‘Kampanya wê rûpoşa desthilatdariyê bixîne’

  • 09:07 19 Hezîran 2020
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan kampanya ‘Têkoşîna Jinê li Her Derê ye’ ya ku meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin nirxand û got: “Em dizanin ku wê kampanya pergala serdest a mêr a desthilatdariyê îfşa bike, rûpûşa wê bixîne.”
 
Li Tirkiyeyê polîtîka û gotinên desthilatdariyê, biryarên darazê û nêrînên zayenda civakî şîdeta li ser jinê zêde dike û di pêvajoya vîrusê de jî jinên li malê man zêdetir rastî şîdetê hatin. Tu navnîşan ji bo jinên bi şîdetê re tên rû hev nehatin nîşandan û li aliyê din jî ji bo şaredariyên HDP’ê tayînkirina qeyûman berdewam kir. Bi destê qeyûman gelek xebatên jinan hatin bidawîkirin û sazî hatin girtin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî vê kampanyaya ‘Têkoşîna Jinê li Her Derê ye’ da destpêkirn. Kampanyaya li Enqereyê dest pê kir û li hemû herêman starta wê hat dayîn, banga mezinkirina têkoşînê jî kir.
 
‘Li cihekî êrîş hebe li dijî wê jî wê parastin hebe’
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku armanca kampanyayê eve ku, li dijî êrîşên li hember beden, îrade û destkeftiyên jinan, bilindkirina deng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo îtîrazkirinê û li dijî vê bertek nîşandan, me pêvajoyek kampanyayê da destpêkirin. Li cihekî êrîş hebe li dijî wê jî parastin heye. Li dijî êrîşan bersiva herî mezin bi parastina cewherî mezinkirina rêxistinbûnê û li dijî van êrîşan rawestîn e.”
 
‘Em ê têbikoşin’
 
Muazzezê daxuyakirin ku 4 astên kampanyayê hene û got wê li dijî pêşnûme qanûna ‘ji bo îstîsmara zarokan efû’ ya hewl tê dayîn bînin meclîsê wê bibin deng û li kolanan bin. Muazzexê daxuyakirin ku ji bo qanûn derkenekeve û neyê meclîsê hefteyekê wê çalakiyan pêk bînin û di hefteya duyemîn de jî der barê qanûna înfazê ku bû sedema berdana gumanbarên şîdeta li hember jin û zarokan, em ê bertekên xwe bînin ziman. Kesên li dijî şîdeta li ser jinan û zarokan, li dijî zilm û xespkirina îradeyê têkoşîn dan û hatin girtin jî ji derveyê vê qanûnê hatin girtin. Em ê ji bo hiqûq pêk bê têbikoşin.”
Muazzezê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeya gel vebêjin û di hefteya çaremîn de jî balê bikşînin ser qirkirina jinan, ji bo têkoşîna li dijî vê bê xurtkirin jî bi rêxistinên jinan re çalakî û bernameyan wê pêk bînin.
 
‘Hewcedariyek lezgîn bû’
 
Muazzezê her wiha balkişand ser lezgînbûna kampanyayê û got di vê pêvajoyê de hewcedariyeke girîng bû û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyeke wisa ku binpêkirinên mafan zêde bûn, xizanî û betalî zêde bûne, ev hewcedariyek bû. Em dizanin ku wê kampanya cihê xwe bigire û rûpûşê desthilatdariyê bixîne.”
 
‘Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan zirar dît’
 
Muazzezê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2016’an de hewl dan qanûna efûya îstîsmarê bînin meclîsê. Jin li dijî vê rabûn ser piyan û desthilatdariyê li ser vê şûnde gav avêt. Niha dîsa tê xwestin bînin meclîsê. Ji ber vê dem dema bilindkirina denge. Bi tayînkirina qeyûman, qanûna înfazê re jin cara duyemîn bi şîdetê re anîn rû hev. Desthilatdariya AKP’ê ji bo jinan tedbîr negirt, tevî hemû bangên hatin kirin planên çalakiya lezgîn pêk neanî. Li ser vê qanûna înfazê derxistin. Di vê pêvajoyê de dîsa yên ku herî zêde zirar dîtin jin bûn.”
 
‘Em ji bo çareseriya aştiye tifaqan dikin’
 
Muazzezê destnîşan kir ku ji bo pêşî li nîqaşên hilbijartinên zû bê girtin, desthilatdarî her tim rojevê diguhere û wiha dawî lê anî: “Ger hilbijartineke zû de tifaqeq hebe jî wek me her tim gotiye divê li ser daxwazên demokratîk û vekirî pêk bê. Ji bo demokratîkbûna welat, aştî û azadiya jinê, azadiya îradeyê, yekitiya gelan, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, em amadene tifaqan bikin. Em her tim wek partiyeke ku bi îdiayên cuda, wekê li pişt deriyan tifaqan dikin tên nîşandan. Em dizanin ku AKP hewl dide vê biafirîne. Lê di hilbijartineke zû de ger tifaq pêk bên jî em ê li ber çavê hemû rayagiştî daxwazên xwe danîn holê pêk bînin.”