Ayşe Acar Başaran: Baweriya me ne bi îqtîdarê bi destkeftiyên me ye

  • 14:12 23 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran di civîna çapemeniyê de diyar kir ku baweriya wan ne îqtîdarê bi destkeftiyên wan tê û got ku ew ê fînala kampanyaya xwe ya di 8'ê Hezîranê de ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye li Enqerê bidin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî rojevên jinan li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşe, diyar kir ku polîsan bi hinceta vê civîna wan a çapemeniyê, Buroya Têkiliyê ya Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya Demokratik a li Amedê kirine dorpêçê û wiha got: “Emniyeta Amedê, buroya me ya rêveberiya herêmî dorpêç kiriye. Diyare îstîxbarat şaş girtiye. Em li Enqerê daxuyaniyê didin.”
 
Ayşe, da zanîn ku têkoşîna jinê ya di HDP’ê de, têkoşîna jinên femînîst a ku sedsale dewam dike ye û wiha axivî: “Em ê weke jinên HDP’î, destûrê nedin ku ev têkoşîn bêrawestandin, êrîş û pêngavên li dijî vê têkoşînê. Mixabin em di demek ku destdirêjî û tundiya li dijî jinê pir zêde bûye re derbas dibin. Ev bûyer polîtîkin. Bûyerên tecawîz û destdirêjiyê yên li bajarên kurdan zede bûne, parçeyeke rêbazê şer ê AKP û MHP’ê ye. Piştî ku zarok li Şirnexê bi destdirêjiyê re rûbirû dimînin, Walî derdikeve daxuyaniyê dide û diyar dike ku bûyerpolîtîk tê pêşkêşkirin. Ev jî nîşanî me dide ku sûcdarê vê destdirêjiyê ne tenê çawîşê pispor e, yên ku cesaretê didin wî ne. Jinek 18 salî ji aliyê çawişekê pispor ve tê tecawîzkirin. Dema ku jin dixwaze vê bûyerê bi raya giştî re parve bike jî, 20 rojan tê bi darê zorê tê girtin, bi gef û zilmê re rûbirû tê. Ev çawîşê pispor jî mîna yê Şirnexê, hêzê ji desthilatdariyê digire, jina ciwan tehdît dike û jina ciwan ji ber vê ji neçarî întîhar dike. Dema em li Êlihê bûn, di hevdîtinên me kirin de, me bihîst ku rewşa jina ciwan girane. Li Şirnexê 2 çawîşên pispor tên berdan. Em baş dizanîn ku wê ev hewldanên wan dewam bikin. Ji ber ku ev polîtîkayeke tifaqa AKP û MHP’ê ye û parçeyekê şerê taybete. Ev rêbazên wan her roj bi bûyerên cuda derdikevin holê.”
 
 'Em polîtkîkayên wan nas dikin'
 
Ayşe, anî ziman ku ew polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan ji rêbazên operasyonên li hemberî jinan nas dikin û wiha bilêv kir: “Em ji îşkenceya bi kûçik a li dijî Rojbîn Çetîn, girtina hevala me ya jina 70 salî, Gulîstan Doku ya 200 rojin winda ye, êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê van polîtîkayên baş dizanîn. Emê tu carî li dijî van êrîş û polîtîkayan bêdeng nemînin.”
 
‘Siyaseta li dijî jinan dikin’ 
 
Ayşe, bal kişand ser qetilkirina Pnar Gultekîn û Fatma Altinmakas jî û wiha dewam kir: “Em her tim dibêjin ev encamên polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ne. Berê jî min bi raya giştî re parve kirbû; siyaseta AKP û MHP’ê bi rêve dibe, ajandaya siyaseta li dijî jinane. Ne tenê di meha Hezîranê de 27 jin hatin kuştin, di heman demê de 23 jin jî bi awayekê bi guman hatin kuştin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de 3 hezar zêdetir jin hatin qetilkirin. Êdî ev rewş veguheriye komkujiyê.”
 
Ayşe, destnîşan kir ku AKP li şûna ku li dijî komkujiyên jinan siyasetekê pêş bixe, hewl dide samîmiyeta HDP’ê di testê re derbas bike û wiha bilêv kir: “Samîmiyeta me testkirina AKP’ê ye. Testa samîmiyeta me jinên li Tirkiyeyê ne, jinên Kurdin, jinên Çerkezin û jinên Tirkin. Testa samîmiyeta AKP’ê, polîtîkayên bi rêve dibeye. Erdogan ji bo cînayeta Pinar Gultekîn got ewê şopdarê bûyerê bin. Em ev rewşa we ya şopandinê, di tundiya li dijî jinan de dît. Tişta ku hûn dixwazin bişopînin siyaseta efokirina bersûcane. Lê em jin, emê destûrê nedin vê yekê.”
 
Niqaşên peymana Stenbolê
 
Ayşe, nîqaşên desthilatdariyê yên guhertina Peymana Stenbolê jî bi bîr xist û wiha got: “Di rojên ku destdirêjî, tecawîz û tundiya li dijî jinan pir zêde bûyîn de, nîqaşên guhertina Peymana Stenbolê xistin rojevê. Em ê vê yekê qebûl nekin. Her roj di televîzyonan de jinan hedef nîşan didin ku vê nîqaşa xwe dewam bikin. Her roj li ser guhertina Peymana Stenbolê nîqaş dikin, lê bi tu awayî mafê axaftinê nadin jinan. Di encama kedeke mezin a jinan de ev peyman hat qebûlkirin. Îro desthilatdarî dixwaze van destketiyên me ji me bigire. Em ê bi tu awayî destûrê nedin ku desthilatdarî van destketiyên me ji me bigire. Ewlekariya me ne desthilatdarî, ne hêzên ewlekariyê û ne jî daraza ku cesaretê dide zilamane. Ewlekariya me destkeftiyên me bi xwe ne. Emê tu carî dest ji van destkeftiyên xwe bernedin. Êdî tehemula me nemaye ku jinek tenê jî ji nava me kêm bibe.”
 
'Werin em pirsgirêkê ji holê rakin'
 
Ayşe, di dewama axaftina xwe bang li komên partiyan ên di Meclîsê de ne kir û wiha got: “Weke HDP’ê, koma me ya jinan di parlamentoyê de heye. Ger hûn dixwazin tundiya li dijî jinan ji holê bê rakirin, werin em bi hev re pirsgirêkê ji holê rabikin. Em bang li hemû saziyên jinan dikin, werin em hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Werin em hemû bi hevre ji desthilatdariyê hesap bipirsin. Ji bo ji bo vê amadene ku bi hevre rûnin û nîqaş bikin. “
 
Kampanyaya 'Jin li her derê ne' 
 
Ayşeyê, derbarê kampanyeya “Jin Li Her Derêne”ya di 8’ê Hezîranê dest pê kiribûn de jî, ev agahî dan: “Ev meheke, em li dijî îstîsmarê, tundiya zilam, bi qeyûman re girtina saziyên siyasî û astengiyê xwe gihandinan jinan, dengê xwe bilind dikin. Me got têkoşîna jinan li her derê ye. Emê di 25’ê vê mehê de, li Parka Kûgûlû ya Enqerê saet 12.00’an de, fînala vê kampanyeay xwe bidin. Emê kompanya xwe bi dawî bikin. Emê dîsa bêjin têkoşîna jinan li her derê ye. Werin em hemû bi hev re li dijî cudakariyê, tundiyê û siyaseta dijber xwedî Peymana Stenbolê derkevin. Werin em bi hevre bibin dengê hemû jinan û li dijî serdestiya zilam a ku dixwaze me dorpêç bike, têkoşîna xwe mezin bikin.”