'Govenda me bû tirsa îqtîdarê!'

  • 09:01 21 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Medya Uren
 
AMED - HDP’ê di 15’ê hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê ligel astengî, êrîş û dorpêçê bi navê "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" heta Enqereyê meşiyan. Li her navçe û bajaran meş bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku di vê pêvajoyê de meşeke bi vî rengî pêwistiyek bû û gotin: "Coş û govendên me yên di meşê de pêk hatin ji bo îqtîdarê bû tirs û ji bo me jî bû nîşaneya serkeftinê." 
 
Di pêvajoya vîrûsa koronayê de îqtîdar li hemberî siyasetmedarên kurd, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, sazî û dezgehên sivîl ên jinan êrîşên xwe bi her awayî domandin. Qeyûm tayînê 45 şaredariyên HDP’ê kirin, parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hatin betalkirin û piştre jî Musa Farisogullari girtin. Divê pêvajoyê de avahiyên HDP'ê hedef hatin nîşandan. Bi dehan endam, rêveber, hevserok û hevşaredarên partiyê hatin binçavkirin û girtin. Li dijî vê yekê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1’ê hezîranê de bi navê "Bi hev re ber bi pêşerojeke demokratîk ve” belgeya xwe ya helwestê û xeta stratejiya dema nû ji raya giştî re aşkera kir. Ev xeta dema nû bi biryara “Li dijî Darbeyê Meşa Demokratîk” hat xurtkirin. HDP’ê di 15’ê hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê ligel astengî, êrîş û dorpêçê  dest bi meşê kirin û meş duh li Enqereyê bi dawî bû. 
 
Meşa ku ji Colemêrgê dest pê kir û li Wan, Tetwan, Bedlîs, Êlih û Amedê bi coşek mezin ji hêla welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Li Amedê jî xebatên ku çend rojbû ji bo pêşwaziya meşê dihatin kirin hewceyê gotinê ye. Aliyek HDP'ê ji bo pêşwazîkirina meşê bangewaziyan dikir û aliyek jî li tevahiya bajêr ji hêla polîsan ve hat dorpêç kirin. Bi taybetî jî avahiya HDP'ê ya bajêr. Li tevahiya avahî bi bariyeran hatin girtin. Hatin û çûyina gel û nûçe çêkirina nûçegihanan hatin astengkirin. Lê gel bi dirûşma "Em ê teqes bi ser kevin" bertek nîşanî astengiyan dan. Amedî bi pankarta “Ji bo demokrasî, dad, aştî, azadî, kar û aş em bi hev re ne” çalakvanên ku li Colemêrgê hatin pêşwazî kirin. Çalakvanên ku ji Colemêrgê hatin di nava bajêr û navçeyên bajêr tevlî xebatan bûn û çûn serdan gelek sazî û dezgehên sivîl û 19'ê hezîranê jî berê xwe dan Edeneyê û duh jî xwe gihandin Enqereyê. 
 
Endama Partiya Meclîsa HDP'ê Hediye Karaslan, hevseroka HDP’ê ya navçeya Erxaniyê Mekbûle Kaya, hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasê Besîme Narîn û Endama Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê Berîtan Yaşar ji ajansa me re behsa girîngiya meşê, bandora vê ya li ser gel kirin. 
 
‘Govenda me ji îqtîdarê re bû tirs...' 
 
Hediye, têkildarê armanca meşê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Demeke dirêje iktidara AKP û MHP’ê li dijî kurdan û partiyên siyasî êrîşek ya krîmînalîze kirine dide meşandin. Dixwazin xebatên wê û rasteka wê îlegal nîşan bidin. Niha gelek siyasetmedar girtî ne. Ev êrîş raste rast li hemberî Gelê Kurd bû. Ji ber ku vîna wan tune tê hesibandin. Lewra pêvajoya pandemiyê ji vegerandin fersendek û hêz dan van polîtîkayên xwe yên tunekirinê. Me li dijî van êrişan jî ji bo azadiya gelan ji bo demokrasiyê ji du aliyan meşek da destpêkirin. Li hemberî meşê dîsa hewldanên provakatîf pêk hatin. Di bin dorpêçe de em heta Amedê meşiyan. Em ê ji bo aş, kar û demokrasiyê bi gel re û ji bo gel têbikoşin. Heta demokrasî pêk bê em ê têbikoşin. Coş û govendên me yên di meşê de pêk hatin ji bo îqtîdarê bû tirs û ji bo me jî bû nîşaneya serkeftinê." 
 
‘Meş pêwîstiyek bû’
 
Makbûle, da zanîn ku "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" ji bo vê pêvajoyê pêwistiyek bû û got: "Bi salane li li hemberî kurdan êrîş pêk tê û îro jî bi rêbazên cuda êrîş tên kirin. Di pêvajoya pandemiyê de êrîşê goristanan kirin, qeyûm tayînê şaredariyan kirin û polîtîkayên tunekirinê dan meşandin. Her wiha vîna gel bi betalkirina parlamenteriyê tune hat hesibandin. Li dijî van êrîşên ilegalizekirin û tunekirinê divê me bi meşekî xurt bersiv bida. Meşa me xurt bû û hem di nava xwe de rexnedayînekî bû û hem jî li hemberî îqtîdarê bertekek bû."
 
'Em ji eleqe û kêyfxweşiya gel bi bandor bûn' 
 
Makbûle, bal kişand ser bandora meşê ya li ser civakê û wiha got: "Em ê bi hev re xwe bi rêxistin bikin û şiyar bibin. Ji bo demokrasî û azadiyê em ê têbikoşin. Em ê li dijî binpêkirinan, li dijî istismara zayendî û êrîşên nîjadî serî hildin. Em tu carî gel bi tenê nahêlin. Meş nîşaneya têkoşîna me ye, em ê tucar paşve gav neavêjin. Şandeya ku hat navçeya me ji hêla gel ve bi coşek mezin hatibûn pêşwazîkirin. Pêşwazîkirina me bû bersivek. Her wiha em bi eleqe û kêyfxwaşiya gel bi bandor bûn. Serkeftina me serkeftina her kesî ye. Bi hêviya jiyanek e azad û demokratîk em ê têbikoşin." 
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Besîme, di axaftina xwe de bal kişand ser armanca meşê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo em rê li ber aştiyeke domdar vekin me dest bi çalakiyeke bi vî rengî kir. Em ê ji bo hemû gelên Tirkiyê û Kurdistanê têbikoşin. Ji ber vê yekê meş girîngiyek giranbiha dihilgire. Divê hemû gelên ku li vî welatî dijîn piştgiriyê bidin meşe û wisa bû jî. Pêvajoya 3 rojan a Amedê bi coşek mezin derbas bû. Bi taybet jî jin bûn rengê vê meşê. Bi tilîlî, dirûşmeyan hêrsa xwe anîn ziman û li qadan li ber xwe dan. Lewra ji bo hemû welatiyan ji bu cihê kêfxweşî û hêviyê. Gelek kesan ji peyamên serkeftinê şandin û dan zanîn ku ji ber pêvajoya zor ew beşdar nebûn, lê wê her tim ji bo demokrasiye têbikoşin. Hikûmetê vê yekê dît û bi hemû hêza xwe xwest meşê proveke bike. Cihên çalakiyan hatin dorpêçkirin, parlamenter û çalakvan hatin derpkirin. Lê nekarîn hêza me tune bikin û ev nîşan dide ku em ê bi ser kevin.”
 
‘HDP gel e, gel li vir e' 
 
Berîtan, diyar kir ku meşa demokrasiye ligel hemû astengiyan dengeke mezin veda û wiha axivî: “Hikûmetê ji bo meşa HDP’ê asteng bike çi ji destê wê hat kir. Lê ger ku em li dîmenan temaşe bikin em ê bibînin ku bernameya ji bo 3 mehan hatiye amedekirin di meha xwe ya yekem de ye û HDP’e gav bi gav digiheje armanca xwe. Ji axaftin û nîqaşên ku li ser meşê hatin kirin re ango ji pirsên dibêjin ‘HDP’ e ber bi ku ve dimeş’ re gel bû bersiv. Em carek din hînbûn ku gel bi me re dimeşe û ji bo têkoşîna demokrasiye amade ne. Ya dikeve li ser milê me ji mezinkirin û geşkirina vê têkoşînê ye. Gelên ku bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan re meşê pêşwazî kirine carek din gotina 'HDP’e gel e gel li vir e’ bi wate kirin. Meşa me astengkirin bi her awayî, em hetin derpkirin, lê em bi gel re bi hev re li ber xwe da. Kampanyaya li dijî gef, asîmlasyon û polîtîkayên taybet hatiye destpêkirin gav bi gav mezin dibe û wê ev berdewam ji bike.”