Feleknas Uca: Yekitiya Neteweyî li dijî êrîşan bêdeng e

  • 09:07 18 Hezîran 2020
  • Ramyarî
WAN - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Qendîl û Biradostê nirxand û got: “Jinên ku îradeya xwe teslîmê DAIŞ’ê nekirin îro jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê serî natewînin û wê dest ji axa xwe jî bernedin.”
 
Balafirên Şer ên Arteşa Tirk di 15’ê hezîranê saet di 00.00’an de Wargeha Mexmûr, Şengal, Qendîl û Biradost bombe kirin. Êrîşên hevdem 40 deqeyî berdewam kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca êrîşên Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku êrîş li hember destkeftiyên kurdane û got: “Kêr gihiştiye hestî. Em bibin yek wê êrîş jî rawestin. Roj roja yekitiyê ye.”
 
‘Yekitiya Neteweyî li dijî êrîşan bêdeng e’
 
Feleknas diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hember kurdan li her qadê didomin û got tevî pêvajoya vîrûsê ambargoya ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li hember Mexmûrê pêk anî jî hîna didome û ev rewş di qada tenduristiyê de bi xetere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nahêlin ku alîkariya tibî jî ji bo Mexmûrê bên kirin. Mexmûr cihekî girîng e. Rêya tifaqa kurd ji Mexmûrê re derbas dibe û xeta sor ya Gelê Kurd e. Ambargoya li hember Mexmûrê li hember hemû Gelê Kurd e. Kampa Mexmûrê 12 hezar kes lê ye û di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye lê mixabin êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Mexmûrê de jî bêdeng bû û niha jî ambargo heye, sivîl tên qetilkirin lê dîsa bêdenge. Ev êrîşên li hember Mexmûrê nikarin bê qebûlkirin.”
 
‘Ya ku DAIŞ’ê nekiriye dixwazin bikin’
 
Feleknas di berdewamiyê de bi lêv kir ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê li dijî destkeftiyên Gelê Kurd li her derê tifaq ava kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2014’an de li hember Şengalê komkujî pêk anîn. Şengal bê parastin hiştin. Bi hezaran jin ketin destê çeteyên DAIŞ’ê, li bazaran hatin firotin. Hîna jî aqûbeta 300 hezar Êzidiyê nayê zanîn. Tevî hemû êrîşan dest ji axa xwe bernedan û hîna li konan dijîn, lê konên wan jî tên bombebarankirin. Dewleta Tirk bi bombebarankirina Mexmûr û Şengalê, gelo ji kê re xizmetê dike? Tiştên ku DAIŞ’ê di 2014’an de nekirine dixwazin niha bikin. Jinên îradeya xwe teslîmê DAIŞ’ê nekirin wê serî li dijî AKP'ê jî natewînin, dest ji axa xwe bernadin. Bi bombebarankirinê dixwazin îradeya gelekî tune bikin. Ev êrîş, helwestek siyasî ye, konseptek topyekun e.”
 
‘Mijar hebûna Kurdan e’
 
Feleknasê pirsa ‘Gelo çi karê Tirkiyeyê li Mexmûr, Şengal, Efrîn, Serêkaniyê heye?’ pirsî û balkişand ser êrîşên li hember partiya wan û meşa demokrasiyê û ev tişt bi lêv kir: “Mijar ji Şengal, Efîn û Mexmûr derketiye. Mijar mijara nasnameya kurd, hebûna kurd, kurd û Kurdistanê ye. Ev êrîş nayên qebûlkirin, kêr gihiştiye hestî. Ev ne yek e, ne du ye, her roj êrîş dikin.”
 
‘Roj roja yekbûnê ye’
 
Feleknas, li dijî êrîşên li hember Mexmûr, Şengal, Qendîl û Biradost bang li Kurdistana Federal û hikûmeta Iraqê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgirêk bi bombebarankirina gel, zarokan nayê çareserkirin. Bi diyalogê tê çareserkirin. Roj roja yekbûnê ye. Roj roja serhildanê ye. Ger em bibûna yek îro dewleta Tirk wê ev cesaret nekiriba.”