Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li taxan bi jinan re bên cem hev

  • 09:04 22 Hezîran 2020
  • Ramyarî
WAN - Li Wanê di çarçoveya kampanyaya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’, wê li taxan bi jinan re bên cem hev, derbarê mijarên şîdeta dewlet-mêr, êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan, sererastkirina înfazê û tayînkirina qeyûman de nîqaş bên kirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan û şîdeta mêr ya li Tirkiye û herêmê zêde bûye, kampanyaya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ da destpêkirin. Hevseroka HDP’a Wanê Oznur Bartin der barê xebatên li bajar bê meşandin de agahî da.
 
Oznurê daxuyakirin ku sererastkirina înfazê ya ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bûye, feraseta desthilatdariyê nîşan dide û hemû civak şahidiya vê dike. Oznurê wiha got: “Bi vê sererastkirinê yek ji hedefên ewil eve ku pêşiya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan vebikin. Qanûnek ji wekheviyê dûr derket holê. Ji bilî vê em dibînin ku kuştinên jinan zêde bûne. Mafê jinan tê xespkirin, siyasetmedarên jin tên girtin. Ev teqez nêzîkatiyeke polîtîke. Jin wê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Oznurê balkişand ser hedefgirtina jinan û got: “Jin li her qadê li pêş in. Ji ji ber vê jî di hedefê de ne. Bi tayînkirin qeyûman destkeftiyên jinan hedef girtin. Li hember Komeleya Jinan a Rosa serdegirtin pêk hat. Rêveber û endam hatin girtin. Komeleya Rosa di pêvajoya pandemî de jî li kolanan têkoşîn da. Rakirina posterên Gulîstan Doku û pirsîna aqûbeta wê jî bû mijara sûc. Jineke ciwan mijara gotinê ye. Der barê gumanbaran de tu agahî tune. Tevî bangên malbat, partiyên siyasî, jinan tu tiştek nayê kirin. Wek Gulîstan Doku gelek jin wisa tên windakirin. Qetilkirin. Aqûbeta wan nayê pirsîn. Em ê ji bo wan her tim li kolanan bin.”
 
Oznurê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di çarçoveya kampanyaya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’, plansaziyeke mehekê derketiye û wiha dawî lê anî: “Em ê li taxan bi jinan re bên cem hev. Em ê der barê qanûna înfazê de jinan agahdar bikin, em ê ligel jinên rastî şîdetê hatine bin. Li dijî qanûna înfaz, talankirina xwezayê, îstîsmara jin û zarokan bi jinan re bên cem hev.”