Feleknas Ûca zêdebûna vîrûsa koronayê bir rojeva meclîsê

  • 15:26 6 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca mijara zêdebûna vîrûsa koronayê ya li Êlihê bir rojeva Meclîsê. 
 
Di 1'ê hezîranê de tedbîrên ku li dijî bevbûna vîrûsa koronayê (covid-19) hatî girtin hatin rakirin û pêvajoya “asayîbûnê” hat destpêkirin. Ligel dest pê kirina pêvajoya "asayîbûnê" jî hêj jî vîrûs belav dibe. Li Êlihê jî her roja ku derbas dibe hejmar zêde dibe lê rojê tenê 250 test tê kirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca li ser mijarê rawestiya û testên kêm tên kirin bir rojeva Meclîsê û ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsî. Feleknas, di pêşniyaznameya ku ji wezîr pirsî de diyar kir ku testên tên kirin ji bo Enqereyê tên şandin û piştî 3 rojan bi encam dibe û got: “Nexweşxaneya Herêma Êlihê ku xwedî hejmarek bilind a kirina testa ye lê rojê tenê 100 heb test dike.” Feleknas pirsên derbarê mijarê de ji Fahrettin kir û xwest pirsan demildest bibersivîne.