Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Muglayê wê bernameyan bidomîne

  • 09:02 30 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
MUGLA - Hevseroka HDP’a Muglayê Fulya Erdogan da zanîn ku bi kampanya ‘têkoşîna jinan li her derê ye’ hedef dikin ku xwe bigihînin zêdetir jinî û got piştî kampanyayê jî wê bi bernameyên cuda bi jinan re qadên hevpar biafirînin.
 
Kampanyaya ‘Têkoşîna Jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo mehekê dabû destpêkirin didome. Kampanya her hefte bi sernavekî pêk tê û di çarçoveya kampanyayê de, der barê qanûna înfazê, tayînkirina qeyûman, efûya êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û şîdeta li hember zarokan çalakiyan pêk tîne.
 
Hevseroka HDP’a Muglayê Fulya Erdogan, bernameyên kampanyaya ku heta 10’ê Tîrmehê wê bidome vegot û diyar kir ku hedefa wan ev e ku qadên hevpar bên afirandin.
 
Fulyayê bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de li dijî rojevkirina qanûna êrîşa zayendî wê li navçeya Menteşe daxuyaniya çapemeniyê pêk bînin û got xwestine li Edliyeya Muglayê daxuyaniyê bidin lê hatiye astengkirin û got: “Me daaxuyaniya xwe li Qada Sinirsizlik pêk anî. Bandora daxuyaniya me çêbû. Me di xebatên xwe de dît ku gelek jin der barê qanûnê de ne xwedî agahî ne. Daxuyaniyê bala wan kişand. Piştî naverok fêr bûn jî bertek nîşan dan.”
 
‘Qeyûm û qanûna înfazê hat rojevê’
 
Fulyayê destnîşan kir ku der barê qanûna înfazê de jî armanc dikin ku bernameyan organîze bikin, lê ji ber piştgiriya meşa demokrasiyê bi çalakiyên înternetê sînor nemane û got: “Di hefteya sêyemîn de me li dijî tayînkirina qeyûman bername pêk anîn. Me li ber avahiya Muglayê çalakiya zircîra mor pêk anî. Me şîdeta li ser hevalên xwe yên siyasetmedar anî ziman. Me êrîşên li ser hevserokên xwe teşhîr kirin.”
 
‘Wê xebatên me bidomin’
 
Fulyayê bi lêv kir ku wê hefteya dawî jî li dijî pêşnûmeya êrîşa zayendî çalakî û bernameyan pêk bînin. Her wiha Fulyayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser xebatên pêşerojê û got: “Armanca me ev e ku em bi kampanyayê xwe bigihînin zêdetir jinî û qadên hevpar ava bikin.”