Eyşa Hiso: Pergala me hebûna me temsîl dike

  • 09:05 19 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek guhertinên bingehên pêk hatin, Hevseroka PYD'ê Eyşa Hiso, diyar kir ku şoreş valaderxistina pergala netewperestiyê bû û got: "Tişta ku me bi dest xistiye yek nasnameya jinê, ya duyem pêşengiya jinê û ya sêyem jî guhertina civakê bû. Niha jî jinên hemû netewan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe avakirin û bi hev re jî pergala xwe ya demokratîk diparêzin." 
 
Li rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de şoreş dest pê kir. Şoreşa ku civaka rojavayê Kurdistanê veguherand pêvajoyeke nû jî têkoşîn û berxwedan e. Di nava vê şoreşê de guhertinên bingehîn pêk hatin û civakeke bi rêxistinkirî, wekhev û demokkratîk hat avakirin. Di têkildarî mijarê de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşa Hiso, axivî û bal kişand ser salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê.
 
* Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re heta niha guhertinên bi çi rengî pêk hatin kirin? Şoreş bandorekî çawa ser têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan kir? 
 
19’ê Tîrmehê, rojên têkoşîn û berxwedanê tîne bîra mirovan. Dema em vê rojê dinîrxinîn, em pênaseya jinê jî di nav de dikin. Nasnameya jinên rojavayê Kurdistanê jinên kurd in. Niha em dibînin ku civak bi hemû reng û pêkhateyên xwe dest digere û hîmên şoreşa azadiyê danîn. Di hemû qadên jiyanê de jin xwe îsbat kir.  Dema ku em bên aliyê siyasî jî bi taybet ji bo jinan siyaset qedexe bû. Her tim siyaset bi zîhniyet û hişmendiya zilaman dihat birêvebirin. Îro bi saya partiyên siyasî yên pir rengî, bi pêşengiya jinê û her wiha bi pergala hevserokatiyê ya di nava partiya PYD'ê de, jin di qada siyasetê de cihê xwe girtin. Îro jin di qada siyasî de xwedî rol û misyonê ye. Di aliyê leşkerî de bi salan têkoşînek ji aliyê tevgera azadiya jinan ve hebû. Di heman demê de jî îro jî bi pêşengiya Yekineya Parastina Jinê (YPJ) ev mîras hatiye parastin û li hemberî hemû cûreyên zilmê şer kirin. Di heman demê de jî di rêveberî û rêxistinê de jî jin xwedî kedeke pîroz bûn. Ev hemû guhertin bi şoreşa 19’ê Tîrmehê mayînde bû. Di rastiya şoreşa 19’ê Tîrmehê de jî derket holê ku şoreş, şoreşa jinê ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê nirxê jinê diparêzê, rastiya wê derxist holê û nasnameya jinê ya rasteqîn derxist holê. Ji bo wê 19’ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz e.  
 
* Di çarçoveya şoreşa rojavayê Kurdistanê de pêşketina rêxistinbûyin û saziyên jinan bandoreke çawa li ser pêşketina civakê kir?
 
Em hemû dizanin ku pergala desthilatdar jinê di nava civakê de wekî kole dinirxand. Ew jina ku ji cewherê wê dûrxistibûn, tenê ji bo malbat an jî kesayetekî hatibûn sînordarkirin. Îro em dibînin jin têkoşîneke pir mezin ji bo cewhera xwe derxin holê didin meşandin, di heman demê de jî ji bo ku pergala demokratîk ava bibe di nav liv û tevgerê de ne. Em dikarin bêjin îro ev jin di pergala Rêveberiya Xweser de guhertinên bingehîn di civakê de dane avakirin. Di destpêkê jin ji bo xwe îfade bike pir zehmetiyan kişand. Erka herî giran û barê şoreşê jî li ser milê jinan bû. Jin hem li dijî pergalê û hem jî li dijî civaka ku jinê kiribû kole têkoşînek da. Ji bo jinan qonaxa herî giran di destpêkê de merheleya îsbatkirinê bû. Lê îro em dikarin bêjin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya cîhanê tê nasîn. Tişta ku me bi dest xistiye yek nasnameya jinê, ya duyem pêşengiya jinê û ya sêyem jî guhertina civakê bû. Jin niha hem ji bo azadiya xwe li ber xwe dide, ji bo avakirina pergala demokratîk têdikoşe û ji bo avakirina malbatên demokratîk malbatan bi rêxistin dike. Kedekî mezin û tacîdar heye. Edalet, wekhevî û parastina çandê tenê di pergala jinê de heye. Jinên hemû netewan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe avakirin û bi hev re jî pergala xwe ya demokratîk diparêzin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê tê weteya valaderxistina pergala netewperestî û pergala qirkirina hebûna jinê ye. Pergala demokratîk bi jinê tê nasîn û parezvanê pergalê jî jin bixwe ye.
 
* Êrîşên li dijî destkeftiyên rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê dewleta tirk û hêzên navnetewî ve tên kirin, hûn çawa dinirxînin?
 
Şoreşa rojavayê Kurdistanê ya ku bi şoreşa jinê ve tê pênase kirin, em çawa dikarin destkeftiyên xwe biparêzin? Xala girîng parastina projeya Netewa Demokratîk e. Îro em dibînin ku êrîşê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avabûye tê kirin. Ji hêla dewletên hegemonîk ve di serî de dewleta tirk ve tê dagirkirin û dixwazin projeya Netewa Demokratîk têk bibin. Niha em rewşa Sûriyeyê binêrîn; em dibînin ku herêmên ku dewleta tirk dagirkeriye xwe têde mayinde kiriye, hebûna hemwelatiyên Sûriyeyê nemaye, qadên Rêjîma Sûriyeyê jî hatine dagirkirin. Pênasekirina hemwelatiyên azad û jina azad em dibînin li ser axa me heye, ji bo wê her tim axa me bi êrîşan re rûbirû dimîne. Mînaka wê jî Kantona Efrînê bû. Efrîn bi çanda jinê dihat nasîn, pergala ku li wir heyî, civaknasiya herêmê û pêşengiya jinê bû hedefa êrîşan. Li Serêkanî û Girê Spî jî heman êrîşan re rûbirû ma. Jina ereb a ku li Girê Spî bi nasnama xwe dijiya, ji bo hişmendiya dewleta tirk xeter bû. 
 
Em dibêjin destkeftiyên ku îro me bi destxistiye em ê biparêzin. Têkoşîna me ji bo Sûriyeyekê demokratîk e. Em ê planên dewleta tirk a li ser herêmê pûç bikin. Em îro dizanin ku dewleta tirk ne tenê ji bo axa Sûriyeyê ji bo tevahî axa ku berê di destê Osmaniyan de bû carek din bigire êrîşê dike. Ji bo em destkeftiyên xwe, axa xwe û nirxê xwe biparêzin, em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin. Pergala me hebûna me temsîl dike. Em weke jinên ku pêşengtiya şoreşa 19’ê Tîrmehê kirine ji bo Sûriyeyeke demokratîk ne navendî, ji bo hebûna jin û mayindeya wê di Rojhilata Navîn de em ê her di nava qadên têkoşînê de bin. Bi projeya Netewa Demokratîk parastina nirx û destkeftiyên şoreşê yek ji erkên me yên esasî ye.