Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Şîdet li ku be berxwedan jî li wir e

  • 09:07 16 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
AGIRÎ - Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya xwe ya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ di 18’ê Tîrmehê de li Agiriyê meşê pêk tîne. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku armanca meşê ev e ku li dijî şîdeta mêr a li bajar hestiyariyekê ava bikin û banga tevlîbûnê li jinên Agirî û Serhadê kir.
 
Di çarçoveya kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê de wê di 18’ê Tîrmehê de li Agiriyê meşek pêk bê. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê meşê de axivî û got wê di 18’ê Adarê de têkoşîna xwe mezin bikin.
Dîlanê diyar kir ku AKP’ê têkoşîna azadiya jinê kiriye hedef û wiha got: “Desthilatdarî hewl dide ku rejîmeke dijminê jinê, înkarker û muhafazakar ava bike. Ji ber vê jî dixwaze astengiya li pêş xwe yanî têkoşîna jinê tasfiye bike. Ji ber vê jî operasyonan pêk tîne, hewl dide civakê îqna bike û îdianameyên vala amade dikin. Yên herî zêde parê ji vê digirin bêguman tevgera jinên Kurd e.”
 
‘Saziyên din ên jinan jî di hedefê de ye’
 
Dîlanê daxuyakirin ku di pêvajoya OHAL’ê de 43 saziyên jinan hatine girtin û hatiye xwestin ku TJA bê îlegalîzekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de saziyên din ên jinan di hedefê de ye. Ewil tevgera azadiya Kurd, HDP û tevgera jinan hedef hatiye girtin. Ewil hevserokatî hedef hat girtin. Şaredarî hedef hatin girtin. AKP dixwaze peyamekê bide jinan. Rojbîn Çetîn jî mînak e.”
 
‘Bi armanca avakirina hestiyariyê ye’
 
Dîlanê daxuyakirin ku di dema AKP’ê de şîdeta li ser jinan zêde bûye û wiha dawî lê anî: “Lingê kampanya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye di 18’ê Tîrmehê de wê li Agiriyê dest pê bike’. Li Agiriyê di meha dawî de 5 jinî dawî li jiyana xwe anî. Bi armanca em li dijî şîdeta li ser jinê hestiyariyekê ava bikin li Agiriyê meş pêk tê. Em bang li hemû jinan dikin ku bi hev re têbikoşin û wê rojê ligel hev bin.”