Li avahiya Navenda Jinan a Binevşê polîs hatin bicihkirin

  • 09:09 20 Hezîran 2020
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut ya ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin diyar kir ku projeyên ku derbarê îstîhdama jinê de dabûn destpêkirin nîvco mane û li Navenda Jinan a Binevş polîs hatine bicihkirin û got: “Em ê tevî hemû zextan têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Yek ji şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm lê hatiye tayînkirin şaredariya Colemêrgê ye. Bi tayînkirina qeyûman re gelek proje jî nîvco man. Hevşaredara Colemêrgê Seher Kadîroglu ya ku di hilbijartinan de hat hilbijartin û bi hinceta KHK’î ye mazbataya wê nehat dayîn, Humerya Armut anîn şûna wê. Humerayê daxuyakirin ku tevî ku şaredarî bi deynekî mezin girtine jî ji bo gel proje pêk anîne lê bi qeyûman re proje nîvco mane.
 
Humerayê destnîşan kir ku şaredarî bi 207 trîlyon deyn girtine û texrîbateke manewî hatibû kirin û got: “Şaredarî bi polîsan hatibû dorpêçkirin. Gel nikaribû bikevê. Navenda Jinan a Binevş ya ku ji aliyê şaredariya me ve hatibû vekirin jî ji aliyê qeyûmê dema berê ve hat girtin û polîs lê hatin bicihkirin.”
 
‘Li Keleha Mîr a dîrokî jî polîs hatin bicihkirin’
 
Humeyrayê bi lêv kir ku gelê Colemêrgê bi salane pirsgirêka av û rê dijî û di 2013’yan de ji bo pirsgirêka vê me proje da destpêkirin lê ew jî nîvco ma û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Qeyûm xwedî li projeyên HDP’ê derket. Vê demê me xwest em projeyên hevşaredariyên xwe yên berê temam bikin. Em hatin dawiya projeyê lê qeyûmê hat tayînkirin firma guhert. Çavkaniyên şaredariyê dan fîrmayê. Wek projeya xwe nîşan dan. Berê Keleha Mîr ya ku rêveberiyê dabû ber xwe hebû. Keleh ji bo Colemêrgê gelek girîng û dîrokiye. Lê dîsa jî polîs lê bicihkirin.”
 
‘Walîtiyê got ‘tu sazî wê bi HDP’ê re nexebite’
 
Humerayê destnîşan kir ku ji bo îstîhdama projeya sera û mala tenûrê dane destpêkirin lê ew jî nîvco mane û wiha pê de çû: “Deynekî mezin hebû. Ji bo proje bikevin jiyanê me zehmetiyên mezin kişandin. Me soz da gel. Em hatibûn asta ku xwe bidin hev. Lê qeyûm hatin tayînkirin. Jinên li navendên perwerda gel a şaredariyê dixebitîn hebûn. Dema me şaredarî girt çû ji jinên wir re gotin ‘wê HDP’î ji kar bên derxistin’. Me bi dehan carî ji bo jinan serî li Walîtiyê da lê walîtiyê got ‘tu sazî wê bi şaredariyên HDP’î re nexebite.”
 
‘Zivistanê asfalt raxistin’
 
Humerayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yek ji pirsgirêka din a bi salane didome ya rê ye. Dema em hatin ser şaredariyê me dît ku tenê ji bo pere bi hinekan bide xwarin zivistanê asfalt raxistine. Ev asfalta zivistanê hatiye raxistin jî rê rizandin. Gaza xwezayî nû hat Colemêrgê. Tevî dizanibûn wê gaza xwezayî bê kişandin di heman demê de asfalt raxistin.”
 
Humeyrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Em di pêvajoyeke zehmet de derbas dibin. Li ser gel zexta dewletê heye. Em dizanin ku gelê me ligel me ye. Di vê pêvajoyê de tevî evqas tiştî, em bi hêza gelê xwe, xwe xurt dikin. Em ê têkoşîna xwe ya daxwazên xwe yên demokratîk her tim bidomînin.”