Pêşnûmeya derbarê baroyan de ji komîsyonê derbas bû

  • 10:11 6 Tîrmeh 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Komîsyona Edaletê, daxwaza AKP-MHP'ê ya pergala Pir-Baroyî ku ji 28 xalan pêk dihat erê kir. Tê payîn ku pêşnûma roja pençşemê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê niqaşkirin. 
 
Komîsyona Edaletê daxwaza pêşnûmeya Pir-Baroyî ku ji aliyê AKP-MHP'ê vehat amadekirin û pêşkêşî komîsyonê hat kirin, li gel hemû nerazîbûnên Serokên Baroyên Tirkiyeyê dîsa erê kirin. Pêşnûmeya Pergala Pir-Baroyî ku ji 28 xalan pêk tê piştî Komîsyona Edaletê qebûl kir, tê payîn ku roja pêncşemê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê bikin.