'Têkoşîn dê tecrîdê têk bibe'

  • 09:02 24 Hezîran 2020
  • Ramyarî
AMED - Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Ligel tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî gel jî tecrîdek heye û bi hev re tê meşandin. Jin ligel êrîşên bi tund jî dîsa jî li dijî tecrîdê têkoşîna xwe didomîne." 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 8 salan di encama greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya bi hezaran kesî ve hatî destpêkirin de cara yekem di 22’yê gulanê de hevdîtin pêk anîn. Di 12'yê hezîranê, 18’ê hezîranê û herî dawiyê jî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de hevdîtin hatin kirin. Bi belavbûna vîrûsa koronayê re jî tirs û fikara li hemberî Îmraliyê her ku çû zêdetir bû. Piştî 21 salan cara yekem jî mafê axaftina bi telefonê hat dayîn û malbat bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn. 
 
Ligel geşedanên demên dawiyê rojeva serekê ya kurdan tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan e. Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rêzana Amedê Ayhan Ateş û Leyla Dana, bal kişandin ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û tecrîda li hemberî Gelê Kurd. 
 
Ayhan, di destpeka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdek heye û her wiha bi giştî jî li hemberî Gelê Kurd tecrîdek heye. Dixwazin bi zext û zordariyan Gelê Kurd bêdeng bikin û bi îşkenceyan jî dixwazin hêz û vîna kurdan bişkinin. Bi taybetî jî polîtîkayên bi vî rengî li hemberî jinan pêk tînin. Ji ber vê yekê jî herî zêde jin li dijî tecrîdê têdikoşîn. Li hemberî têkoşîna jinê jî bi tund êrîşê saziyên jinan dikin û xebatên jinê krîmînalîze dikin. Dixwazin bi binçavkirin û girtinan têkoşîna jinê têk bibîn. Lê belê pergala serdest hêz û hişmendiya jinan ditirse." 
 
Leyla destnîşan kir ku azadiya Gele Kurd bi şikandina tecrîdê pêkane û got: “Di vê pêvajoyê de xwestin kurdan tune bikin. Êrîşên goristanan kirin, operasyonên binçavkirin û girtinan dan destpêkirin. Şerekî derûnî di nava civakî de pêş xistin. Bi her cureyî şer dan meşandin. Ji rêxistinbûna kurdan ditirsin lewra ev qas êrîş dibin ser kurdan. Ji ber ku êdî pergala wan xetimiye. Desthiladariya wan dikeve nava xetereyê, êrîşî Gelê Kurd dikin. Her wiha di nav vî şerê de jî herî zêde jin tên hedef girtin. Hêza jinê heye ku tecrîdê bişkine û ev tişt jî serdestan ditirsine."