Ebru Gunay: Şer sedema hebûna AKP'ê ye

  • 15:24 24 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, têkildarî geşedanên dawî de axivî. Ebrû got:"Şer sedema hebûna AKP'ê ye."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapmeniyê li dar xist. Gunay, ewil têkildarî 24'ê Tîrmehê Roja Cejna Çapemeniyê axivî û got: "Rêzdar kedkarên çapemeniyê min dixwest cejna we pîroz bikim. Lê ji bo rojnamegeran û çapemeniyê mafê agahiyê û azadiya ramanê tune ye. Mixabin ji bo rojnamegeran tu cejn tune ye." 
 
Ebrû, anî ziman ku AKP wekî di gelek qadan de çapemenî jî kiriye hedefa xwe û got: "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê mahkûmî tariyê kirine. AKP li cîhanê rojnamegeriyê wekî sûc û rojnamegeran jî wekî 'Terorîst' pênase dike. Li Tirkiyeyê herî kêm 93 rojnameger girtî ne. Mixabin zêdeyî 10 hezar rojnameger betal in. Bi darbeya OHAL'ê dest danîn sedan saziyên çapemeniyê. Yên mane jî li dijî muxalefetê propaganda reşkirinê dikin. Wekî  navenda hikûmetê kar dikin. Gel nikare rojnameyan bixwîne û nikare televîzyonan temaşe bike. Niha jî 'Medya Civakî' dikin hedefa xwe." 
 
Ebrû, bal kişand ser pêşnûmeya medya înternetê û wiha lê zêde kir: "Niha medya civakî dikin hedef. Dixwazin her kesî reş bikin. Ewlehî amentuya dewletê ye. Îqtîdar her ku diçe bêtir otorîter dibe. Her welatî ji bo xwe talûke dibîne. Tirkiye bi vê hewldana guhertinê dixwaze aşkere Modela Çînê têxe meriyetê." 
 
'Mutabakata Dolmabahçe li ber çavê cîhanê îmze kirin'
 
Ebrû, bi minasebeta salvegera 24'ê Tîrmeha 2015'an bal kişand ser destpêka şerê li Tirkiyeyê û wiha got: "24'ê Tîrmeha 2015'an ji bo Tirkiye dîrokek nayê ji bîr kirin. Di vê dîrokê de pêla tundiya herî mezin dest pê kir. Pêla tasfiyeyê dest pê kir. Polîtîkaya komkujiyê dest pê kir. Bi vê polîtîkayê pêvajoya çareseriyê înar kirin. Mutabakata Dolmabahçe li ber çavê cîhanê îmze kirin. Lê ev yek înkar kirin. Bi vê înkarê bi taybet li dijî gelê Kurd û bi tevahî li dijî gelên Tirkiyeyê yên demokratîk şer îlan kirin. Maseya diyalog û muzakereyê ku li Îmraliyê hat avakirin û ji bo civakê bû heviyek mezin, hikûmetê xera kir. Piştî di Newroza 2013'an de deklarasyona çareseriyê aşkere kirin, heta 3 salan şer û kuştin rawestiya. Lê gotin ‘Hûn deng nedin me, hûn dê karibin fîlmê vê pêvajoyê bikişînin?' AKP li diji hemû civakê kumpasa komplo ava kir. 
 
'Şerê li dijî Kurdan sedema hebûna AKP’ê ye'
 
Ebrû, anî ziman ku pêvajoya aştiyê kirin qurbana komploya Serêkaniyê û Giyadinê û wiha lê zêde kir: "Hikûmetê Serêkaniyê kir provokasyon û ev ked dîrokê. Kesên bi kumpasê kirin bersûc piştre beraet kirin û kujer hatin veşarin. Dîsa bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê bifir li pêvajoya şer xistin. Bi destê DAIŞ'ê di dîroka Komarê de komkujiyên herî mezin kirin. Di salên 90’î de gund şewitandin. Lê niha bajar dorpêç kirin û xera kirin. Li şûna torosên spî, hikûmetê welatiyên xwe bi amûrên şer bombe kir. Wekî Sûrê bi maşîneyên kar tev hilweşandin û sero bin kirin. Qirin qada rantê. Darbe kir hincet û OHAL ilan kirin. Bi hezaran mirov ji karên xwe bûn. Di 4'ê Mijdarê û piştî wê bi awayekî pergal li dijî vîna gelê Kurd darbe pêk anîn. Mirovên kedkar kirin mohtacê pariyek nan. 24'ê Tîrmehê encama polîtîkayê li dijî gelê gelê Kurd e. Ji ber ku şerê li dijî Kurdan sedema hebûna AKP’ê ye. 
 
'Pirsgirêk bi şer çareser nabe'
 
Ebrû, kesên ku li dijî 24'ê Tîrmehê bêdeng man û niha dibêjin 'Em mexdûr in' jî rexne kir û got: "Me berê jî got di şer de kes bi ser nakeve. Pirsgirêk bi şer çareser nabe. Bi şer mirov û welat dê winda bikin. Lê îqtîdarê guh neda û dijminantiya Kurdan kir. Kurd kirin civaka li welatî ku hemû mafê wî hatine qedexekirin. 
 
'Karker rastî êrîşê hatin' 
 
Ebrû, bal kişand ser karkerê li Yozgatê rastî êrîşan hatin û wiha lê zêde kir: "Karker rastî êrîşê hatin. Polîsan ji karkeran re gotin 'Em nikarin ewlehiya we bistînin' û karker derxistin dervê bajar. Tişta ji bo karkeran talûke polîtîkayên îqtîdarê ye. Gelê me ne bi tenê ye. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heta niha plana têkçûnê di meriyetê de ye. Em li vir in û em li ser piyan in. Em dê li vîna xwe û nasnaeya xwe xwedî derkevin. Gelê me li dijî zilmê têdikoşe. Polîtîkaya AKP'ê dixwaze li Rojhilata Navîn di qada siyasî, diplomasî û çandê de cîhanek bê Kurd ava bike. AKP bi polîtîkaya Plana Hilweşandinê dixwaze Kurdan li çar aliyan tune bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye, Li Başûrê Kurdistanê operasyonên eskerî dane destpêkirin. Di êrîşên li dervê sînor herî zêde sivîl jiyana xwe ji dest didin. Di encama van operasyonên dersînor ên eskerî de bi dehan jin, zarok û welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
85 welatî bi SÎHA'yê hatin kuştin
 
Li gorî rapora navneteeyî ji sala 2015’an heta niha Jêtên Tirkan, di encama bombebarana SÎHA de li Kurdistana Iraqê herî kêm 85 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Zêdeyî 95 welatiyên  sivîl di encama êrîşan de birîndar bûn. Ji 85 kesên hatin kuştin tenê, 15 kes di 6 mehên dawî de hatin kuştin."
 
'Tundî li ku dibe bila bibe em ê li dijî wê têbikoşin' 
 
Ebrû, bal kişand ser tundiya mêr a li dijî jinan û wiha lê zêde kir: "Her roj jin ji aliyê mêr ve tên kuştin.  Îqtîdar û dewlet bi gotin û pratîka xwe rê li pêş van cînayetên jinan vedike. Herî dawî Pinar Gultekin  qetil kirin. Her ku diçe hêrsa me mezin dibe. Yên li dijî vê yekê derdikevin rastî tundiya dewletê tên. Ez li vir ji malbata Pinar Gultekin sersaxiyê dixwazim. Jin li her derê rastî tundiyê tên. Mixabin em di nava partiya xwe de jî li dijî tundiya mêr têdikoşin. Tundî li ku dibe bila bibe em ê li dijî wê têbikoşin. Herî dawî HDP jî bi tundiyê bû rojev. Lê em tundiyê teşîr dikin. Em HDP ku bi meclîsên jinan, hevserokatiyê û wekheiyê têdikoşin, em li her derê li dijî tundiya mêr in. Em her tim li dijî tundiyê rawestiyan û em ê ji niha û şûnde jî li dijî vê tundiyê rawestin. Em ser tu tundiyê venaşêrin. Dema meseleya Tuma Çelîk hat ber destê me, me gotina jinê esas girt. Em li cem jinê rawestiyan. 
 
Li ser vî esasî me Tuma Çelik sewqî Lijneya Dîsîplênê kir û Lijneyê Çelîk îxrac kir. Têkoşîna me ya li dijî tundiyê dê her tim bidome."