Ji bo heyet biçe Şirnexê daxwazname hat dayîn

  • 16:28 16 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kilç Koçyîgît, bi daxwaznamek ku da meclisê ji bo li Şirnexê derbarê destdirêjiya çawîşê pispar Aslan A. ku li zarokê kir de xwest demildest heyetek biçe li Şirnexê lêkolînê bike. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, derbarê çawîşê pispor Aslan A. yê destdirêjî li du zarokan kir de daxwazname da Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a li Meclisê.