Êrîşa zayendî û tecawiz ên li bi taybet li Kurdistanê polîtîkayên taybet ên şer in."
 
'Tundîya li ser jin û zarokan berhema sîstemê ye'
 
Dîlanê diyar kir ku jin û zarok ji aliyê mêrê ku dewleta wan diparêzin bi tundiya sîstematîk rû bi rû tên hiştin û wiha got:"Tundîya li ser jin û zarokan berhema sîstemê ye. Li gelek cihên Kurdistanê em li van bûyeran rast tên. Tundiya di hundur mal, derve û li kar ji ber polîtikayên dewletê ye. Daxuyaniya walîtiya Şirnexê ya 'alkol girti bû' nayê qebûlkirin. Ji ber ku ev sûcan bê ceza dimîne loma dewam dikin."
 
'Polîtîkayên bêcezakirinê hêzê dide kujeran'
 
Dilanê da zanîn ku tundiya li ser jinê di serdema AKP'ê de zêde bûye û wiha got:"Fikra zewaca zarokan a bi tecawizkarê xwe re, daxistina ceza ya ji ber qrewat û taximê cil dibe sedem ku sûc zêde bibe. Polîtîkayên bêcezakirinê hêzê dide kujeran. Ev dibe sedem ku îstismara zarokan bê rewakirin. Gulistan bi rojane nexwiya ye lê gumanbar nayê zevkirin. Her roj cinayetên nû yên jinan çêdibin. Wan her dem dixwestin ji Peymana Stenbolê vekişin. Ev ê rê li ber tundiyê veke."
 
'Em dikarin bi hev re bi ser bikevin'
 
Dîlanê herî dawî wiha got:"Heger em bi hev re bi û em bi hev re xwe birêxistin bikin em dikarin bi ser bikevin. Gelek jin hene ku tiştên ku jiyane nikarin vebêjin. Rêxistinbûyin hêzê dide jinê. Em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin."