Pervîn Bûldan: Ji bo têkoşîna wekhevî û azadiya jinan rawestînin êriş dikin

  • 14:33 14 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Têkildarî binçavkirina aktivîstên TJA'yê û rojnamegeran Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan anî ziman ku ew armanca van operasyonan baş dizanin û wiha got:"Ew çi bikin bila bikin, dê nekarin bi ser bikevin. Wê bi tu awayî encamê negirin. Dê nekarin jin û gelê me ji têkoşînê qut bikin. Me li hemberî polîtîkayên neyartiya jinan serî netewand û em ê tu carî netewînin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Pervîn, ewil pêşketinên di rojevê de nirxandin û yek ji rêberên kurdan Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê yê Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û Parlamenterê HDP’ê yê berê û siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat bi boneya salvegera mirina wan, bi bîr anîn.   
 
'Em bi tundî van operasyonan şermezar dikin'
 
Pervîn, dûre bal kişand ser serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de û wiha bertek nîşan da: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dijhiqûqî ne, siyasî ne, zordestî ye, darbe ye û neyartî ye. Em bi tundî van operasyonan şermezar dikin. Em armanca van operasyonan baş dizanin. Ji bo ku têkoşîna wekhevî û azadiya jinan rawestînin êriş dikin. Ji bo astengkirina rêxistinbûyîna jinan, vê dikin. Dixwazin bariyeran danin pêşiya siyaseta demokratîk. Ji bo gel bitirsînin û teslîm bigirin van operasyonan li dar dixin.”
 
'Dê nekarin  bi ser bikevin'^
 
Pervîn, diyar kir ku desthilatdarî ji têkoşîna demokratîk a jinan ditirse û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin, dê nekarin bi ser bikevin. Wê bi tu awayî encamê negirin. Dê nekarin jin û gelê me ji têkoşînê qut bikin. Me li hemberî polîtîkayên neyartiya jinan serî netewand û em ê tu carî netewînin. 
 
Jin wê dîsa di hemû qadên jiyanê de li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em ji vê derê bang dikin; Hevalên me yên jin û rêveberên partiya me yên dibin çavan de tavilê berdin û dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin. Her roj pirsgirêk û krîzên gel pê re rû bi rû tên her roja diçe kurtir dibin. Di rojeva gel de, bêkarî, xizantî û debarê hene. Mirov li kolanan daxwaza kar û nan dikin. Daxwaza jiyanek mirovî dikin û rêveberyeke adîlane dixwaze.” 
 
‘ Gelo wê kengî ji bo gel deriyê edalet, hiqûq  û refahê vekin?’
 
Pervîn, bal kişand ser daxwazên gel ên edaletê û wiha bi dawî kir: “Welatî kar û nan dixwazin. Lê ew Ayasofyayê nîşan didin. Mirov daxwaza edaletê dikin, lê ew behsa fethê dikin. Êdî rewş wisa bûye Ayasofyeya dîrokî jî kirin amûrê siyaseta xwe. Ev kar veguherandin, şowê. Ayasofya ji bo ibadetê vekirin! Gelo wê kengî ji bo gel deriyê edalet, hiqûq  û refahê vekin? Gelo wê kengî deriyê nan ji bo weltiyên dibêjin ‘em birçî ne’ vekin?”