Jinên siyasetmendar: Em ê êrişên faşîzan têk bibin

  • 09:01 29 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Medya Uren
 
AMED - Jinên siyasetmendar têkildarê êrişên li dijî KCD’ê û saziyên jinan bertek nîşan dan û gotin “Li cihekî ku têkçûna desthilatdariya wî cihî ewqas nêz e. Ji bo têkbirina hêzên hegomonîk hertim li qadan bin û têkoşînê bilind bikin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da destpêkirin de deriyê avahiya KCD’ê hat mohrkirin û di nav de aktîvîstên Komeleya Jinan a Rosayê û TJA'yê jî heyî 44 siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl hatin binçavkirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez , Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî derbarê binçavkirina siyasetmedaran û geşedanên dawîn de nirxandin kirin. 
 
‘Di hedefa wan de jin hene’
 
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokan got hikumeta tirk li gorî hişmendiya mêrê serdest rêveberiyek takekes û nîjadperest dide meşandin. Ji bo ku vî şeklê îqtidarê mayînde bikin jî êrişê gelan dikin. Ayşeyê got di hedefa wan de kurd hene û wiha berdewam kir: “Dixwazin hemû civakê bikin AKP’yî.  Her cara ku ev armanca wan dikeve metirsiyê di serî de Gelê Kurd, êrîşî hemû netew bawerî û gelên li ser axa mezopotamyayê dijîn dikin. Lê kurd li hemberî sîstema koletiyê ya ku dixwazin ava bikin serî radikin. Ji ber vê yekê jî di demên dawîn de êrîşên wan zêdetir bûne. Di destpêkê de komeleya jinan Rosa, çalekvanên TJA’yê hedef hatin nîşandan. Di nava kesên hatine binçavkirin de bi hejmarek zêde jin hene. Ev ji feraseta îqtidarê û dijminatiya wê ya li hemberî jin û kurdan aşkera dike. Ev êriş êdî bûne ji rêzê û her roj tên kirin.”
 
‘Em ê hertim têbikoşin’
 
Ayşêyê got ku berê ji bo kurd nebin yek û nebin dewlet hemû hêz li dijî wan derketin û îro jî ji ber ku dewelata wan tune ye wan terorîze dikin. Eyşê wiha berdewam kir: “Şermezarkirin ji bo vê pergalê êdî peyvek nerm e. Êrişên wan hovitî ne, komkujî ne û neyartî ye. Lê li hemberî van komkojiyan ji tucarî me serî ne tewandiye û bi sedan sale em têdikoşin. Em ê vê têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran  berdewam bikin. Em ji wan natirsin lê divê ew bitirsin ku diyare di zorê de ne.”
 
‘Şer ne çareserî ye’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a bajarê Amedê Seval Gulmez jî diyar kir ku ew hertim têkoşîna xwe ji bo demokrasî û aşitiya gelan didin û wiha got: “Hikumeta tirk jî ji ber ku li hemberî vê armanca me ye hertim êrişek raste rast li dijî me dide meşandin. Di çarçoveya van êrişên xwe yên tunekrina kurdan de di nava mehekê de bi dehan siyasetmendarên kurd binçav kirin. Dibêjin 'yan tuyê bişibî îqtidarê yan ji tu yê weri girtin'. Kurd çiqas li dijî şer û pevçûnan destê aşitiyê dirêj bikin jî hertim bi astengiyan re rûbirû dimînin. Li dijî aşitiyê hertim tunekirina kurdan dikin armanc. Ji ber ku hişmendiya wan hişmendiyek takekes e. Bi sedsalan e êriş dikin û bi sedsalan e  kurd li hemberî van êrîşan serî radikin. Divê hatiba fêmkirin ku şer ne çareserî ye. Pêwîstiya vê xakê bi demokrasiyek mayînde heye.”
 
‘Tirkiye di qeyranek mezin de ye’
 
Seval got êrişên hikumeta tirk bi hişmendiyek bavikselerî pêktên û wiha got: “Dema em temaşeyî pêvajoyê bikin em ê bibînin ka çawa dijminatiyek li hemberî nirx, destkeftî û keda jinan didin meşandin. Ji bo jinan bikin hindirê malê, ji bo ji qada aborî û sîyasî hilînin hemû hêza xwe bi kar tînin. Weke rêbaz ji bêrumetkirina jinê û wekî hêza sêyem nîşandana wê bi kar tînin. Bi vê re ji qetilkirin, tacîz û tecawuza li ser jinan zêdebû. Lewra ev têkçûna şekle rêvebirina wan a hikumetê dide nîşandan. Pergala perwerdeyê, aborî û qeyran serê xwe girtiye û diçe. Herwiha ji bo kurdan tune bikin weke  rêbaz xistina jinan armanc dikin. Êrişên îro li ser komeleya Jinan a Rosayê, TJA’yê,  partiyên siyasî yên kurdan tên meşandin jî bi heman awayî ne. Ji bo van şkestinên xwe yên di rêvebirên de dijîn binixumînin êrişî kurdan dikin. Dema em li rupelên dîrokê binêrin em ê bibînin ku îqtîdarên ev rêbaz bi kar anîne çawa têk çûne. Wê dawiya hikumeta tirk ji bi heman awayî be.”
 
‘Em ê tucarî bêdeng nemînin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî jî got êrişên tên kirin stratejîk in û divê ji rêzê neyên destgirtin. Fîgen wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev êriş bi armanca tunekirina kurdan hatine destpêkirin ku li ser hemû parçeyan û li ser hemû qadan tên kirin. Çi qada aborî, qada çand û hunerê, ziman, nasname, jin û qada siyatê, bê navber şerek taybet didin meşandin. Ev konsepta şer tenê bi bakur re ji ne sînordar e. Li ser hemû herêmên kurdistanê tê meşandinê. Îro ji bi heman awayî lez dane van êrişan xwe. Ne zarok, ne dayikên temen mezin ên weke dayika Meqbûle li ber çavan digirin. Em ji serhildana Rojava bigirin hetanî pêvajoya qayûman, operasyonan jin li dijî binpêkirinên mafan pêşengtî ji têkoşînê re kir. Ji ber wê yekê jî dixwazin saziyên jinan bigirin û têkoşîna jinan îlegal bidin nîşandan. Me xwest em daxuyaniyek li ser serdegirtina KCD’ê bidin, lê we ji dît ku bi sedan polîs li dora çend kesan kombûn û xwestin êrîş bikin. Hikumet hemû hêza xwe li dijî me bi kar tîne. Lê divê were zanîn ku kurd serî natewînin. Em ê bi van êrişan têk neçin û serî rakin.”