‘Ji bo em modela Rojava li Rojhilata Navîn belav bikin em ê li qadan bin’

  • 09:10 19 Hezîran 2020
  • Ramyarî
WAN - Cigira hevseroka giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran ya di meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê de cih digire, diyar kir ku wê li dijî êrîşan, ji bo modela Rojava li hemû Rojhilata Navîn belav bikin, li qadan bin.
 
HDP’ê li dijî êrîş û zextên demên dawîn zêde bûne di 15’ê Hezîranê de ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ da destpêkirin. Cigira hevseroka giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran ya di heyeta ku Colemêrgê bi rê ket de cih digire, tiştên seranserê rêwitiyê jiyan vegotin.
 
Beycanê da zanîn ku di pêvajoya vîrusê de di bin navê ‘normalbûnê de’ pêvajoya faşîzmê hatiye destpêkirin û got: “Betalbûn, xizanî, şîdeta li ser jinê û êrîşên li hember mafên Kurdan, li gorî me normalkirina polîtîkayên dagirkirinê ne. Tirkiye bi krîzeke cidî ya aborî, siyasî re rû bir û ye. Li dijî vê krîza rojane, HDP’ê riyeke nû, polîtîkayeke nû diyar kir.”
 
‘Me bi horona li Wanê kir her tişt vegot’
 
Beycanê bal kişand ser yekitî û tevgera bi hev re û got: “Em bang li hemû gelan, gelê Tirkiyeyê û gelên li Kurdistanê dikin; bi horona me li Wanê girt, wek HDP me nîşan da ku em çi ne. Em ne tenê kurd in, ne tenê ermenî, laz,çerkez in. Li Tirkiye û Kurdistanê çi hebe em ew in.”
 
Beycanê balkişand ser êrîşên TSK’ê yên li hember Wargeha Mexmur, Şengal û Qendîlê û got: “Ji ber tirsa xwe heman şevê li hember Qendîl, Mexmur û Şengalê êrîş pêk anîn. Hewl dan bi lez rojevê biguherin. Ji ber ku ev hewcedariyek bû. Xizanî mezin bûye, gel bedelên girandide. Karker bedelên giran didin. HDP dibêje were ‘em bi hev re çarser bikin, em bi hev re bimeşein. Em ne bêçare ne.’ Ji bo vê operasyon kirin. Ji ber vê em dibînin ku em çi ne, me sempatî, bendewariya gelê xwe li her derê dît. Me biryarbûna Gelê Kurd û ya jinan bi awayekî zelal dît.”
 
‘HDP’ê bi pratîka xwe neçareseriyên desthilatdariyê danîn holê’
 
Beycanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP’ê bi pratîka xwe neçareseriyên desthilatdariyê bi awayekî tazî danîne holê û wiha dawî lê anî: “ Di pêvajoya pandemiyê de mafê karkeran hat binpêkirin. Bi sedan kesî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da. Li Dîlokê karker 12 saetan neçar dimînin bixebitin. Li Rojhilata Navîn hewcedarî bi têkoşîneke hevpar heye. Li dijî van binpêkirinên mafan êrîş û zextên li hember gelên Tirkiyeyê, divê modela Rojava li hemû Rojhilata Navîn bê belavkirin. Ji bo vê jî em neçarin têbikoşin.”