‘Stargeh bi hevkariya rêxistinên jinan dikare rast bê birêvebirin’

  • 09:07 18 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Seroka EMEP a Edeneyê Sevîl Araci, da zanîn ku stargehên jinan rast nayên birêvebirin û mafên jinan tên binpêkirin, jin teslîmê gumanbaran tên kirin û got: “Ji ber vê jî ji bo stargehan divê bi hevkariya rêxistinên jinan tevger pêk bê û di rêveberiyên wê de rêxistinên jinan cih bigirin.”
 
Di 6’ê Tîrmehê de li navçeya Kanîreş a Çewlîgê mêrê bi navê Osman Topal, jina bi navê Bahar Topal qetil kiribû. Bahar li navçeya Kanîreşê rûdinişt û di encama şîdeta mêrê bi wê re zewicî, Osman Topal de çû Stenbolê û li vir li stargehê bicih bû. Piştî ji stargehê derdikeve jî bi awayekî ku nayê zanîn ji aliyê Osman Topal ve tê dîtin û dibe Kanîreşê. Gumanbar, Bahar li wir qetil kir.
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Edeneyê parêzer Sevîl Arici, balkişand ser pirsgirêkên li stargehan.
 
‘Cihê wê nîşan didin’
 
Sevîlê daxuyakirin ku kar û barên stargehan divê bi giştî veşarî bên meşandin û wiha pê de çû: “Stargehên divê her tiştî wê veşarî bên meşandin carna ji aliyê hêzên ewlehiyê ve navnîşan ji gumanbaran re tê aşkerekirin. Dibêjin ‘jina bi te re zewicî, xwişka te li vir e’ û cih vedibêjin. Di encama vê de jin dîsa bi şîdetê re heta bi kuştinê re tên rû hev.”
 
‘Jin ji tirsan naçin stargehan’
 
Sevîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber van bûyeran jin tirsan naxwazin biçin stargehan. Ditirsin ku cihê wan bê dîtin. Ji ber vê jî naxwazin vê rêbazê biceribînin. Der barê stargehan de divê rêxistinên jinan bi hevkarî tev bigerin. Divê di rêveberiyên stargehan de rêxistinên jinan cih bigirin. Ancax bi vî awayî stargeh dikare pêk bê. Berovajî vê dikare bûyerê nû çêbibin û em ji ber vê bi fikar in.”
 
‘Peymana Stenbolê tune be wê şîdet zêde bibe’
 
Sevîlê balkişand ser Peymana Stenbolê ya ku jinan diparêze û got ev demeke peyman di hedefê de ye û wiha dawî lê anî: “Li ser Peymana Stenbolê kampanyayek reşkirinê hatiye destpêkirin. Peymana Stenbolê yek ji destkeftiyên herî mezin a jinan e. Wek hûn dizanin hîmê qanûna hejmara 6284'an, vê peymanê ava dike. Ev peyman jinan li dijî şîdetê diparêze. Ji ber vê em, hemû saziyên jinan û hemû kesên li dijî şîdetê divê peymanê biparêzin. Em naxwazin ji peymanê bê derketin û destûra me ji bo vê tune ye.”